1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Kurd tên qetilkirin cîhan temaşe dike
'Kurd tên qetilkirin cîhan temaşe dike,kurd,tên,qetilkirin,cîhan,temaşe,dike

'Kurd tên qetilkirin cîhan temaşe dike

A+ A-

AMED (DÎHA) - Weletiyên navçeya Bismila Amedê êrîşên li hember Rojava şermezar kirin û bertek nîşanî welatên ku li hember komkujiyê bêdeng dimînin. Welatiyan diyar kirin ku divê hemû kes li Şoreşa Rojava xwedî derkevin.

Li Rojava komên çete êrîşî sivîlan dikin û gelê kurd li her derê bertek nîşanî komên çete didin. Ji aliyê din gel bi girseyî bimeşe navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. Welatiyên ku li navçeya Bismila Amedê dijîn diyir kirin ku ew ligel gelê Rojava ne.

Welatiyê bi navê Îdrîs Meşe diyar kir ku raya giştî ya cîhanê li hember komkujiyên ku li Rojava pêk tê bêdeng in û ji bo piştgiriya ku Tirkiye dide çeteyan wiha axivî: "Tirkiye û welatên din naxwazin kurd statu bi dest bixin. Hevparên qetlîamên û ji ber vê yekê bêdeng in." Welatiyê bi navê Mîzbah Bozucu destnîşan kir ku anî ziman ku komkujiya li hember gelê Rojava pêk tê bi tu awahî nayê qebulkirin û divê hemu kes li hember komkujiyê dengê xwe bilind bikin.

'Di vê qetlîamê de tiliya AKP'ê û Fethullah Gulen heye.'

Welatiyê bi navê Medenî Yîgît hêzên ku Kurdistan kirine çar perçe piştgiriyê didin komkujiya li Rojava, li hember kurdan şerekî giştî hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Şoreşa Rojava ji bo şoreşa perçeyên din wekî mifte ye. Ger em piştgiriyê nedin Rojava dê perçeyên din lawaz bimînin. Ji ber vê yekê çi şexsî dibe, çi rêxistinî dibe divê hemû kes piştgiriyê bide Rojava. Gelek caran hatiye deşîfre kirin ku çeteyên li Rojava ji aliyê Tirkiyeyê tên perwerdekirin. Di vê qetlîamê de tiliya AKP'ê û Fethullah Gulen heye. Bêyî wan qetlîam pêk nayê. Divê kurd li hember êrîşên demildest bi ruhê berxwedana giştî tevbigerin."

'Roj roja seferberiyê ye'

Welatiyê bi navê Îlhamî Dogan welatên ku li hember komkujiyê bêdeng dimînin bi tundî şermezar kir û wiha got: "Ez bang li kurdan dikim, roj roja seferberiyê ye. Çawa em ji bo peşmergeyan seferber bûn divê em îro jî ji bo Rojava seferber bibin. Welatiyê bi navê Hayrettîn Satar, axaftinên Erdogan yên der barê Gazeyê bi bîrxist û wiha got: "Gelo ola te û ola kurdan cuda ye. Ger yên li Gazeyê birayê de olê bin, kurd çi ne? Ger hûn û kurd birane çima li hember komkujiyê bêdeng dimînin."

'Îro Rojava sibê perçeyên din'

Welatiyê bi navê Necmedîn Somyaci got divê hemû kurd li hember komkujiyê dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Ger Rojava winda bike dê hemû kurd winda bikin. Di sedsala 21'emîn de firsendeke mezin ketiye destê kurdan. Em dikarin bi xwedîderketina vê şoreşê ve serkeftinê bi dest bixin." Welatiya bi navê Asiye Ulken Kiliç bi tundî komkujî şermezar kir û welatiya bi navê Azîze Guzel da zanîn ku ger îro li hember gelê Rojava komkujî pêk bê dê sibê li hember gelê Bakur jî komkujî pêk were û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.

(ça/lg)