Kurd ji bo sê şoreşgeran li kolanan in
Qetilkirina siyasetmedarên jin ên Kurd li paytexta Almanya Berlînê û bajarê Kîelê bi girseyî hate protestokirin
Berlîn - Qetilkirina siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê pêk hat, li paytexta Almanya Berlînê û bajarê Kîelê bi girseyî hate protestokirin. Derdora 3 hezar Kurdistanî û dostên wan li Berlînê meşek li dar xisitn û ji bo her sê jinên şoreşger mûm vêxistin.
Qetilkirina jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê çile li Parîsê pêk hat, li Berlîna paytexta Franseyê hate protestokirin. Kurdistaniyên li Berlînê meşek li dar xistin û komên çepgir, komên penaber ên Tirkiyeyî û Alman destekê dan çalakiyê.
Kurdistaniyan di meşê de wêneyên her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan û bênavber dirûşimên “Şehîd Namirin” qêriyan. Kurdistanî bi qasî ku xemgîn bûn, ew qas jî bi hêrs bûn. Di çalakiyê de axaftinên bi Kurdî, Almanî û Tirkî hatin kirin û nelet li komkujiyê hate barandin.
Kurdan ji hukûmeta Franseyê xwest ku demek beriya demekê vê komkujiyê ranî bike. Meşa Kurdistaniyan li qada Oranienplatzê bi dawî bû. Li vir Kurdistaniyan ji bo her sê jinên şoreşger mûm vêxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Almanya Kîelê jî dijîn, li qada Asmus Brenerplatzê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê qetilkirina her sê siyasetmedarên Kurd şermezar kirin. Di dema daxuyaniyê de belavokên bi Almanî derbarê komkujiyê de hatin belavkirin.
Her wiha, dê nerazîbûnên gelê Kurd berdewam bikin. Îro saet di 13.00 dê li bajarê Kassel a Almanyayê li ber postexaneya mezin û li Hannoverê di heman saetê de û li Steintorê jî dê mintîngek bê lidarxistin.
Kurdên li bajarê Innsbruck a Awusturyayê jî dê roja şemiyê saet di 14.00-17.00 de li Inssbruck Aststattê komkujiyê protesto bikin. Mala Gel a Kurdan ku çalakiyê organîze dike, bang li gel kir ku tevlî çalakiyê bibe.
ANF NEWS AGENCY