1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Kurdistan a Kurdan e biryarê dê Kurd bidin'
'Kurdistan a Kurdan e biryarê dê Kurd bidin',kurdistan,a,kurdan,e,biryarê,dê,kurd,bidin

'Kurdistan a Kurdan e biryarê dê Kurd bidin'

A+ A-

Endamên Eniya Gel ji bo polîtîkayên li hemberî Kurdan tên meşandin şermezar bikin bi 30 kesî re ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê destpê kir. Çalakvananên ku bi kurdî û tirkî daxuyanî dan gotin; "Kurdistan a Kurdan e lewma hemû biryarên li Kurdistanê dê Kurd bixwe bidin."

Endamên Eniya Gel ji bo pêkûtiyên li ser kurdan bidawî bibin li parka Sîbel Yilçina Okmeydaniyê ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakvanên ku vê şeveqê li Okmeydaniyê hatin ba hev pankarta li ser; "Tecrîd, girtin û komkujiyên li hemberî gelê kurd gav bi gav tunebûne dewletê ye. Dawî bi tecrîdê bînin" nivîsandî vekirin û dowîzên li ser, "Ji bo pêkûtiyên li dijî kurdan bidawî bibin em dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin", "Ji bo rizgariyê bila neteweyên kurd û tirk yekitiya xwe ava bikin" nivîsandî hatin bilindkirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên wekî; "Kurdistan goristan ji bo faşîstan", "Hûn nikarin tunekirinê li ser gelê kurd ferz bikin" hatin berzkirin. Endamên eniya gel beriya greva birçîbûnê destpê bikin bi kurdî û tirkî daxuyanî dan.

'Komkujiya Roboskiyê encama polîtîkayên bê bingeh e'

Ji endamên eniyê Aykut Valavanî axivî û got; "Bi polîtîkayên AKP'ê yên înkar û tunekirinê pirsgirêka kurd çareser nabe. Hikûmeta AKP'ê got, 'pirsgirêk, pirsgirêka min e' û derket pêşberî gel. Lê bi derewan dixwaze gelê kurd bixapîne. Derewên AKP'ê di demeke kurt de derketin holê. Dema ku AKP'ê ferq kir ku ew nikare bi derewan pirsgirêkê çareser bike vê carê derbasî êrîşa tevahî bû û hewl da ku kurdan biçewisîne. Komkujiya Roboskiyê jî yek ji encamên vê polîtîkayê ye."

30 kes di greva birçîbûnê de ye

Valavanî diyar kir ku Kurdistan a Kurdan e lewma hemû biryarên li Kurdistanê dê Kurd bixwe bidin û wiha axivî: "Bi vê zanebûnê ji bo ku em polîtîkayên li hemberî gelê kurd şermezar bikin ji bo 2 rojan dikevin greva birçîbûnê."Piştî daxuyaniyê kom heta Parka Sîbel Yalçinê meşiya. 30 kesên ku gihîştin ber parkê dest bi greva birçîbûnê kirin. Jinên ku tevlî grevê bûne desmalên spî û bandajên sor bi serê xwe girê dan. Zilaman jî bandajên sor girê dan. Çalakî bi xwepêşendanên cihê berdewam dike. Çalakiya ku 2 rojan dê berdewam bike sibê saet di 17:00'an de bi konsera Koma Yorumê dê bidawî bibe.

(ak)