1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Kurd dê bersiva pêwîst bidin´
´Kurd dê bersiva pêwîst bidin´,kurd,dê,bersiva,pêwîst,bidin

´Kurd dê bersiva pêwîst bidin´

Salih Muslîm: Kurd dê bersiva pêwîst bidin

A+ A-

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslîm piştî qetilkirina Fermandara YPG’ê ya herêma Helebê Nûjîn Dêrik, ragihand ku dê gelê Kurd bersiva pêwîst bidin êrîşê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê û diyar kir ku Nûjîn Dêrik bûye qûrbana êrîşeke namerdane û got: “Di kevneşopî û edeta Kurdan de qetilkirina mirovek dîl tune ye. Ev yek ne li gorî pîvanên mirovahiyê ye jî. Û ev ne cara yekem e ku wisa dibe. Beriya du mehan li Efrînê jî ji endamên YPG’ê hevalê me Çekdar Amed dîl hate girtin, hate îşkencekirin û piştre dan ber kêran û ew kuştin. Em tu carî nikarin wehşeteke wiha qebûl bikin. Gelê Kurd vê yekê tu carî qebûl nake. Bersiva pêwîst dê bidin van kesan.”

Muslîm bi bîr xist ku Artêşa Sûriyeya Azad ji navendekê nayê birêvebirin û da zanîn ku ji vana beşek bi desteka Tirkiyeyê li dijî Kurdan tevdigerin û ji bihêzbûna Kurdan a li herêmê gelek nerehet in. Mulsîm da zanîn ku ev kom bi dîrektîfa Tirkiyeyê êrîşê Kurdan dikin û got: “Berpirsê yekem ê van êrîşan Tûgaya Selehedîn Eyûbî û Emmar Dadîkî yên ku desteka çekan û pere ji Tirkiyeyê werdigirin e. Ev her du yekîne li dijî Kurdan hevkariyê dikin.”

Muslîm bi bîr xist ku YPG’ê gotiye ku ew ê li hemberî hemû êrîşan gelê Kurd biparêzin û got: “Yekîneyên YPG’ê xwedî wê hêzê ne ku dikarin li hemberî hemû êrîşan sivîlan biparêzin. Ev komên destekê ji Tirkiyeyê digirin êrîşê sivîlan dikin. Lê me tu caran êrîşê sivîlan nekiriye. Gelê me gelek nerazî ye. Rewşa Helebê pir aloz e. Em bi zorê gelê xwe digirin. Niha tedbîrên ewlehiyê li bajêr hatine xurtkirin. YPG ji bo parastina gel bendên nû daniye.”

Muslîm da zanîn ku PYD girêdayî hemû biryarên ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurdan (DBK) ve tên dayîn e û got ku PYD di van mijaran de tu caran bi serê xwe biryaran nade. Muslîm bal kişand ser propagandayên reşkirinê yên li dijî PDY’ê jî û da zanîn ku ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji kiryarê partiya Azadiyê digirin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî