1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kosret Resûl: Pêngava yekem azadiya Ocalan e
Kosret Resûl: Pêngava yekem azadiya Ocalan e,kosret,resûl,pêngava,yekem,azadiya,ocalan,e

Kosret Resûl: Pêngava yekem azadiya Ocalan e

"Ger Komara Tirkiyê li çareseriyekî bingehîn û rasteqîne ya ji bo çareserkirina pirsa kurd bigere, divê pêngava yekemîn Abdullah Ocalan azad bike û li ser mafê kurdan mikûr bê"

A+ A-

Kosret Resûl: Berxwedana kurdan qet bi teror nasandin û serkutkirinê namire

Hewlêr (Rûdaw) – Di rûpelê Facebookê yê taybet bi nûçe û çalakiyên cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl de, navbirî ragihand ku ger Komara Tirkiyê li çareseriyekî bingehîn û rasteqîne ya ji bo çareserkirina pirsa kurd bigere, divê pêngava yekemîn Abdullah Ocalan azad bike û li ser mafê kurdan mikûr bê.

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl behsa wê yekê dike ku pêwîste hikûmeta Enqereyê guhdariya daxwaza hêzên çekdarî bike, bi niyeta çareseriyê danûstandin û rûniştinan ligel wan bike.

Kosret Resûl di beşek din a axaftinên xwe de wiha dibêje: “Pirsa kurd qet bi şiddet û piştguhxistinê nayê çareserkirin. Herwiha qet berxwedana kurdan bi terornasandin û serkutkirinê namire. Pêwîste li bakur, başur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê guhdariya daxwazên kurdan bikin û wekî neteweyekî serekî ligel tevbigerin.”

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê di berdewama gotara xwe de hikûmetên navçeyê hişyar dike û wiha dibêje: “Bi kuştin, lêdan, darvekirin û girtinê, wê serhildan mezin û berfirehtir bibe. Ciwan jî bi awayekî xwîn germtir tevlî serhildanê dibin.”

Kosret Resûl eşkere kir ku ger bê û daxwazên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê hikûmetên navçeyê ve bê paşguhxistin, wê demê kurdên parçeyên din wê bigihin wê biryarê ku qet di çarçoveya van dewletan de nagihin mafê xwe û qet bi aramî najîn; “Lewra em bi mîsogerî daxwaza wan mafan dikin û li pey wan mafan digerin ên ku wekî neteweya herî mezin a jê bê par û bi salane xewnê pêve dibînin, ew jî dewleta serbixwe ya kurdiye.”