Koça 25 salan: Mexmûr (DOSYE 1)
NÎLAY EGELÎ - NAVENDA NÛÇEYAN 12.08.2014 11:44:28 Bi gotina Mexmûriyekî "mîna pelê daran" leşker bi ser Botanê ve dibariyan.
Li gundan çend derî, çend kanî, çend kolan hebûn, celad lê bicih dibûn. Piştî wê roja "fîşeka destpêkê hat teqandin" ji bo "ziwakirina çiravê" dewleta Tirk her cureyên nebaşiyê li wan dikir.
Cerdevaniya li gundan ku destpêkê bi awayê "hûn ê biyaniyên tên gund ji me re bêjin" destpê kir, di 1987'an de veguherî kujeriyeke ji neçarî. Ji ber ku gelê Botanê cerdevanî qebûl nekir, her şêweyê zilmê li wan rewa hat dîtin.
Li ser wan rojan çi bê gotin, kêm e. Dibe ku ev çend gotinên Mexmûriyan dikarin wan rojan bînin ziman:
"Ez hingî ducanî bûm. Elektrîk dan canê min. Dizanîbûn wê çi bibe, zarokê min mirî ji dayik bû.
...Heft şevan li dû hev ez birim qereqolê. Ducanî bûm. Elektrîk dan bedena min. Gotin, vê bibin biavêjin nava leşkeran. Roja hefteyan bi wî rengî kirin. Kirin nekirin tiştek ji min nebihîstin. Ji wê şevê û vir ve her tim direvim...
...Em hemû xistin rêzê. Gule li mihan reşandin, gule li kûçikan reşandin. Li axurê hêstir û çêlek hebûn, tevî wan axur dan ber agir.
Em hatin girtin. Piştî îşkenceya çend rojan em avêtin cihekî li derveyî bajêr. Gundiyan em dîtin. Li ser me sergo hebû. Digotin qey em mirî ne.
...Devê tivingê dixistin devê zarok û jinan. Qesetûreyên xwe dianîn germ dikirin, bi destê mirovan vedinijand. Îşkenceyên nikarin bên gotin, kirin.
...Min birin qereqolê, sê rojan çavên min ber bi rojê ve vekirin, gotin, 'Tê rahêjî çekê? Çekek bila xizmek te, ya din jî tu rake'. Me ranehişt çekan."
Mîna wî bi hezaran Botaniyan çek ranekirin û ketin ser koçberiya 20 salan dewam bike.
DESTPEKA KOÇA ÇARIYEK SEDSAL
Ber bi Başûrê Kurdistanê ve koça yekemîn di sala 1989’an de destpê kir. Koçberiya bi awayekî girseyî jî, piştî gundê Ziravikê yê girêdayî Qilabanê di Mijdara sala 1993’yan de hat bombardûman destpê kir.
Gotin di cih de be, “pêxas û servekirî” ketin rê, li herêma Bihêrê ya girêdayî Heftanîn a hema li aliyê din ê sînor bi cih bûn.
“…Tenê bi destê zarokên xwe girtin û hatin. Ev ne karekî wiha hêsan e. Ne tiştekî wisa ye ku mîna tu bêjî ez ê ji bo çend mehan biçim bajarekî yan jî zozanan û vegerim. Te her tiştên xwe hiştiye û tu hatiye.
…Em bi cih bûn, lê çawa. Em li nîvê eraziyê ne. Ji bo jiyanê tu derfetên te tune ne. Tiştekî ku te ji germê û sermê biparêze tune ye. Livînek tune ye tu zarokan bixî nav.
… Qedeheke me ya çayê jî tune bû. Betaniyek me hebû. Ew jî pitikeke me hê şîr vedixwar. Dayika wê jî ew betanî lê dipêça ji bo necemide…”
Neteweyên Yekbûyî jî ya digot, “Her kesê rastî îşkence û zilmê hatiye xwedî wî mafî ye ku li cihekî xwe bistirîne bigere û xwe bispêre welatekî”, Kurdên ji neçarî welatê xwe terikandine wek “penaberên siyasî” nabîne, piştî 3 mehan belavkirina betaniyan bes didît.
Botaniyan ev maf piştî 28 roj greva birçîbûnê ya di 12’ê Hezîranê de destpê kirin bi dest xistin.
Her çi qasî ji ber zilma dewletê reviyabin jî, dewletê rehetî nedida wan bi hezaran Kurdên li nîvê eraziyê mabûn.
Di 8’ê Çileya 1994’an de dema kampa Zelê hat bombardûmankirin, ji 26 gundiyan 7 jê ji wan gundan bûn.
