1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Kurd wê serketiyên pevçûnên li Rojhilata Navîn bin'
'Kurd wê serketiyên pevçûnên li Rojhilata Navîn bin',kurd,wê,serketiyên,pevçûnên,li,rojhilata,navîn,bin

'Kurd wê serketiyên pevçûnên li Rojhilata Navîn bin'

A+ A-

VIYANA 09.07.2014 07:03:14 Nivîskar, weşanger û dîplomatê Awûstûryayî Lord Weidenfeld da xuyakirin ku ji rewşa bi êrîşên DAIŞ'ê re li Rojhilata Navîn derket holê, yek ji gelên serketî jê derkeve Kurd e.

Weindenfeld diyar kir ku Kurd li Sûriye û Iraqê ji aliyê aborî û siyasî ve serbixwe dibin û bal kişand ser têkiliya polîtîka derve ya Tirkiyeyê bi kurdan re. Lord Weindenfeld got, 'Durûtiya Tirkiyeyê' û anî ziman ku Tirkiye li aliyekî bi Başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe germ dike, li aliyê din jî li Kurdên li nava welatê xwe zextan dike.

Me nivîsa Weindenfeld a bi sernavê 'Serketiyê Rojhilata Navîn Kurd' a li rojnameya Elman Die Welt de hat weşandin ji bo we wergerand.

KURD SERKETIYÊN ROJHILATA NAVÎN E

"Bi sedan salan rastî zexta Tirk û Ereban hatin. Niha jî di navbera Iraq û Sûriyeyê de ber bi otonombûyînê ve diçin-hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aborî ve. Ya ecêb jî lîstika durû ya Tirkiyeyê ye.

Di Gulana 1916'an de du karmendên payebilind ên dewletê, yek jê Îngilîz û yek jî Fransî, wîlayetên Ereb ên Împaratoriya Osmanî weke Herêmên Berjewendiyê yên Îngilîz û Fransiyan parve kirin: Iraq ji Haşemiyên bi piştgiriya Îngilîstanê, Sûriye jî ji polîtîkavanên alîgirên Fransayê re hatin hiştin.

Piştî 100 salan, hebûna Iraq û Sûriyeyê bi şer û pevçûnan di bin xeteriyê de ye. Eniya DAIŞ'ê ya barbar a ji Sunniyan xwe gihandiye deriyên Bexdayê; li mirovan kevir tên barandin, li çarmixê tên xistin, ne tenê yên li dij derketine, mirovên tişte nekirine yên di rê de derbas dibin jî, ji ber navên xwe yên li gorî baweriya xwe, tên serjêkirin.

Ev rewşa hovane ya li Sûriye û Iraqê her diçe mirovan tengezar dike. Guman nîne wê di nava demeke kurt de 5 heta 6 mîlyon kes bibin penaber. Cîhana Rojava ya ji şer betilî ye û 'mirovekî bê biryar' ê li Qesra Spî rûniştiye, vê pirsgirêkê dirêjtir dikin."

DAIŞ'Î JI TIRKIYEYÊ XWE BERDIDIN NAVA SÛRIYE Û IRAQÊ (POLÎTÎKA DURÛ YA TIRKIYEYÊ)

"Di nava hejmareke kêm a serketiyên pevçûnên li Iraq û Sûriyeyê de, 'Kurdên leheng' ên bi sedan slan rastî zexta Tirk û Ereban hat serkeêşiyê dike, ku êdî ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve dîtine ku divê profîleke serxwebûnê destnîşan bikin.

Tirk di vî warî de polîtîkayeke durû dimeşînin. Li aliyekî destekê (Kurdan) dide. Belê, li qada aboriyê ya Dewleta Kurd a bi paytexta Hewlêrê bi pêş dikeve, serdest e. Lê belê hînê bi bê rehmî zextê li Kurdên di nava Tirkiyeyê de dike.

Polîtîka hişk a Serokwezîr Erdogan cîranan, dostan, dijminan matmayî dihêle, tevlîhev dike. Mirovên herî xetere yê DAIŞ'ê, bêyî zehmetiyê bikşînin ji nava sînorên Tirkiyeyê xwe berdidn nava herêmên krîzê.

Tevgera Azadiyê ya Kurd (Iraq) ji berê ve bi Îsraîlê re xwedî têkiliyên baş bû. Eşîra Barzanî ya (Li Başûrê Kurdistanê) serdest, hînê di dema Serokwezîra (Jin) a Îsraîlê Golda Meir û Wezîrê Şer Moşe Dayan de, bi Qûdisê re xwedî têkiliyên xurt e. Min jî bi yek ji Barzaniyan re di sala 1975'an de hevdîtin kir."

“JI BO GOLDA MEIR PILINGÊ KURD”

"Yek ji şefên navdar ê Mossadê hevalê min David Kimche ji min re behsa serpêhatiyên xwe yên li welatê Kurdan dikir. Weke efserê navbeynkar wezîfe dikir û yekemcar bi kincê şivanan, li welatê dijminê (Îsraîlê) li Iraqê bi çû gel Barzaniyan ji bo hevdîtinê.

Golda Meir a ku demekê yek ji nivîskarên weşanxaneya min bû, dema çûm serdana wê ya li buroya nû, li pişt qoltixa wê du pilingekî mirî yê hundirê wî dagirtî ku di pozîsyona êrîşê de bûn, bala min kişand. (Golda Meir) dikeniya: 'Ji ber mêvanên bê nezaket pêwistiya min bi wî (piling) heye. Ev yek dostê min ê Kurd Barzanî diyarî min kir.' Li min vegeriya û got, 'Me ji xwe re cîratiyeke bedew hilbijart.'

LORD WEINFELD KÎ YE?

Weidenfeld ê di sala 1919'an de li Viyanayê hat dinyayê, navê xwe yê rastî Sir Arthur George Weidenfeld e û ji malbateke Yahûdî ay Awûstûryayî ye. Weidenfeld piştî perwerdeya li Zanîngeha Viyana û perwerdeya demeke kurt a li Akademiya Dîplomasî ya Viyanayê, di sala 1938'an de piştî Elmanya Nazî Awûstûrya dagir kir li paytexta Îngilîstan Londonê bicih bû.

Lord Weidenfeld li Londonê li servîsa nûçeyên derve ya BBC dest bi kar kir û demeke dirêj li BBC weke şîrovevanê siyaseta Ewropayê wezîfe kir. Di sala 1945'an de bi Nigel Nicolson re weşanxaneya bi navê ‘Weidenfeld&Nicolson’ ava kir û hînê li ser vê weşanxaneyê ye.

Weidenfeld li vê weşanxaneyê tevî Charles de Gaulle, Konrad Adenauer, Harold Wilson, Golda Meir, Lyndon B. Johnson, Moşe Dayan, Henry Kissinger û Şimon Perez biyografî, çîrok û bîranînên gelek lîderên dewletan weşand.

Lord Weidenfeld li zanîngehên Tel Avîv û Ben Gurion ên Îsraîlê weke rêveber û dekan wezîfe girt. Li Zanîngeha Oxfordê jî di gelek bernameyên mezin ên hîndekariyê de rêveberî kir.