"Kurd Tirkên ‘xerabûyî` ne"
Amîrê Maseya KCK’ê: Kurd Tirkên ‘xerabûyî` ne
Di encama operasyonên ku ji sala 2009 ve d bi navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de zêdetirê 6300 kes hatine girtin. Heta rayedarên MÎT’ê bo dadgehê nehatin bangkirin, der barê polîsên ku operasyonê bi rê ve dibirin de tu agahî tune bûn. Lê di van rojên dawiyê de 9 polîs ji van polîsan ji kar hatin dûrxistin, di nava wana de kesek balkêş hebû.
Aşkere bû ku yek ji van polîsên ku operasyonên KCK’ê bi rê ve dibin nivîskarê pirtûka bi navê “Gurmanc û Koka Kurdan” û Amîrê Maseya PKK’ê Omer Ozuyilmaz e. Ozuyilmaz di pirtûka xwe ya bi navê Gurmanc û Koka Kurdan ('Gurmanç ve Kürtlerin Kökeni) de îdîa dike Kurd Tirkên xera bûne ne.”
Ozuyılmaz salek beriya operasyonên KCK’ê vê pirtûkê nivîsandiye û di pirtûka xwe dibêje ku Kurd ji Asyaya Navîn hatine û îdîa dike Kurdî Tirkiya bingehî ne!
Parlementerê MHP’ê yê Qeyseriyê Yusuf Halaçoglu yê ku bi nêrînên xwe yên nijadperest tê nasîn jî bawer dike “beşek ji hebûna Kurdan heye”, lê Omer Ozuyilmaz bawer nake ku di dîrokê de Kurd hene!
Di pirtûka xwe dibêje ku Kurd bi eslê xwe Gurmanc in û Gurmanc jî jixwe Tirk in.
‘KOLEJA ROBERT MILLETEK NÛ ÇÊDIKE!’
Nêrînên sosret û nijadperest ên Ozuyilmaz ên der barê Kurdan de wiha ne:
*Med ne pêşiyên Kurdan in. Kurd bi eslê xwe Gurmanc in û Gurmanc jî jixwe Tirk in.
* Koleja Robert a Ermeniyan, dixwaze eşîretên Kurmanc, Soran, Goran û Kurdan, yên li Mezopotamya û Anatolyayê dijîn, di bin navê Kurdan de kom bikin û mileteke nû biafirîne.
* Dixwazin van koman di bin navê Kurdan de kom bikin û ji bo wana dest bi xebatên dîrokî û wêjeyî kirine.
* Rojavayi dixwazin Tirkên li Rojhilata Navîn kom bikin û milletek bi navê Kurd ji wana çêbike.
* Dewleta di demekê li Tirkistanê dewlet ava kirin. Zimanê Tirkî bû û zimanê dewletê jî Tirkî bû.
* Kurd beşek ji eşîrerên Hûn ên ku Piştî Zayînê di sala 466 ji aliyê Sasaniyên Îranî ve hatine koçberkirin û berê wan ji bakûrê Pakîstan û Hinstanê dane Îranê. Ew bi eslê xwe ji Asyaya Navîn hatine û Hûn jî Tirk in.
‘KURDÎ TIRKÎ YE!’
* Zarvayê Gurmanc ê ku îro ji aliyê Kurdan ve tê karanîn, pir kêm peyvên wê Tirkî ne. Her çendî 400 peyvên di Kurdî de bi eslê xwe Tirkî ne, ev peyvane di Tirkiya Tirkiyeyê de cih nagirin.
* Her çendî zimanê Kurdan û Gurmancan ji Tirkiya Tirkiyeyê cûda be, lê nayê wê wateyê ku ew miletek cûda ne.
*Li gorî pirtûkên dîrokî, fîzîka Kurdan û Gurmancan û Tirkên Oguz dişibin hev du.
‘KAWAYÊ HESINKAR BÎLGE TONYUKUKÊ TIRK E!’
* Kesê bi navê “Devrîmcî Kava” (Kawayê Hesinkar.anf) bi eslê xwe wezîrê Tirk Bîlge Tonyûkûk e. Bi eslê xwe ji malbateke Tirk a li ser axa Çînê dijiya ye. Di wê demê de bûye wezîrê Gokturkan, Bîlge bi nasnavê Gaveyê Hesinkar dihate naskirin.
*Eşîreta Ertûşî ya li Colemêrgê dijî, Tirkên Oguz ên esîl in. Berê li bajarê tirkan ên niha li nêzî sînorê Qirgizan û li Çînê Ertûşê ne. Ji ber zuhabûn an jî ji ber zextên Çîniyan reviyan rojava. Pêşî hatin Efxanîstan ji wir jî hatin Îranê û ji wir jî hatin Mezopotamyayê.
‘AHMET TURK HECIYÊ ÊZIDIYAN E!’
Ozuyilmaz di malpera bi navê www.gurmanc.com de dibêje ku Hevserokê KCD’ê û Parlemneterê Mêrdînê Ahmet Turk çûye serdana Laleşê û heciyê Êzidiyan e.
ANF NEWS AGENCY