1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Kurd dê xwedî li Rêberê xwe derkevin´
´Kurd dê xwedî li Rêberê xwe derkevin´,kurd,dê,xwedî,li,rêberê,xwe,derkevin

´Kurd dê xwedî li Rêberê xwe derkevin´

Kurkçu: Gelê kurd dê biherike Amedê û xwedî li Rêberê xwe derkeve

A+ A-

Parlementerê BDP'a Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu beşdarî xebatên ji bo mîtînga ku ji aliyê BDP'ê û KCD'ê bi şîara "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" li Amedê di 14'ê Tîrmehê de were lidarxistin bû û wiha got: " Ez bawer dikim ku dê mîlyonek kes beşdarî mitîngê bibe. Gelê kurd dê biherike Amedê û xwedî li Rêberê xwe Abdûllah Ocalan derkeve."

Li Mêrsînê ev 2 roje xebatên ji bo mitînga ji aliyê BDP û KCD'ê bi şîara "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" li Amedê di 14'ê Tîrmehê de were lidarxistin, hatiye destpêkirin. Di civînên gel ên ku li navçeyên Mezîtlî û Yenîşehîr hate lidarxistin de Parlementerê BDP'a Mêrsînê Erûgrûl Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, endamên MP'a BDP'ê Huseyîn Şapûk û Ramazan Yildiz, Hevserokên BDP'a Mêrsînê Mûsa Kûlû û Aynûr Aşan beşdar bûn. Bi sedan kes li avahiya BDP'a Yenîşehîrê hatin cem hev. Civîn bi deqîqeyek ji bo bîranîna kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye rêzgirtinê dest pê kir. Parlementerê BDP'a Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu axaftinek kin kir û bang li gelê kurd kir ku xwedî li Rêberê xwe derkeve û da zanîn ku hewceye gelê kurd di 14'ê Tîrmehê de li Amedê bêje "Ez li vir im".

'Gelê tirk, karker, kedkar jî divê piştgiriyê bidin mitîngê'

Kurkçu destnîşan kir ku gelê kurd dê li hemberî polîtîkayên AKP'ê ku li hemberî têkoşîna gelê kurd dide meşandin derkeve qadan û wiha got:" Ez bawer dikim ku dê mîlyonek kes beşdarî mitînga Amedê bibe. Li hemberî polîtîkayên zextî yê AKP'ê ku 9 hezar şoreşgerê kurd xistiye girtîgehan dema gotina 'Ez li vir im' hatiye. Gelê kurd dê ber bi Amedê ve biherike û xwedî li Rêberê xwe Abdûllah Ocalan derkeve. Ji Mêrsînê jî ji 7 salî heta 70 salî divê gelê me di 14'ê Tîrmehê berê xwe bide Amedê. Ji bilî vê gelê tirk, karker, kedkar û karmendên ku dixwazin aştî were û pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bibe jî beşdarî mitîngê bibe.

'Hemû wesayîtên taybet bila amade bin'

Hevserokên BDP'a Mêrsînê Aynûr Aşan û Mûsa Kûlû jî di civînê de derbarî ji bo çûyîna mîtîngê agahiyên teknîkî dan û xwest ku ji bo çûyînê hemû wesayîtên taybet ên li Mêrsînê amade bê sekinandin. Li Navçeya Mezîtliyê jî civîn hate lidarxistin û agahî dan gel. Hate zanîn ku lîsteya kesên ku dê beşdarî mitîngê bibin tê derxistin.

(ab)