1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kujerên serhildana 17'ê Sibatê serbest in
Kujerên serhildana 17'ê Sibatê serbest in,kujerên,serhildana,17,ê,sibatê,serbest,in

Kujerên serhildana 17'ê Sibatê serbest in

Kujerên serhildana 17'ê Sibatê ya li Herêma Federal a Kurdistanê serbest in

A+ A-

SERBAZ SİYAMEND

SILÊMANÎ (DÎHA) – Pêla serhildana ku 14'ê sibata 2011 li welatê Tûnsê dest pê kir û li Misirê ber bi Rojhilata Navîn ve herikî; li Herêmê jî bilav bû. Salek beriya niha bi hezaran kes li dijî bêdadî û nelirêtiyê daketin kolanên Silêmanî û xwest hikûmet dest ji kar bikişîne. Hêzên ewlehiyê jî bi gûleyan bersivê gel da û 10 jê welatî û yek polîs 11 kesan jiyanê xwe ji dest dan. Niha jî Hêzên ewlehiyê bi tirsa dubarekirina çalakiyan di rewşa awarte dene. Her çend dozger fermanê girtinê kujeran daye, lê partên deshilat a Herêmê ne amadene kujeran radestî dozgeriyê bikin.

Di 17'ê sibata 2011'an jî bi mûnasebeta pîrozkirina şoreşa Tûnisê li 'Berderkê Sera' ya bajara silêmaniyê bi awayek fermî çalakiyek ji aliyê saziyên sivîl pêk hat. 2 hezar gel li Berderiye Seraya Silêmaniyê meşek girseyî pêk ani. Gel li 'Berderkê Sera' kom bûn û nerazîbûnên xwe li dijî bêdadî û nelirêtiyê Hikumeta Herêma Kurdistanê anîn ziman û xwestin Hikumet reformê bike. Piştî çalakiyê biqasî 500 kes ber bi Cadeya Mewlewî meşiyan û siloganên "Em diguherîn" avêtin û bi keviran êrişî şaxa 4 ya PDK’ê a Silêmaniyê kirin. Nobetdarên şaxê jî gule ser gel reşandin. Li gor agahiyên ku nexweşxaneya Silêmaniyê bilav kiriye 1 welatî kuşî û 4 welatî birîndar bûn. Li Hewlêr, Duhok, Binesilawe û Dûhôkê bîroyên Tevgera Goran ji aliyê alîgirên PDK'ê ve hatin şewitandin. Di şeva 20'ê sibatê jî NRT tv. Piştî ku 3 rojbûn dest bi weşanê kiribû, tv. ji aliyê hêzek nediyar ve hat şewtandin.

Navê kesên hatin kuştin

Ev çalakiya nerazîbûnê 62 rojan dom kir. Lê hêzên ewlehiyê bi gûle bersivê gel da û 8 jê welatî û 2 polîs bi tevahî 10 kesan jiyanê xwe ji dest dan û zêdeyî 250 kes jî birîndar bûn. Navê kesên hatin kuştin li gorî bajar û temen û dîroka kuştinê wan wihaye: 1. 17 sibat, Silêmanî: Rêjwan Hacî Alî- 14 salî 2. 20 sibat, Silêmanî: Sûrkêw Zahîr Mehmûd- 17 salî 3. 18 sibat, Herdî Farûq Osman- 28 salî 4. 21 sibat, Silêmanî: Şêrzad Teha Qadir- 28 salî 5. 25 sibat, Çemçemal: Germiyan Ahmed Sabîr- 13 salî 6. 25 sibat, Silêmanî: Ûmêd Celal Derwêş- 29 salî 7. 25 sibat, Kelar: Bîlal Ahmed Silêman- 16 salî 8. 27 sibat, Kelar: Reşîd Ahmed Lalo- 50 salî 9. 22 Adar, Helepçe: Alî Resûl- 27 salî – Polîs 10. 23 Adar, Helepçe: Serkar Hemesehîd- 28 salî- Polîs

Sekreterê Politbîroyê PDK'ê: Ew kesên destê xwe dirêjî PDK'ê bikin, emê destê wan bibirîn

Sekrerê Politbîroyê PDK'ê Fazîl Mîranî daxwînî da û got: " Ew kesên destê xwe dirêjî PDK'ê bikin, emê destê wan bi birîn". Hikumeta Herêma Federal Kurdistanê, PDK, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyên nivîskî yên cuda weşandin.

