Kurd dê ber bi Amedê ve biherikin
'Kurdên koçber dê ber bi Amedê ve biherikin'
Ligel rêxistinên sivîl dê kurdên koçberî bajarên rojavahiyê bûn tevlî mîtînga KCD'ê û BDP'ê ya bi şîara "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" a ku dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê pêk bê bibin. Li Êlihê jî bi heman ramancê xebat berdewam dikin.
Li bajarên rojavayê û herêmê amadekariyên mîtînga ji aliyê KCD û BDP'ê ve di 14'ê tîrmehê li Amedê bi ji bo "Ocalan azadî" ya bi şîara "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" didomin. Ligel amadekariyên mitîngê rêxitinên sivîl ên civakî jî piştgirî dan mitîngê. Ji bajarên xebatên mîtîngê lê tê kirin yek jî Mêrsîn e. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Akdenîzê Emîn Usku xebatên mitîngê nirxandin. Uslu, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike nayê qebûlkirin û wiha got: "Li tu cihê cîhanê wehşeteke wisa neyatiye kirin. Birêz Ocalan aktorê nûnertiya gelê kurd dike ye. Tecrîd bi zanebûn pêk tê û ji ber ku kesekî ji rêzê nîn e. Divê em bi ramana hikûmeta AKP'ê aştiyê dinamît dike tev bigerin. Divê mitînga 14'ê tîrmehê bi riyê Newrozê bê kirin û ji bo 'Ocalan azadî' pêk bê."
'Kurdên koçber jî ber bi Amedê ve biherikin'
Hevserokê Goç-Der'ê yê Akdenîzê Selahattîn Guvenç, diyar kir ku kurdên koçberî Mêrsînê bûn jî dê ber bi Amedê ve bi herikin û wiha got: "Em jî weke Goç-Der dê tevlî mîtînga di 14'ê tîrmehê ya dê li Amedê bibin. Aştiya tirk û kurda dê Birêz Ocalan înşa bike. Divê aktorekî ewqas li ber çav bê girtin."
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrsînê Alî Tanirverdî jî diyar kir ku divê hemû kes guh bide dengê ji Amedê bilind dibe û wiha got: "Kurdan her tim ji bo çareseriya muhatap Birêz Ocalan dubare kirin. Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin hêzeke demokratîk pêvîst e. Em weke ÎHD vê mitîgnê gelek girîng dibînin. Em weke ÎHD dê bi hêza xwe li Amedê li cem kurdan bin."
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armancê amedarkarî berdewam dikin. Li Êlihê li gele KCD û BDP'ê rêxistinên sivîl jî amadekariyên mitîngê dikin. Sekreterê Hiqûqê yê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Êlihê Onur Kunteş bal kişand ser geşedanên siyasî û wiha got: "Bi taybet ji sala 2009'an heta niha bi operasyonên qirkirina siyasî bi hezaran siyasetmedarên kurd, wekîl, rojnameger, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan û gelek kedkar hatin girtin. Bi vê yekê di pirsgirêka kurd de neçareseriya derket holê. Li gel van hemûyan li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan tecrîdeke giran hate destpêkirin. Em bawer dikin ku mitînga 14'ê tîrmehê dê bandorekê li çareseriya pirsgirêka kurd bike. Em jî weke Şaxa Egîtîm Sen'ê dê tevlî mitînga ji her aliyan kes tevlî dibin bibin."
Serokê Şaxa SES'ê yê Êlihê Esad Altunişik, bal kişand ser girîngiya mitîngê û wiha got: "Kesên ji bo ku kesê ji xwe re rêber dîtin pêk tînin em mafdar dibînin û piştgiriyê didin wan. Em mitînga li Amedê dê di 14'ê tîrmehê de pêk bê girîng dibînin. Divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin."
Serokê Şaxa TTB'ê yê Êlihê Mehmet Demîr jî axivî û wiha got: "Nêzî salekêye hevdîtinên Birêz Abdullah Ocalan tên astengkirin. Ev yekê di hiqûq Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî de nayê qebûlkirin. Ev yekê tê wateya binpêkirina mafên mirovan ên navneteweyî. Ji ber vê yekê divê li gel gelê kurd hemû derdorên demokrat û derdorên muxalîf tevlî mitînga 14'ê tîrmehê bibin."
(bd/mae)