1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd dixwazin Nûçe û Stêrk Tv li ser Nîlsatê weşanê bikin
Kurd dixwazin Nûçe û Stêrk Tv li ser Nîlsatê weşanê bikin,kurd,dixwazin,nûçe,û,stêrk,tv,li,ser,nîlsatê,weşanê,bikin

Kurd dixwazin Nûçe û Stêrk Tv li ser Nîlsatê weşanê bikin

A+ A-

Li Herêma Federal a Kurdisatnê ji bo Nûçe TV û Stêrk TV careke din li ser Nîlsatê weşanê bikin 20 hezar îmza hatin komkirin. Di kampanyaya encamên wê bi daxuyaniyekî ji çapemeniyê re hatin aşkera kirin de îmzayên hatin komkirin dê ji lijneya weşanê ya Nîlsatê re bên şandin.

Li Herêma Federal a Kurditanê ji bo careke din Nûçe û Stêrk TV li ser Nîlsatê ya bêyî hincet weşanên wê hatin qutkirin careke din li ser Nîlsatê weşanan bikin hemeke îmzaya kampanyayê hatibû destpêkirin û kampanyaya bi encam bû. Encamên kampanyayê bi civînekî çapemeniyê ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Ji bo Nûçe TV û Stêrk TV li ser uyduya Nîlsatê çareke din weşanê bike ji bo Nûçe TV 20 hezar û 719 û ji Stêrk TV jî 22 hezar û 883 îmza hatin komkirin.

Têkildarî kampanyaya ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve dihate meşandin Melle Zana Xeyam daxuyanî da û diyar kir ku li Herêma Federal a Kurdistanê, herêma Şengal û Xaenqînê wan îmza kom kirin û wiha got: "Li gorî zagonên Ewropayê ji bo televîzyonek li ser uyduyekê weşanê bike 15 hezar temaşevan bes in. Em 20 hezar îmza komkirin. Heke pêdivî pê heme em dikarin ewqas din jî kom bikin." Xeyam, da zanin ku ew dê îmzayan bi riya postayê ji lijneya weşanê ya uyduya Nîlsatê re bişînin.

Stêrk TV di sala 2009'an de li ser uyduya Nîlsatê dest bi weşana testê kir û di 6'ê sibata 2012'an de dest bi weşana asayî kir. Di 30'ê îlona 2012'an de jî bêyî hincetekî zagonî nîşan bidin peyman yek alî hate ferskirin. Nûçe TV jî ligel mafê weşanê girtî jî destûr ji weşanê wê re jî nehate dayîn û peyman hate betalkirin.

(bd/mae)