Kurdan kontrola Dêrika Hemko xistin destê xwe
Kurdan piştî ku beriya du rojan kontrola du bajaran xist destê xwe, vê carê kontrola Dêrika Hemko bi temamî xistin destê xwe.
Li gorî agahiyên hatine bidestxisti, di saetên danê sibê de Kurdan hemû saziyên siyasî û leşkerî yên rejîma Sûriyeyê bi temamî xistin bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê bêyî ku li ber xwe bidin teslîm bûn û heta tundî nehat pêkanîn.
9’ê mijdarê Kurdan li bajarê Dirbêsiyê û Tiltemûra ku Kurd, Ereb û Asurî lê dijîn bi temamî xistibûn bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê yên ku bi saetan di dorpêça Kurdan de man, neçar man ku ji bajêr derbikevin. Di vê demê de jî tiliya tu kesekî jî xwîn jê nehatibû.
LI SERÊKANIYÊ BOBMEBARAN
Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê Taxa Mehetê ya Serêkaniyê ku komên çekdar ên Artêşa Suriyeya Azad ketibûnê, bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di bombebarên de gelek endamên Artêşa Suriyeya Azad hatine kuştin. Her wiha welatiyekê jî jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên serê sibê de helîkopterên rejîma Suriyê li ser Taxa Mehetê ya Serêkaniyê ku hêzên Artêşa Azad çend roj beriya niha ketibûnê, geriyan. Hate ragihandin ku piştî helîkopteran jî balefirên şer hatine û tax bombebaran kiriye.
Bi sedan milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad roja 9’ê mijdarê li rêya Tirkiyeyê ketibûn bajarê Serêkaniyê. Bi rojane pevçûnên li bajêr berdewam dikin.
Kurdên ku demek dirêj e gelek bedel li Sûriyeyê dane û xwedî têkoşîneke demdirêj in, li Sûriyeyê nunertiya rêya sêyemîn dikin, ne piştgirî didin hêzên muxalîf ên ku ji aliyê hêzên rojava (ya cîhanê) ve tê destekkirin û ne jî didin rejîma Sûriyeyê. Li gel destpêkirina raperînên li Sûriyeyê Kurdan dest bi pêkanîna projeya “Xweseriya Demokratîk” kirin. Kurdên ku bi salane li hemberî polîtîkayên erebkirinê li ber xwe didin, navên gund, bajar û navçeyên ku li Erebî hatibûn wergerandin, dîsa vegerandin Kurdî, dibistanên Kurdî vekirin, konsey û komîteyên gel ava kirin, her wiha Desteya Bilind a Kurdan a ku nuneritya hemû Kurdên Rojava dike ava kirin. Her wiha, li vê parçeya Kurdistanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî hate avakirin.
Kurdan 19-22’yê tîrmehê bajarên Kobanî, Efrîn, Dêrik xistibûn bin kontrola xwe. Di serî de dewleta Tirk, hemû hêz û dewletên ji destkeftiyên Kurdan nerehet, ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan serî li gelek hewldan, gef û tehdîdan didin. Her wiha li hemberî Kurdan gelek êrîş jî pêk hatin.
ANF NEWS AGENCY