Piştre PDK bi serê xwe 3 hezar hêzên xwe yên tayîbet ji bo bajara Silêmaniyê şand. Ev hêz li tev silêmaniyê hatin belav kirin û gelek kes binçav kirin. Meş û nerazîbûnên gel jî li 'Bersderkê Sera' ya bajara Silêmaniyê dom kir. Ji ber ku hejmarê gel li wanderan pir bû nedikarîn li wê derê êrişî gel bikin.

Serokê Herêmê Barzanî: Dijminên Herêma Kurdistanê planan dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Nemsayê bû. Di vê rewşa tevlîhev de Barzanî, daxuyaniyek nivîskî têkîldarî bûyerên li Silêmaniyê weşand. Barzanî jî xwest ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê der barê bûyeran de lêkolînê bide destpêkirin. Hêzên ewlehiyê yê herêmê jî kontrolê bigirin destên xwe. Barzanî got: " Roja 17’ê Sibata 2011'an li bajarê Silêmaniyê êrîşî buroya PDK'ê kirin. Di encama êrîşan de kuştî û birîndar çêbûn. Bêguman aşkera ye ku dijminên gelê Kurdistanê li ser pêkanîna fitne û fesadiyan berdewam dikin. Lê gelê Kurdistanê hişyar in û ew ê planên qirêj ên van hêzan pûç bikin."

Ji bo îstîfakirinê 500 hezar îmza hatin komkirin

Barzanî ji bo ajansek Italî gotbû 'Eger 500 hezar kes li Herêmê bi bêjin em Barzanî naxwazin, ez amademe ku îstifa bikim". Lê gelê xwendevanên Silêmaniyê zêdeyî 500 Hezar îmza kom kirin û herê dawî Barzanî îstifa nekir!

Xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê: Bila kujer bên darizandin

Di roja 21'ê sibata 2011 xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê û hewlatiyan jî li 'Berderkê Sera' ya bajêr meşê nerazîbûnê dest pêkir. Xwepêşanderan xwestin ku kujerên welatiyên bên darizandin û hêzên PDK'ê ji bajar bên derxistin.

Li Hewlêrê rê li xwepêşandana nerazîbûnê hat girtin

Meşên nerazîbûnê li navçeya Raniye, Syîdsadiq, Çawqurne, Qeladizê, Kifrî, Kelar, bajêrokê Koyî Sinceq, li Helepçe û gelek derên din bilav bû. Li Hewlêrê jî rewşa awarte hat îlan kirin. Rayedarên Hewlêrê derveyî ew meşên ku ew dixwazin destûra xwepêşandana nerazîbûnê nedan. Herwiha di 24'ê sibatê de ku biryar bû li hewlêrê meş pêk bê, hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê êrişî gel kirin. Gelek kes binçav kirin. Piştî ku xirab li wan dan û laşê wan birîndar kirin, di bin zextê gel û saziyên navdewletî kesên hatbûn girtin serbest hatin berdan.

Desteka xwepêşanderan kirin

Çalakiyên gel û xwendekarên Zanîngeha Silêmanîyê ên li Silêmaniyê bê navber didom kir. Rojnamevan Rêbîn Herdî, Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kameran Mentik, Sosyolog Farûq Refîq, Dr. Fayîq Gûlopî, mamostayên olî û Endamên Encûmena Waliyeta Silêmaniyê jî destek dan meşvanan.

Serokê û endamek Lêjneya Nelirêtî û Bêdadiyê îstifa kir

Serokê Lêjneya Nelirêtî û Bêdadiyê Dr. Refîq Sabîr û endamê Lijneya Nelirêtî ji Tevgera Goran Perlemanter Dr. Zana Rewuf ji lejneyê îstifa kirin. Dr. Refîq Sabîr got: " Dema ez serokê lêjneyekê bim û nekarim tiştekê bikim, xwîna gelê min bê rijandin çêtire ez serokê vê lejneyê nebim. Ji ber wê min biryar da îstifa bikim".

Perleman û civîna awarte

23.02.11 Di Perleman de civîna awarte, Perlemanterên goran di civînê: Bila Serokê Hikmumet Dr. Berhem Salih û Wezîrê Pêşmerge Şêx Cehfer û Wezîrê karê Hindir Kerîm sincarî ji gurevê xwe îstifa bikin. Di roja 25'ê sibatê meşa nerazîbûnê a li dijî bêdadî û nelirêtî li tevahî Iraqê bilav bû.

Di nava girseya gel de teqîn pêk anîn.

Di roja 26'ê Sibata 2011'an Li 'Berderkê Sera' ya Silêmaniyê ku bi bû qada xwepêşandanan, bombeyek teqiya. Bi vê yekê 2 xwepêşander mirin.

Xwedina zanînegehan dan seknandin

Di roja 24'ê sibata 2011 jiber tirsa 'Xwendevan xwepêşandana li Herwlêrê pêktînin'Yekêtiya Qûtabîyan (Xwendekar)ên Kurdistanê ya PKD' xwendina li Zanîngeha Selhedîn a Hewlêrê heya 1'ê meha Nîsanê dan sekndanin. Wezareta Xwendina bilind derbarê vê yekê bêdeng ma û tu daxwînî neda. Di 7'ê Adara 2011'an li bajêrê Silêmaniyê û rayedarên ji ber bertekên xwendekaran ketin nava tirsê û bi biryareke siyasî xwendina li Zanîngeha Silêmaniyê jî betal kirin. Li Zanîngeha Silêmaniyê: nêzîkî 8 hezar xwendekar dixwînin û li Zanîngeha Selahedîn jî 12 kolejê hene ku nêzîkî 30 hezar xwendevan tê de dixwînin.

Bila hersê serokatiyên herêmê bê hilweşandin

Çalakiyên nerazîbûnê yê Berderkê Sera ya bajêrê Silêmaniyê ket roja 48’mîn. Di roja 05 ê Nîsan (Gûlan)ê de Encûmena demî ya Berderkê Serayê bi awayek fermî daxwaza hilweşandina her sê serokatiyên Herêmê Serokatiyên Perleman, Hikumet û Serokê Herêma Kurdistanê, kir. Serokên 3 hêzên mûhalefet a Herêmê(Tevgera Goran, Komela Islamî û Yekgirtuya Islamî) civînek taybet pêk anîn. Wan jî xwest hersê serokatiyên herêmê bê helweşandin.

Kujeran radestî edaletê nakin!

Di roja 18'ê Gûlana 2011'an hêzên herêmê êrişî girseya gel kirin. Li Silêmaniyê alozî dest pêkir. Bi guleya polîsan 8 hewelatî bi giranî hatin birîndarkirin. Çalakiya nerazîbûnê 62 rojan dom kir. Herê dawî hêzek tayîbet a YNK'ê bi êriş û darê zorî dawî li meşê Silêmaniyê anîn. Kesên PDK û YNK'ê yên ku xelkê sivîl kuşt, girt û eşkence kir serbestin. Herçend bi firmanê dozgeriyê biryara girtinê ji boyî wan hatiye dan, lê hêzên deshilat ne amadene kujeran radestî dozgeriyê bikin.

(ssq/mae)