Kurdistan bi tenêye, tevî hemû sebra xwe…
Perdîs Dêrexşendê
Halê min xirabe, ewqas xirab ku carna dixwazim nebim: wan rojan min halê tu karekî û tu kesî û tu axiftinekî nîne, carna hin xeber jiyana min felec dikin, carna hin roj tên ku giraniya hemû demên wan zêdetir iî sebra mirovan e. Lê lazim bû bêm û wan gotinan hemûyan binivîsim, neku bêdengiya min bibe sedema bêlayen nîşandana min. lazim bû binivîsim jiber ku bi salan bû min nedizanî çima dinivîsîn bihara xemgîna Kurdistanê, çima lazime zarokên Kurda guhdariya ’’ Serbazî win’’ (1) bikin û li ciyatî hemû awazên ku min di zaroktiyê de guhdarî û ezeber kiribûn ew mamostay qotabxanê ezber bikin.
Heya niha min nedizanî êşa xwendin û nivîsandina bi zimanekî din yanî çi, dema ku kesek bo cara pêşîn pênûsê di dest de bigire û binivîse, min nedizanî şerê bêdeng yanî çi û çima bena sêdare û çarpêpik û çavên pir ji hêviyên bendevarên dayikên kurd, bûye beşeke cuda nebûyî ji dîroka Kurdistanê, ku çima ’’Ey Reqîb’’ bûye muzîka govenda cegerên heman dayikên bendevar liser sêdareyê…
Ku tevkujî tenê raportek di rojnameyan de nîne û di dîrok û coxrafiyaya ku ewqas ji min ne dûre de qewimiye. Herweku min nedizanî bajarê vemiryayî kudere û çima Kurdistan bi bihîstina wî navî digirî û hizar salan pîrtir dibe. Ku çima welatê şînê ye, ku sinor çiqas di jiyan mirovan de girîngin, biqasî coxrafiya, marşa millî û alayê, ku çima hejmara çar hejmareke muqedese li wî welatî, ku çima coxrafiya Kurdistanê ji çar aliyan ve biçûk dibe û bi têldiriyên ku bûne nasnameya wan û çima herdema ku Şêrko Bêkes qala Kurdistanê dike rojeke parçe parçebûyî radixe berçavan.
Ku zeviya mayînê li kuye û çima baran li wî welatî naşibe barana tu welatekî! Yan barana guleyane yan baran hêsiran û qet ne ecêbe li esmanê welatekî ku barana wê barana gule û topane, dengê tu balindeyekî dernekeve. Herweku dengê tu balindeyekî li Silêmaniyê nayê ku rojek ji rojan qontara çiyayên wê hêlûna wan bû û darberûyên ku sêcaran sekinîn û şewitîn(2) lê netewîn, di halekî de ku tenê bû, di halekî de ku Kurdistan bi tenê bû… Lê îro wan hemûyan dizanim, bihara xemgîna Kurdistanê nas dikim.
Mamosteyê Qotabxanê, Ey Reqîb û Serbazî win ê ezberim, hizar caran min pirtikên rojê lidora hev kom kirin daku Kurdistanê bibînim lê min nedît, min Kurdistan nedît lê dengê semfoniya mirinê dibihîzim, dengê bombebaran û şelika guleyan dibihîzim lê wateya ewqas bêdengiyê nizanim. Nizanim çima wan rojan Kurdistan liser nexşeya coxrafiya Îraqê reş bûye û Bexdayê cejna bêdengiyê lidarxistiye, di rewşekî de ku Tirkiye sinorên Kurdistanê bombebaran dike neku ji cîranê xwe paş de bimîne. Behsa min derbarê rageyandinan nîne, heta derbarê welatên têkeldar jî nîne û heta napirsim çima Sipahê Pasdarana Îranê û Artêşa Tirkiyê, ku bi gotina wan bixwe jiber şerê bi gerîlayên PJAK’ê re dikevin nav xaka Kurdistanê, lê çima gundî û xelkê sivîl ji herdu aliyan girtine bin agirê topanxaneyên xwe. Muxatebên min ew kesin ku kuştina zarokekî li Afrîqayê yan ciwanên bêguneh li Norwêjê, mirina zarokên Efxanî li Efxanistanê dibînin û jibo parastina mafên wan hewil didin, hevêşiya xwe radigehînin da belkî ji astê tehlitiya bêdawiya wê kêm bibe, lê nizanim çima di wê navberê de tenê qurbanî bûna zarokên Kurdistanê û dayikên wan yên perîşan nabînin, herweku dayik, bav û zarokên Helepceyê nedîtin,xweziya kesekî/ê bigota çima hercarê Kurdistanê bi tenê dihêlin?
Çi bersivek bo ewqas bêdengiyê heye? Ji hemû kesên ku wan rojan bêdengin nefretê dikim ji wan kesên ku rûniştine û li hencetan jibo wê hereketa ehmeqane digerin bêzarim, mirovên ku wan rojan nizanin herweku bidarvekirin nezanîn û dûrî û diltengiya ku ji dîwar û hesinan dihatin ji sior tê. Mirovên ku hejmara wan ne kême jî. Çawa ku kesek ji Federalîzmê binivîse ne ji Serxwebûnê, em hemû xelkê welatekîne û ew mijar hêla sort ê hesibandin, di halekî da ku mafê serekiyê miletekiye ku dinava Îranê de dijîn, lê îro heman hemwelatiyên ezîz bi hemû îdiayên bo hurmeta mefê mirovan û jêstên aştiyane û mirovhezaneyên xwe winda bûye. Bawerim mafê min û meye ku gazinan bikim û bipirsim çima?
Nîşe: Srbazî win: Navê helbesteke Ebdulla Peşîw e. Di dema şerê bizava rizgarixwaziya Kurd bi rejîma Beis re, bajêrê Silêmaniyê sê caran bi destûra Seddam hatiye şewitandin. Ji farsî: Dêrsim Oremar