'Kurd êdî bê statu nabin'
´Îsbata dawîn Rojava ye ku êdî kurd mîna berê nikarin bêne birêvebirin´
ÎBRAHÎM AÇIKYER - ENQERE - ANF Prof. Dr. Halûk Gerger da xuyakirin ku mûxalefeta Rojhilata Navîn bi helwesta xwe ya li hemberî lîst, dijwarî û komkujiyên li dijî Kurdan, têk çûye û got, "Rojava mînaka dawî ye, ku nîşan dide êdî Kurd mîna berê nikare were rêvebirin."
Li Rojavayê Kurdistanê, dijwariya li hemberî Kurdan, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê, Prof. Dr. Halûk Gerger ji ANF'ê re nirxand.
Prof. Dr. Halûk Gerger da xuyakirin ku mijara Rojava xwedî gelek aliyane û ji bo mûxalefeta Sûriyê, di mijara helwesta der heqê Kurdan de testa lîtmûs e. Gerger diyar kir ku eger mûxalefeta Sûriyê xwe weke tevgereke gel a li dijî dîktatoriya Baasê dibîne, hingî divê li helwesta wan a der barê Kurdan de bê nêrîn.
Gerger got, "Ya ku ez dibêjim testa Lîtmûs ev e. Hurmet nîşanî daxwazên herî xwezayî û biçûk ên Kurdan nedan. Diyare ku nijadperestina Baasê jehra xwe bi mûxalefetê jî xistiye, mûxalefet ji karektera demokratîk dûr ketiye. Ji bo kareketar El Qaîde û Mislimanên din ên li Misir, Iraq, Sûriyê were fêmkirin, nêzîkatiya wan a li hemberî Kurdan pîvaneke. Dema ev li ber çavan tê girtin, tê dîtin beşeke mezin a mûxalefeta demokratîk a li Rojhilata Navîn di polê de maye, wenda kiriye."
Gerger da xuyakirin ku ev mûxalefet bersivê nade pîvana herî bingehîn û got, "Yanî hurmetê nîşanî mafên herî rewa û xwezayî yên Kurdan nadin. Di nava êrîşkariyeke her diçe hov dibe, de ne. Hingî çi cûdahiya vê mûxalefetê ji versiyona Sûriyê ya Baasî, versiyona Iraqê yan jî rejîmên dîktatorî yên li Tirkiyê êrîşî Kurdan dikir, heye?"
Prof. Dr. Halûk Gerger bal kişand ser guhertinên li herêmê û diyar kir ku ev guhertin ji Ereb û gelên din bêtir ji bo Kurdan gelekî girîng e. Gerger got, "Di sîstema Rojhilata Navîn a ji orjîna mêtîngeriyê ya piştî 1. Şerê Cîhanê hat avakirin, zêdeyî tiliyên herdu destan dewletên Ereb hatin avakirin. Komara Tirkiyê ava bû. Lê Kurd ji avakirina dewleta xwe bêpar hatin hiştin. Di ser de jî hatin parçekirin, bê statu hatin hiştin. Yanî avêtin devê şêran. Ev statuko êdî dişkê. Çi wê were şûna wê hînê nayê zanîn. Kurdên ku bê statuko hatine hiştin, wê bibe pîvana bingehîn a vê sîstema nû. Rewşa Kurdên hatine parçekirin wê bibe pîvana bingehîn a nûbûnê."
‘ROJAVA NÎŞANEYA DAWÎ YE KU KURD ÊDÎ MÎNA BERÊ NIKARE WERE RÊVEBIRIN’
Prof. Dr. Halûk Gerger da xuyakirin ku di statukoya herêm de travmayeke mezin tê jiyîn û destnÎşan kir ku Kurd êdî ne Kurdên berê ye. Gerger got, "Kurd bi rêxistinin, zane ne, ronakbîriya neteweyî ya mezin jiyane li her parçeyî. Bi vê berxwedana xwe Kurdan ji xwe beşeke mezin a statukoya herêmê ji aliyê xwe ve şikandine. Şikestîna yekemîn a mezin li Başûrê Kurdistanê rûda. Yekemcar Kurdan statuyeke de facto bi dest xistin."
Gerger anî ziman ku eger li Rojavayê Kurdistanê statuya Kurdan were bidestxistin, êdî pêşî li statukoya li Başûrê Kurdistanê nikare bê girtin û destnîşan kir ku bi vî rengî jî êdî Kurd wê di nava sîstema herêmê de bibe aktorekî nû. Gerger, "Di vî warî de diyar dibe ku Rojava ji bo herêmê xwedî taybetmendiyekê ye. Bidestxistina statuyeke nû li Rojava wê bibe nîşaneya dawî ku êdî Kurd mîna berê nayê birêvebirin. Ev yek wê darbeya dawî be li statukoya kevin a li herêmê."
‘DIVÊ VÎNEKE XURT A NETEWEYÎ YA KURD DERKEVE HOLÊ’
Prof. Dr. Halûk Gerger bal kişand ser têkiliya Kurdan a bi Tirkiyê re û diyar kir ku eger Kurd bi navê rizgariyê têkiliya xwe bi temamî ji Tirkiyê qut bike, wê siyaseta çareseriyê bixetime û got, "Lê eger Kurd berevajî vê bi yekitiya neteweyî, destê xwe yê demokratîk dirêjî Tirkiyê bike û rûyê xwe yê bedew nîşanî cîhanê bide, hingî Tirkiye wê bibîne ku bi rêbazên leşkerî û siyasî nikare pêşî li berxwedana Kurdan a yekbûyî bigire. Hingî ji bo guhertina demokratîk, wê rewşeke guncaw derkete holê. Rêveçûna dema pêş, bi Kongreya Neteweyî ya Kurdan ve girêdayî ye. Eniyeke xurt a Kurd, dikare lêgerîna guhertin û demokrasiyê ya Tirkiyê xurtir bike."
‘EGER ÇARESERÎ NEBE, TIRKIYE WÊ HETA SED SALÊN DIN NEYÊ SER HIŞÊ XWE’
Prof. Dr. Halûk Gerger bal kişand ser girîngiya têkoşîna demokratîkbûyînê û diyar kir ku bi vê têkoşînê re hewl tê dayîn dijberên demokrasiyê werin demokratîkkirin.
Gerger anî ziman ku ev yek wezîfeyeke zehmet e got, "Kurd wê êdî careke din neyên xapandin û di warê leşkerî de jî wenda neke. Ji bilî berxwedana demokratîk, ti rêya çareseriyê nemaye. Di rewşeke berevajî de wê komkujiyên mezin rû bidin. Efendiyên cîhanê wê benzînê li agir bikin û ji xwe re lê temaşe bikin. Tirkiye wê di vê rewşê de qezenç neke. Şerekî nû, wê bide destpêka bi dawî bûna Tirkiyê. Kurdê êşê bikşînin, lê wê xwe bi awayekî rizgar bikin. Weke mînaka Başûr wê xwe rizgar bikin. Lê dibe ku Tirkiye têkeve nava agirekî dojehê û nikare sed salan jî jê derkeve. Lewma, rêya çareseriya demokratîk rêya yekane ye."