Kurd dê Roboskiyê ji bîr nekin
Kurd dê komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin
Li gundê Dîgoman yê girêdayî Qeladizê meşek hate li darxistin û 34 Kurdên sivîl yên li Roboskiyê ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin protesto kirin.
Meşa ku ji aliyê Tevgera Hemwelatiyê Azad, PÇDK û Tevgera Ciwanên Welatparêz ya Başûrê Kurdistanê ve hate organîze kirin bi dehan kes tevlîbûn. Di meşê de wêneyên kesên di komkujiya Roboskiyê û Kortekê de jiyana xwe ji dest dane û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bakûr, Başûr, Rojhilat Apo Serokê Welat” û “Qatîl Erdogan” hatin avêtin.
Di dawiya meşê de ji bo kesên di komkujiya Roboskî û Kortekê de jiyana xwe ji dest dayîn deqîqeyekê rêzgirtin. Piştre daxuyanî ji aliyê Kamûran Xelat ve ji çapemeniyê re hate xwendin. Di daxuyaniyê de dewleta Tirk hate şermezar kirin û hate gotin ku, gelê Kurd wê tucaran komkujiyan ji bîr neke û hesabê wan bipirse.
Meş bi avêtina sloganan bidawî bû.
ANF NEWS AGENCY