1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd bi 4 daxwazan xwe amade dikin
Kurd bi 4 daxwazan xwe amade dikin,kurd,bi,4,daxwazan,xwe,amade,dikin

Kurd bi 4 daxwazan xwe amade dikin

Kurd bi 4 daxwazan xwe ji bo makeqanûna nû amade dikin

A+ A-

SERTAÇ KAYAR Li aliyekî amadekarî û xebatên makeqanûnê zêde dibin, li aliyê din jî operasyonên siyasî, leşkerî bê navber didomin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir dibe. Li gel vê yekê kurd jî bi 4 daxwazen xwe yên sereke ên Statu, Rêxistinbûn, nasname perwerdehiya zimanê zikmakî amadekariya makeqanûnê dikin. Endamê Komîsyona Makeqanûnê ya KCD'ê Prz. Cebbar Leygara, diyar kir ku her kes bi hêsanî daxwazên xwe niqaş dike, lê kurd nikarin daxwazên xwe bînin ziman. Leygara, anî ziman ku dê li gel hemû astengiyan 4 daxwazên xwe yên sereke bînin ziman.

Li Tirkiyeyê makeqanûna nû demek dirêj e tê niqaşkirin. Li ser makeqanûnê gelek derdor, sazî û dezgeh daxwazên xwe tînin ziman. Lê li gel ku kurd daxwazên xwe tînin ziman û ji bo daxwazên xwe stantên îmzeyan vedikin jî, daxwazên wan li ber çavan nayên girtin û daxwazên kurdan tên astengkirin. Daxwazên kurdan ên ji bo makeqanûna demokratîk, statu, nasname, perwerdehiya zimanê zikmakî û rêxistinbûna demokratîk ji aliyê waliyên dewletê ve tên astengkirin. Di vê pêvajoya ku niqaşên li ser makeqanûna nû tên kirin û amadekariyên sazkirina makeqanûna nû tê kirin de operasyonên siyasî û leşkerî didomin û her roj siyasetmedar, parêzer, rojnamegerên kurd tên girtin. Hemû daxwazên kurdan wekî derzagonî tên dîtin. Nûnerên KCD, BDP, Tevgera Demokratên Şoreşgerên Kurd (TDŞK), HAK-PAR, KADEP û Partiya Sosyalîst û Azadiyê (OSP) li ser makeqanûna nû daxwazên xwe niqaş kiribûn û li ser 4 daxwazên hevbeş li hev kiribûn. Nûnerên partiyên siyasî yên kurdan piştî niqaşan li ser 4 daxwazên sereke yên "Nasnameya gelê kurd bê naskirin, partî û rêxistinên kurdan bi navê kurd û Kurdistanê bê mîsogerkirin. zimanê kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Li erdnigariya Kurdistanê gelê herêmê xwe bi xwe bi rêve bibin" gihiştin daxwazek hevbeş. Partiyên kurdan piştî komcivînê li ser 4 daxwazan bûn yek û diyar kirin ku di makeqanûna nû de ew tune bin makeqanûn jî nayê qebûlkirin.

'Her kes diaxive, lê kurt tên astengkirin'

Endamê Komîsyona Makeqanûnê ya KCD'ê Prz. Cebbar Leygara, anî ziman ku her kes bi hêsanî daxwazên xwe niqaş dike, lê kurd nikarin daxwazên xwe bînin ziman. Leygara, da zanin ku dê li gel hemû astengiyan 4 daxwazên xwe yên sereke bînin ziman. Leygara, da zanîn ku li gorî lêkolînê ji sedî 80 kes 4 daxwazan dipejirînin. Leygara, da zanîn ku di nava girseya AKP'ê de jî ji sedi 60 heman daxwazan qebûl dikin û wiha got: "Daxwazên Xweseriya demokratîk, federasyon, dewleta serbixwe ya kurdan hemû di nava statuya kurdan de cih digire. Êdî civak û gel statuyê dixwaze. Lê li gel vê yekê hikûmet û dewlet hêj vê yekê qekûl nake û astengiyan derdixe. Destûr nadin ku kurd daxwazên xwe bînin ziman û asteng dikin. Kurd hêj rastî asteniyan tên. Lê êdî em daxwazên xwe bi paşve nakişînin. Kurd dê di 4 daxwazên xwe yên bingehîn de israr bikin." Leygara, da zanîn ku Komîsyona lihevhatinê li gel ku randewû ji wan xwest jî dîsa bi wan re hevdîtin nekir û pêşnûme di meclîsê re derbas kir û wiha berdewam kir: "Ev makeqanûn herî zêde kurdan eleqeder dike. Ji ber ku mafê wan tê binpêkirin û înkarkirin. Ji bo makeqanûnek demokratîk divê daxwazên kurdan ên sereke bên qebûlkirin û parastin."

'Daxwazên kurdan nayên taloqkirin'

Leygara, destnîşan kir ku ji ber ev daxwazên kurdan nayên qebûl kirin û polîtîkayên înkar û îmhayê pirsgirêk mezin dibe û wiha berdewam kir: "Êdî pirsgirêka kurd nayê taloqkirin. Divê êdî daxwazên kurdan neyên taloqkirin. Divê bi lezgîn bên qebûlkirin û bên parastin. Hêvî û daxwaza me ji CHP, MHP û AKP'ê daxwazên kurdan li ber çavan bigirin û qebûl bikin." Leygara, destnîşan kir ku êdî kurd li mafê xwe xwedî derdikevin û ji bo mafê xwe yên bingehîn bedelên giran didin. Leygara, da zanîn ku mafê kurdan jî bi qasî mafê gelê Tirkigeyê û Rojhilata Navîn bingehîn û lezgîn in û kurd ji bo mafê xwe bistînin dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Leygara, bilêv kir ku dê di 15'ê gulanê de mijarê dîsa niqaş bikin û der barê makeqanûna nû de neşxerêyek nû amade bikin. Leygara, bibîrxist ku ev ne tenê xebat û daxwaza KCD'ê ye û di heman demê de daxwazên hemû partiyên dinin jî.

(mae)