1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Krêşa kurdî belgeya ewil bi şahiyekê da
Krêşa kurdî belgeya ewil bi şahiyekê da,krêşa,kurdî,belgeya,ewil,bi,şahiyekê,da

Krêşa kurdî belgeya ewil bi şahiyekê da

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li seranserê Tirkiyeyê yekemîn krêşa bi kurdî vekir û belgeyên 56 zarokên tê de perwerde bûne dan

A+ A-

AMED (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li seranserê Tirkiyeyê yekemîn krêşa bi kurdî vekir û belgeyên 56 zarokên tê de perwerde bûne dan. Zarokan bi şahiyekê dawî li sezona îsal anîn.

Şahiya mezûniyetê li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat û Şaredar Osman Baydemîr, Şûngira wî Hafîze Îpek, Seroka Beşa Karên Civakî Semra Kiratli û malbatên zarokan tê de amade bûn. Baydemîr bixêrhatin li zarokan kir û got, “Li vî welatî yekemîn krêş in ku perwerdeya xwe xwerû bi kurdî dikin.” Baydemîr, bal kişand dema dest bi vî karî kirine ji wan we bûye ku dê nava 2 mehan krêşa xwe vekin lê gelekî tengasî kişandiye, da zanîn ku pêdivî bi binesaziyê hebûye û xwest xebatên weha li tevahiya herêmê bêne kirin. Baydemîr, aşkere kir ku di warê materyal û pirtûkan de xebateke pir zîz meşandiye û got, ji bo kurdî pêş bikeve divê malbat bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin.

Piştî slatya ku rewşa zarokan a li krêşê ya xwarişnê, razanê û xebatên rojane hate nîşandayîn zarokan tiştanok, mamik û stran gotin. Malbatên wan bi kêfxweşî li wan temaşe kir û ew çûn ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Baydemîr û Hafîze Îpekê belgeyên mezûniyetê dane zarokan û ew pîroz kirin.

(mae)