Kurd li seranserê cîhanê di çalakiyan de ne
Piştî qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat, Kurd li her çar aliyên cîhanê rabûn ser piyan. Duh li gel meşa mezin a li Parîsê pêk hat, Kurdistaniyan li Swêd, Îtalya, Awusturya û Awstralyayê gelek çalakiyên protestoyî li dar xistin.
SWÊD
Qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar li Parîsê, li bajarên Swêd Goteborg û Stockholmê bi xwepêşandanan hate protestokirin. Kurdistaniyên ku di destê wan de wêneyên ji damezêrnerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û çalaka ciwan Leyla Şaylemez hebûn, bi dirûşiman komkujiyê protesto kirin.
Xwepêşandana li Goteborgê saet di 14.00 de dest pê kir. Kurdistaniyên ku alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn, derbarê komkujiyê de gelek belavok belav kirin.
Piştre li ser navê PKK, PÇDK û PYD’ê axaftin hatin kirin û ji hate destnîşankirin ku dûvikên dewleta kûr dixwazin daxwazên aşitî û azadiyê yên gelê Kurd biçewisîne. Di axaftinan de ji dewleta Franseyê hate xwestin ku di demeke zû de komkujiyê ronî bike. Çalakî bi dirûşimaên bi dawî bû.
Kurdistaniyên li bajarên cûda yên Swêdê jî dijîn berê xwe dan balyozxaneya Tirk a li Swêdê û komkujiya li Parîsê bi meş û mitîngek protesto kirin.
Kurdistanî ji navenda Stockholmê meşiyan balyozxaneya Tirk a li semta Djurgordenê. Derdora 300 Kurdistaniyên ku wêneyên her sê jinên Kurd di destê wan de bûn bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Ji Ocalan re Azadî” qêriyan.
Siyasetmedarê Kurd Velî Tosûn li ber balyozxaneya Tirk axaftinek kir û bal kişand ku di demek de ku hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de li Îmraliyê pêk hat, ev komkujî pêk hat. Tosun komkujiyê weke sabotekirina pêvajoyê bi nav kir û diyar kir ku gelê Kurd tu carî çavê xwe li komkujiyên bi vî rengî nagire û dê efû neke.
AWUSTURYA
Qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarê Innsburgê yê Awusturyayê jî hate protestokirin. Protesto saet di 14.00 de bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan dest pê kir. Di çalakiyê de daxuyaniyên bi Kurdî, Almanî û Tirkî hatin kirin û belavok hatin belavkirin.
Kurdistaniyên ku posterên her sê jinên Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hilgirtin, ji dewleta Franseyê xwestin ku demek beriya demekê komkujiyê ronî bikin. Di meşê de dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Terorîst Tirkiye” hatin qêrîn.
Meş li ber şaredariya Grazê bi dawî bû. Li vir axaftinên bi Kurdî û Almanî hatin kirin û nerazîbûnên tund nîşanî komkujiyê hate dayin.
AWUSTRALYA
Qetilkirina her sê jinên Kurd li parzemîneke din ango Awusturyayê hate protestokirin. Kurdistaniyên li bajarê Melbourne ya Awustralyayê dijîn bi xwepêşandanekê komkujiyê protesto kirin. Çalakiya rûniştinê ji aliyê Komeleya Kurdistaniyên Victoria û Federasyona Komeleyên Kurd ên Awustralyayê ve hate organîzekirin. Çalakî roja şemiyê saet di 11.00 de li Qada Federasyonê ya li navenda bajêr pêk hat û derdora 100 Kurdistanî beşdar bûn. Di çalakiyê de, Kurdistaniyan wêneyên her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan ûn bi dirûşim û dovîsan nelet li komkujiyê barandin.
Li vir daxuyaniyek li dar navên sazî û komeleyên çalakî organîze kirin hate dayin û qetilkirina her sê jinên Kurd bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li bajarên Ewropayê jî êrîş li hemberî Kurdan berdewam dikin û hate destnîşankirin ku mirov nikare êrîşa li dijî her sê jinên Kurd ji êrîşên din ên li dijî Kurdan, tevgera azadiya Kurdan pêk tê cûda bike. Hat ragihandin ku Kurd li Awustralyayê jî li rastî êrîşan tên û bi zextan re rû bi rûn ne û bang li dewleta Franseyê hate kirin ku êrîşê ronî bike û kujeran peyda bike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser nebe, dê zext û komkujiyên li hemberî gelê Kurd berdewam bikin. Kurdan ji hukûmet û raya giştî ya Awustralyayê xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zextê dewlet û hukûmeta Tirk bikin û gotin: “Divê dewleta Tirk Rêberê Kurdan Abdullah Ocalan û nunerên din ên Kurd weke muhatab bibîne û pirsgirêkê bi rêbazên aşitiyane çareser bike.”
Çalakiya rûniştinê bi qasî 3 saetan berdewam kir û dirûşimên “Hûn nikarin me bê deng bikin”, “Ji Kurdistanê re aşitî, ji Ocalan re azadî”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin qîrin.
Hate diyarkirin ku dê Kurdên li bajarê Melbourneyê djîn roja duşemê jî biçin ber konsolosxaneya Franseyê û ji wana bixwazin ku kujeran di demeke kin de peyda bikin û komkujiyê ronî bikin.
ANF NEWS AGENCY