Di 10’emîn salvegera 15’ê Tebaxê de balafirên şer ên Tirk herêma Bihêrê ya Botaniyan xwe spartinê bombardûman kir.
Di 8’ê Îlonê de jî duyemînm êrîşa hewayî destpê kir. Derdora kampa Bihêrê û Şeranîş ji aliyê 2 balafir û 4 helîkopteran ve hat bombardûmankirin.
KOÇA DUYEM, BER BI BÊRSIVÊ
Piştî vê bombebarana duyemîn nîqaş kirin. Tenê bûn, qebûlkirina NY’ê ya wek penaberiyê ji bo parastina wan têr nedikir.
Di 10’ê îlonê de 10 hezar kesî koçî Bersivê kir. Tenê ji gundê xwe dûr neketin. Ji jiyana mirovane bi her koçberiyê dûr diketin.
Bi gotina wan, hewcedariya xwe ya avê ji çaleke ku av têde kom bûye û sewal jî jê venaxwin, çareser dikirin. Her çiqas di bin ambargoya NY’ê û hêzên siyasî yên Başûr de bijîn jî, zivistan hatiye ber derî.
KOÇA SÊYEMÎN BERBI ETRÛŞÊ VE
Di erefeya zivistanê de dîsa ketin rê. Vê carê Ertûşa ku di navbera Deşta Mûsil û Çiyayê Garê de bû.
Li du kampan belav dibin. Ya yekemîn Ertûş, a duyem Geliyê Qiyametê; bi navê ku ew dibêjin kampên ‘Şehîd Eşref’ û ‘Şehîd Azad’.
Ji xwe re cihek dîtibûn lê ji bo windahiya can pêk neyê gelek dereng mabûn, di sermayê de du zarok mirin.
LI ETRÛŞÊ DI DEMA AMBARGOYÊ DE MIRINÊN ZAROKAN
Kesekî ji nava kampê ya ku sê meh bû zad û qût nehatibûyê wiha vedibêje:
“.. Bi qedeha çayê nîsk belav dikirin. Lê ne rûn, ne nan û ne jî xwê, tiştek tunebû. Wê demê gelek zarok mirin. Ji ber tiştek tunebû dayik bixwin, şîr bidin zarokên xwe.
...Ard qediya. Tiştek nema. Hinek pez mabûn. Ew jî ji birçîna mirin. Li kampê bû. Me 90 rojî nan çênekir. Hinek nanê hişk, ji berê de mabû. Me yê bida sewalan, lê me anî di avê de nerm kir û da zarokan.
...Komîteyan zad û qut belav dikirin. Di nava gel de tifaq hebû. Li malbateke ji 10 kesî pêk tê du qedehên çayê hebûya, yek didan malbata din. Xizmê yekî jê re tiştek bianiya, bi malbatên din re dihat parvekirin, yanî ji bo rojên pêş venedişartin.
Têkoşîna jiyana wan wisa berdewam dikir, di sala 1995’an de operasyona Çelîk, tevlî operasyona PDK’ê bû û zextên li ser kampa ku wek alîgirên PKK’ê dihat binavkirin de, zêde bûn, ambargo berfirehtir bû.
Li kampa Geliyê Qiyametê di 12’ê Îlonê de êrîş pêk hat û 5 Kurd, di êrîşa li dijî meşa kampa Etrûş de Zeynep Erdem jiyana xwe ji dest da.
Di 18’ê Îlona 1995’an de di êrîşeke din de 4 penaberan jiyana xwe ji dest da. Li ser van axan ku dema kampa Etrûş jî têde bi giştî nêzî 50 Kurdî di êrîşan de jiyana xwe ji dest da.
BI KOÇA DUYEM RE HER DU KAMP BÛN YEK
Piştî serdemeke bi pevçûn şûnde şêniyên kampê bi heyeta NY’ê re hevdîtin krin û di 1996’an de meha Mijdarê de her du kamp li Etrûşê kom bûn.
Lê vê bêdengiyê mehekê li ber xwe neda. Di meha Kanûnê de NY ku xwe wek saziyek serbixwe nîşan dida, piştî hevsengiyên siyasî ketin dewreyê, biryar da ku ji kampê vekişe. NY tenê bi vekişînê sînor namîne, alîkariyê dibire û her wiha dixwaze kamp vala bibe.
KOÇA 5’EMÎN BER BI NÎNOVAYÊ YE
Ev zivistana sêyemîn ya penaberên Etrûşê ku ji malên xwe dûr derbas dikirin. Hê sê salên wan tijî nebibû, çar caran hatibûn koçberkirin. Niha dixwazin cara 5’an koç bikin.
