Kurdan salvegera Lozanê protesto kir
Lozan - Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, bi boneya salvegera Peymana Lozanê ya ku têde Kurdistan bibû çar parçe, meşek protestoyî li dar xistin. Berdevkê AGÎF’ê Savaş Demîr di çalakiyê de bal kişand ku Kurd li Sûriyeyê rêveberiya xwe bi dest xistin û diyar kir ku êdî dor tê Tirkiyeyê jî.
Bi boneya salvegera Peymana Lozanê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li qada Lausanne (Lozan) Place Riponne dest bi meşê kirin û heta ber avaihiya li Ouchyê ku Peymana Lozanê têde pêk hat mepiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û pankartên “Peymana Lozanê encam mirina Kurdan e” vekirin.
Di meşê de bênavber dirûşimên “Terorîst Tirkiye” hatin qêrîn û Federasyona Karkerên Penaber ên Ewropayê û dostên Kurdan beşdar bûn.
Girse heta ber avahiya li Ouchyê ya ku Peymana Lozanê têde pêk hat meşiyan û li vir Berdevê FEKAR’ê Metîn Tekçe axivî. Tekçe bal kişand ser dîroka Lozanê û got; “Ger heta îro jî gelê Kurd wele esîran bin û Kurdistan di bin dagirkeriyê de be sedema vê yekê hemû ev Peymana Lozanê ye.”Tekçe di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî.
Berdevkê AGÎF’ê Savaş Demîr jî bal kişand ser girtin, oeprasyonên leşkerî û kuştinên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku AKP terorê dimeşîne. Demîr di çalakiyê de bal kişand ku Kurd li Sûriyeyê rêveberiya xwe bi dest xistin û diyar kir ku êdî dor tê Tirkiyeyê jî. Piştî axaftinan, li ber stranên komên mûzîkê yên TEV-ÇAND’ê govend hat gerandin.
ANF NEWS AGENCY