1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Kurd rola Rusan a sala 1917'an dileyzin
"Kurd rola Rusan a sala 1917'an dileyzin,kurd,rola,rusan,a,sala,1917,an,dileyzin

"Kurd rola Rusan a sala 1917'an dileyzin

A+ A-

ENQERE 21.06.2014 10:55:32 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku HDK, ji bo tevgera şoreşger a Tirkiyeyê yekemîn dersa giştî ye ku ji ezmûnên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatiye wergirtin û got, "Kurd rola Rusan a sala 1917'an a di 1. Şerê Cîhanê de lîstibûn, îro li Rojhilata Navîn dileyzin."

Civata Giştî ya Asayî ya HDK'ê, li Salona Konferansê ya Endezyarên Înşaetê bi beşdariya delege, pêkhateyên HDK'ê û welatiyan destpê kir.

Di Civata Giştî de Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, parlamenterên HDP'ê Adil Zozanî, Levent Tuzel, Endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, Parazvanê Mafên Mirovan Akin Bîrdal, Hunermend Yusuf Çetîn, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê HDP'ê yê berê Yavuz Onen û nivîskar Hasan Kiyafet jî amade ne.

Piştî avakirina dîwanê, seroka dîwanê Yûrdûsev Ozsokmenler li civata giştî axivî û diyar kir ku tifaqên navbera partiyên siyasî yên ji sala 1995'an û vir ve tên memaşdin gihaştiye qonaxeke nû. Ozsokmenler destnîşan kir ku ji bo ew Tirkiyeyê bikin welatekî demokratîk ê bindest û gelan, ew gihaştine qonaxeke girîng a biryardayînê.

Piştî axaftina Ozsokmenler ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, deqeyek rêz hat girtin.

Dûre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tûncel axaftina vekirinê ya Civata Giştî kir. Tûncel diyar kir ku ew cîhaneke cuda dixwazin û beriya vê jî yên derfetên jiyaneke cuda dixwazin, hatine cem hev.

KURKÇU: HDK EZMÛNA TÊKOŞîNA ŞOREŞGERÎ YA KURDISTANÊ YE

Piştî Tûncel Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu mafê axaftinê girt û anî ziman ku HDP di dîroka têkoşîna civakî de pêkhateya herî girîng e û got, "HDK ya rast ji bo me derseke giştî ye, ku ji ezmûnên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatiye derxistin. Me berê dîroka rojava bi vî rengî dixwend; ji bilî tiştê min kiriye, tiştekî ez hîn bibim nîne. Kurdan, ev rewşa xwegirtî ya me, nedîtina rastiyeke din, guherandin. Naverokeke gelekî nû afirandin. HDK, yek ji ezmûnên herî girîng e ku şoreşgerên Kurdistanê tevli xezîneya me ya hevpar kirine. Rêya ku ev 4 sal in em tê de dimeşin, danîn pêşiya me."

ROLA RUSAN A SALA 1917'AN KURD NIHA LI ROJHILATA NAVÎN DILEYZIN

Kurkçu da zanîn ku dînamîkên di çarçoveya dîroka herêmî ya sedsala 21'an derketine holê nîşan didin ku Kurd roja Rusan a di 1. Şerê Cîhanê yê sla 1917'an de lîstin, îro Kurd li Rojhilata Navîn dileyzin û got, "Dîrok, sosyolojî û çand hatin cem hev û ev pêk anîn. Ji ber vê yekê, dema em tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê bi tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bi şoreşgerên Kurdistanê re tên cem hev, dema em vê ala şerê azadiyê bilind dikin, em vê yekê bi têgihiştineke mezin a meşa gel dikin. Em bi meşeke enternasyonalîst vê dikin."

Kurkçu got, "Eger li çiyê gerîla nebe, li taxan têkoşîna li dijî sîstemê nebe, têkoşîna jin û ciwanan nebe, têkoşîna jiyanê nebûya, wê serhildaneke bi vî rengî jî nebûya" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo di her kêliyê de ev yek pêk were, pêwistiya me bi HDK'ê heye. Emê li qada herêmî û navneteweyî dengê xwe bilind bikin. Pêwistiya me bi armanca mezin, bi têkoşîna me ya bi bawerî heye. Kêm maye em ya nepêkan pêk bînin."

Civata Giştî wê bi nirxandina rewşa siyasî û nîqaşên li ser hilbijartina serokkomariyê dewam bike.