Bi veqetîna UNHCR’ê ya girêdayê NY’ê re kamp bi giştî ji êrîşan re hate vekirin. di 27’ê Sibata 1997’an de kampa Etrûş neçar ma dîsa koç bike.
Vê carê li bajarê Nînovaya ku di navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê de bû, bicih bûn. Li Kampa penaberan a Nînovayê di meha havînê ya ewil a sala 1997’an de bi giştî 34 zarok ji ber nexweşiya îshalê mirin. NY’ê ji bo her malbatekê du betanî dida. Tenê birçîbûn û hewayê ew koçber nekirin. Pirsgirêka wan ya herî mezin ewlehî bû.
KOÇA ÇAREMÎN BER BI NEHDARAN BÛ
Piştî ku bihistin artêşa Tirk li nêzî Duhokê ye, di 13’ê Sibata 1998’an de kampa Nînovayê hiştin û biryar koçberiyê dan. Hemûyan difikirî bi meşê biçin Nehdaran û piştre jî biçin herêma Soran nêzî Silêmaniyê. Dema gihiştin Nehdaran di nuqteya kontrolê ya Saddam de nehiştin zêde biçin.
Rêwiya di bin berf û baranê de bila dîsa ew bi xwe vebêjin:
“Em ketin geliyekî, heriyê dida heta nava me. Malbatek hat ji me re kon veda. Em 11 malbat ketin bin wî konî.
Li hinek cihan, 40-50 kes di bin konên naylon ên 5 metreyî de bûn. Rewşek wisa bû. zarok ji sermayê mirin. Di nava betaniyan de cenaze anîn.
... Cenazeyek heye bi me re. Jinek Şirnexî miribû. Me li Nînovayê defn nekir, me anî Nehdaran. Rewşek wisa bû, me nedikarî cenazeyê xwe veşêrin.”
Wê demê 3 zarok 2 jin bi giştî 5 kes mirin.
Em du hefteyan man da ku wesayît bên wan bigirin. Xwarina wan a çend rojan ku ji Nînovayê li gel xwe girtibûn jî qediyabû. Sê mehan di nav zeviyên bi mayîn de rê dipan.
KOÇA 7’EMÎN Û RAWESTGEHA DAWÎ MEXMUR
Di 23’ê Gulana 1998’an de koça 7’emîn destpê kir.
Piştî zor û zehmetiyên 4 salan dihat fikirîn ku ew êdî şert û mercên jiyaneke baş heq dikin.
Gotinên rayedarên Iraqê ku ew li wesayîtan kirin û birin, hêvî dabûn wan: “Em ê we bibin cihekî pir xweş. Aliyekî wê çem û aliyê wê yê din çiyaye.”
“Dema wesayît hatin, me xeyal dikir ku wê me bibin ku derê. Hinekan digotin dar û ber e. Hinekan digot dê wek warê me be. Dema em gihiştin wir em matmayî man. Kes ji wesayîtan peya nebû.”
DI SALA EWIL DE 60 ZAROK MIRIN
Ev qada ku 4 km ji bajaroka Mexmûrê dûr bû, ne darek, ne çiyayek hebû. Çol bû. Yekem tişta ku bal dikişand hêlînên mar û dûpişkan bû. Jixwe têkoşîna wan a ewil li dijî dûpişkan bû. Di hefteya ewil de ji ber dûpişkn 7 zarok û jinek pîr mir.
Hewaya çolê mirin jî bi xwe re anîn.
Germahî 50 derece bû. Ava qirêj û konên naylon nexweşî bi xwe re anî. Di sala destpêkê de 60 zarok mirin.
Çar roj piştî bicihbûna kampê şûnde Nûjîna 6 salî ku pey dayika xwe çû avê, 4 roj şûnde 5 km dûrî kampê mirî hat dîtin. Her wiha di 16’ê Hezîranê de bi şev di konê ku agir hatibû pêxistin de ji ber bayê tung agir girt û Zînê Elçî, Newroz û Şîrîn şewitîn. Ev bûyer hê di hişê şêniyên kampê de ye.
Lê têk neçûn, dest jê bernedan. Vê carê bi biryar bûn. Bendewariya wan ji kesekî tune bû. Ne ji NY û ne jî hêzên herêmî.
Hema ketin nava liv û tevgerê....
WÊ BIDOME
*Ji pirtûka Firat Alî ku di sala 2007’an de li Qadên Parastina Medya hat çapkirin û ji notên belgesela rojnameger Nîhat Kaya û rojnameger Xeyrî Kiziler ê niha ji bo drama mirovahiyê ya Şengalê bide bihistin bi birçîbûn û tîbûnê re têdikoşe, hatiye girtin. Em ji bo wan spas dikin...