Kurd ji bo şermezarkirina komkujiyê dadikevin qadan
NAVENDA NÛÇEYAN 09.06.2014 07:00:00 Li dijî komkujiya artêşa Tirk a li Liceyê, ku di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, wê îro li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî werin lidarxistin. Kurd wê saet di 12'an de bi hevdemî dakevin qadan.
Hêrsa li hemberî komkujiya artêşa Tirk a li Liceyê, ku di encamê de Bakî Akdemîr û Ramazan Baran jiyana xwe ji dest dan, mezin dibe. Li ser banga BDP'ê, îro saet di 12'an de Kurd wê li her qada lê ne, çalakiyan lidar bixin.
Tevî BDP ya ku giştî name di vî warî de şand ji hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan, rêxistinên civakî yên sivîl jî wê destekê bidin protestoyên îro.
ÇALAKÎ TEVAHIYA ŞEVÊ DEWAM KIRIN
Di vê navberê de çalakiyên protestoyî duh bi şev jî li gelek navendan dewam kirin. Komeke li taxa Fîskaya ya Amedê hat cem hev, rêya Deriyê Çiyê-Zanîngeha Dîcle li çûn û hatinê girt û kontrola nasnameyê kir. Ji ber êrîşa polîsan a bi gaza îsotê û ava şid, pevçûn derket. Ciwan bi kevir, molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan û çalakiya xwe dewam kirin.
Komeke din jî li ser rêya Rihayê kom bû û bi qasî saetekê rê li çûn û hatinê girt. Koma ku dirûşmên "Bijî Berxweana Liceyê" û "Bijî Serok Apo" qîriya, rastî destwerdana polîsan hat. Li hemberî polîsên bombeya gazê û fîşekên plastîk bikar anîn, ciwanan bi molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan.
ÊLIH
Komeke rûpêçandî ya ji sedan ciwanan, li kolana Cizîrê ya di navbera taxên Petrol û Yavûz Selîm ên Êlihê de meşiya, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hildan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Êlih raperîne ji Liceyê re silav e", "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedaan Liceyê" qîriya. Ciwanan li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyeke rêz girtin û piştre bi awayekî leşkerî li çarxerêya kolana Cizîrê dest bi meşê kirin. Ji ber êrîşa polîsan a bi bombeya gazê û ava şid, pevçûnê destpê kir. Pevçûna navbera ciwanan û polîsan demeke dirêj li nava kolanan dewam kir. Piştî ku polîsan xwe vekişandin nava kolanan, pevçûn bi dawî bû.
DÊRSIM
Komek endamê YDG-H li Dêrsimê rêya li Taxa Gedîkê li çûn û hatinê girt. Ciwanên li ser rê kontrola nasname û rê kirin, rastî destwerdana polîsan a bi gaza îsotê û ava şid hatin. Ciwanan jî bi kevir, molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûnên li vê derê heta derengiya şevê li nava kolanan dewam kirin.
STENBOL
Çalakiya 'Silav' a ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ve li Bazara Gel a Bakirkoyê hat lidarxistin, bi beşdariya hezaran kesî pêk hat. Piştî çalakiyê bi sedan kes, bi armanca şermezarkirina qetilkirina du welatiyan li Liceyê, ber bi Stasyona Metro ya Bakirkoyê ve meşiyan. Girseya gel a xwe gihand ber Stasyona Metroyê, rastî destwerdana polîsan a bi ava şid û bombeya gazê hat. Ji êrîşa polîsan re ciwanan bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan. Piştî destwerdana polîsan pevçûn derketin û piştî demekê bi dawî bûn.
LI EWROPAYÊ ÇALAKIYAN DEWAM KIRIN
Komkujiya leşkerên Tirk a li Liceyê kirin, li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên li Qada Canabiere ya Marsîlyayê hatin cem hev, bi meşekê hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê anîn ziman. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, Serokê Komeleya Elewiyan li Marsîlyayê Alî Riza Akyol û siyasetmedarê Kurd Azad Colemêrg axaftinek kirin. Colemêrg got, "Em şehîdên xwe yên demokrasî û aştiyeke bi rûmet Ramazan Baran û Bakî Akdemîr bi rêzdarî bibîr tînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nava meha dawî de li hemberî helwesta faşîst a dewleta Tirk, gelê me bi mezinkirina serhildanan re li dijî çêkirina qereqolan li ber xwe daye, ji AKP'ê xwestiye ji van polîtîkayên xwe vegere. Komkujiya li Liceyê nîşan dide ku AKP di pêvajoya çareseriyê de xwedî nêzîkatiyeke ji dil nîne. Di ser re diyar e ku ji bo tepisandina vîna berxwedanê ya gel xwedî biryar e. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku xwedî li şehîdên Liceyê û berxwedanê derkevin."
Mîtîng bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Liceyê" bi dawî bû.
HAMBURG
Li bajarê Almanya Hamburgê bi pêşengiya Yekitiya Hêzê ya Demokratîk, komkujiya li Liceyê hat prtoestokirin. bi sedan kesên li ber stasyona trenê ya navendî hatin cem hev, ji bo bîranîna Ramazan Baran û Haci Bakî Akdemîr deqeyeke rêz girtin û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Liceyê" qîriyan.
Di daxuyaniyan de êrîşa leşkerên Tirk a li Liceyê hat lanetkirin û bal hat kişandin ser durûtiya AKP'ê. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a ji aliyekî ve bhsa pêvajoya çareseriyê û muzakereyê dike, li aliyê din amadekariya şer dike û hat xwestin ku dest ji êrîşkirina gel, çêkirina qereqolan û kolandina xendekan di navbera gelê Kurd de were berdan.
KOLN
Li bajarê Almanya Kolnê, bi mîtîngekê komkujiya li Liceyê hat şermezarkirin.
Di mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Kurd li Kolnê hat organîzekirin, ji pêkhateyên Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk piştgirî dît. Mîtîngê saet di 18.00 de li ber Dêra Domê destpê kir.
Li dû dqeyeke rêzgirtinê li ser navê Navenda Civaka Kurd axaftin hat kirin, komkujiya li Liceyê hat lanetkirin û bang li Kurdan hat kirin ku li her qadê çalakiyan lidar bixin.
Mîtîngê bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Lice", "Her der Lice her der Berxwedan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" bi dawî bû.