Kurdan di kampên benaberan ên NY'ê de didin rawestandin
DENİZ NAZLIM
ENQERE (DÎHA) - Li gel ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BM) wan wekî penaber qebûl dike jî dîsa Kurdên Îranê bi salan tên rawestandin û wan naşînin welatên sêyemin. Kurdên ku dixwazin di Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibin, bi salan li Tirkiyeyê tên hiştin û di nava şert û mercên giran de têkoşîna giran didin. Penaberê bi navê Kanî Mustafazade jariya xwe wiha got: "Hevale min Riza Ahmedî li Kastamonu qirîza dil derbas kir. Hevalê min Areş Mesutzade, li Edeneyê întîhar kir û agahiya kesî jê tune." Penaber Hejar Îbrahimî jî anî ziman ku ji ber nasnameya xwe ya kurd li holê tên hiştin û bê xwedî dimînin. Îbrahîmî, got gelo cudakarî tê kir nû wiha got: "Farisên Îranê bi lezgîn derbasî welatên sêyemîn dibin. Lê em bi salan tên rawestandin."
Her sal bi hezeran kurdên Rojhilat ji Îranê tên Tirkiyeyê û dixwazin derbasî welatên Ewropayê bibin. Bi sedan kurdên ji Îranê tên Tirkiyeyê bi salan li Tirkiyeyê tên astengkirin û nikarin biçin Ewropayê. Kurdên ku koçî Tirkiyeyê dibin bi salan di nava şert û mercên giran de dijîn. Kurên Înanê ku di nava salên 2004-2009'an hatin Tirkiyeyê li gel ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BM) wan wekî penaber qebûl dike jî dîsa bi salan tên rawestandin û wan naşînin welatên sêyemin. Tu bersîvê ji NY'ê nikarin bigirin. Penaberên kurd, bi salan tên rawestandin. Lê gelek penaberên xwedî nasnameyên din ku tên Tirkiyeyê di nava demek pir kin de wan dişînin welatê sêyemîn. Ev yek dibe sedema ku gelo li hemberî kurdan cudakarî tê kirin tîne hiş û aqilan. Kurdên penaber vê rewşa xwe 3 roj berê ji Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ku hatin Enqereyê re parve kirin. Li ber Komîseriya Bilind a Enqereyê çalakî pêk anîn û xwestin balê bikişînin ser rewşa xwe.
'Hatin kuştin lê agahî kesî tune
Penaberê bi navê Kanî Mustafazade (27), diyar kir ku wan serî li radedaran daney, lê li benda biryar û bersîva NY'ê ne. Mustafazade, anî ziman ku dosya wan dane Finlandiya dosya wan hatiye redkirin û wiha got: “Her kes dosyayên xwe dişînin. Le ji ber ku em kurd in û ji ber nasnameya me ya kurd em li vir in. Ereb û Farisên penabe wan dişînin welatê siyemîn, lê ji ber nasnameya me, em tên astengkirin. Tew nebe em dixwazin bi konsolosên welatan re hevditinan bikin." Mustafazade, anî ziman ku ew 8-9 salin di nava şert û mercên pir xerab de dijîn û wiha berdewam kir: "Hevlaê me Riza Ahmedî qirîza dil derbas kir û mir. Dîsa hevalê me Areş Mesutzade li Edeneyê întîhar kir. Lê agahiya tu kesî jê tune."
'Kes nizane ku me çi zor û zahmetî dîtiye'
Welatiyê bi navê Alî Halîlî jî diyar kir ku 10 sal berê ji Bajarê Salmasê yê Îranê hatin Tirkiyeyê û ji bo derbasî welatê sêyemîn bibin rawestiyane. Halilî da zanîn ku da zanîn ku bi salan in li vir in û wiha got: "Gelek penaberên din ji aliyê NY'ê ve hatin qebûlkirin. Mafê wan li welatê sêyemîn hat qebûlkirin. Lê ji ber nasnameya xwe em nayên qebûlkirin. Mixabin NY bersîvê nade me. Hêj em nizanin ku me çima naşîne welatê sêyemîn û nizanin çima NY bersîvê nade wan. Dema em dipirsin jî dibêjin dosyaya we siyasî ye û cudakariye dixin nava me. Em li vir demborî dijîn û mafê me yê em derbasî welatê sêyemîn bibin heye. Ma dê halê me heta kengî wisa be. Kes nizane em li vir çawa dijîn. Kes nisane me di nava çi zor û zahmetiyên dijwar de dijîn. Em dixwazin êdî NY bersivekê bide me."
'Ji ber em kurdin, em nayên qebûlkirin.
Welatiya bi navê Hamîde Dervîşî jî diyar kir ku 6 salin li Tirkiyeyê dijî û wiha got: "Zarokek min a 4 salî heye. Em li vir di nava şert û mercên pir dijwar de dijîn. Heta niha me gelek caran ji bo derbasî welatê sêyemîn bibin serlêdan kir. Lê heta niha tu bersîve nedane me. Hevsera Dervîş Hejar Îbrahimî jî anî ziman ku wan di sala 2008’an de serlêdn kirin u wiha got: "Ji ber ku nasnameya me tune em nikarin ji tu xizmetan sûdê bigirin. Heta niha me ji NY'ê tu alîkarî u pitevanî negirt. Ji bilî NY'ê tu cihê din ku em berê xwe bidin wan û li deriyê wan bidin tune. Em li benda NY'ê ne."
Penaber Îbrahimî, anî ziman ku NY'ê ew kewî penaber qebûl kirine, lê hêj nehatine şandin û wiha dawî li axaftina xwe anî. Min dosya xwe di sala 2009’an de şand. Li Kanada du pirsgirêk derketin holê. Ji mere gotin ji ber partiya me ya siyasî Kanada, Amerika û Avustralya me nagirin. Ji bo me tiştê zelal ev e ku ji ber em kurdin û ji ber nasnameya me ya kurdî me nagirin welatên xwe. Lê dema dibin Farsên îranê wan bi lezgîn digirin welatê xwe."
(mae)