1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KURD-DER ji bo perwerdehiya kurdî amade ye
KURD-DER ji bo perwerdehiya kurdî amade ye,kurd,der,ji,bo,perwerdehiya,kurdî,amade,ye

KURD-DER ji bo perwerdehiya kurdî amade ye

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - KURD-DER a ku ji bo pêşketina zimanê kurdî xebatê dimeşîne ji bo perwerdehiya kurdî bide gelê Enqereyê amade ye. KURD-DER di perwerdehiya xwe ya îsal de wê perwerdehiyê bide 250 kesan. Serokê KURD-DER'ê Mustafa Karaman diyar kir ku kursên wan 3-4 mehan didome û wiha axivî: "Perxwerdehiya zimanê zikmakî gelek girîng e, bila malbatên kurd bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û bişînin qursên me."

Gelê kurd di salên dawî de xwe ji gelek aliyan ve bi rêxistin kiriye û ji bo pêşxistina çand, huner û ziman xebatên girîng pêk tîne. Ji van xebatan yek jî xwedîlêderketina zimanê zikmakî ye. KURD-DER a ku ji sala 2004'an ve li Enqereyê ji bo pêşxistina zimanê kurdî xebatê dimeşîne, ji bo sala 2015 dest bi qeydan kir.

Serokê Komeleya Demokrasî Çand û Piştevaniya Kurd (KURD-DER) Mustafa Kahraman diyar kir ku qeydê wan nû dest pê kiriye û got ku ji niha de eleqeyeki mezin heye û ev tişt anî ziman: "Tevî xwendekarên me yên berê dê 250 xwendekarên me perwerdehiyê bibînin." Karaman da zanîn ku di nava perxwerdehiya wan de zaravayên dimilkî û soranî ji heye û wiha pê de çû: "Em di perwerdehiyê de zaravayên dimilkî û soranî jî didin. Em tenê li avahiya xwe perwerdehiyê nadin, em mamosteyan dişînin qursên ji hêla Egîtîm Sen û Navenda Çanda Arîn Mîrkan ên destpêkirin û li wir jî perwerdehiyê didin."

'Bi zarokên xwe re kurdî biaxivin'

Karaman diyar kir ku li avahiya wan têrî 250 hev kesan heye û welatî ji bo perwerdehiyê bibînin tên qeyda xwe çêdikin û wiha axivî: "Ew ê ku tên qursê piranî ciwan in. Di nav xwendekar û welatiyên dixebitin jî hene." Karaman ragihand ku ew ê di îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin û ev agahiya da: "Kursên me 3-4 mehan berdewam dike. Di her kursên me de em 80 seat perwerdehiyêî didin." Karaman bal kişand li ser pişaftinê û ev bang li hemû kurdên li Enqereyê dijîn kir: "Perxwerdehiya zimanê zikmakî gelek girîng e, bila malbatên kurd bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û bişînin qursên me."

'Di nav şer de perwerdehî çênabe'

Karaman derbirî ku welatiyên tên kursan bila heta dawiya kursê bi rêk û pêk tevlî perwerdehiyê bibin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Bila heta dawî tevlî qursan bibin. Lewra em gorî van qursên xwe amade dikin lê ew ê ku zanîngehê dixwînin ezmunê wan ê zanîngehê diqedin dev ji qursê berdidin. Îsal em nahêlin tiştekî wisa biqewime, em ê ji wan re bibêjin qursê dewam bikin." Karaman bal kişand hewldana Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji bo planên xwe yên "Serokdewletiyê" piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê konsepta şer xist dewrê û diyar kir ku di nav şer de perwerdehî çênabe û wiha axaftina xwe wiha domand: "Hikûmet gava şer dike erîşî perwerdehiya jî dike."

Karaman diyar kir ku ji bo şer bêsekinandin bila tecrîda li ser Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila mutabaqata Dolmabahçe bikeve rojevê Gelê kurd ji dewletê mafê xwe yê xwezayî dixwazen, wê mafê ku dewlet gaspkiriye bistînin. Ji bo vê jî divê ji bo hemû gelan Makeqanûnek nû bê avakirin."

(fb/wk)