Kurdistan ji bo piştgiriya girtiyan li ser lingane
Navenda Nûçeyan - Malbatên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê li bajarên Stenbol, Colemêrg, Sêrt Şirnex, Êlih, Riha û Amedê çalakî pêk anîn.
Bi hezaran kesên derketin kolanan û meş pêk anîn, ji hikûmetê xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin. Malbatan bang li hemû rayedar û nûnerên hikûmetê kirin û xwestin gavên çareseriyê bavêjin.
WAN
Li Wanê bi heman armancê di pêşengiya Van TUYAD-DER'ê de ji bo piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan û helwesta hikûmetê şermezar bikin li Parka Feqiyê Teyran kon vedan. Di konê ku hate vedan de çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Li kon pankarta ku wêneyên Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Hevserokê BDP'ê yê berê û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Caniş, û Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan û rêveberên BDP'ê ku ketine greva birçûbûnê hate vekirin. Dîsa li kon pankarta "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Daxwaza me daxwaza girtiyên zindanê ne em Têkoşîna wan slav dikin", "Bila tecrid bi dawî bibe û dawî li mirinan bê" hate daliqandin.
Li konê hate vedan de Wekîlê Şaredar Sabri Abî, Rêveberên TUYAD-DER, BDP, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, ÎHD, DOKH, DÎSK, Tum Bel-Sen û gelek kesên di namade bûn. Serokê Wan TUYAD-DER'ê Ahmet Aygun, li vir daxuyanî da û piştgiriya xwe anî ziman û xwest êdî hikûmet guh bide daxwazên girtiyan.
STENBOL
Li Stenbolê jî nûner û rêveberên ÎHD, TUAD, BDP û saziyên sivîl ên civakî ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ku 38 rojin di çalika gireva birçîbûnê dene daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û Hevserokên BDP'a Stenbolê amade bûn. Li qada çalakiyê pankartên "Ne şer muzakere, şer mirine aştî jiyane" vekirin. Di çalakiyê de endama Înîsiyatifa Aştiyê Dondu Ergin xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin û helwesta hikûmetê şermezar kir.
COLEMÊRG
Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê meşek pêk anî. di meşê de rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê pankarta "Bi ruhê Kemal Pir em we sılav diken", "Girtiyên Siyasî Rumetamene", "Em di xwazin xwin raweste", "Rumeta mirovahiyê, wê îşkencê bişkêne" bilind kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" qêriyan. Girsê di daxuyaniyê de "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt, piştgiri da çalakiya gireva birçîbûnê û bang li hikûmetê kir ku bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Kurd tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kir û xwest tecrid bi dawî bibe.
AMED
Diyar TUHAD-DER'ê ji bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserok KCD'ê, Aysel Tûglûk, parlementerên BDP'ê Halil Aksoy û Emîne Ayna, Nûnerê HDK'ê yê Amedê Huseyîn Bardakçi, Dayîkên Aştiyê û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bêdengî hevkariya mirinê ye, em çavên xwe li mirinê nagirin" hate vekirin.
Li sar navê komê Nûnerê HDK'ê yê Amedê Huseyîn Bardakçi daxuyanî xwende û diyar kir ku, çalakiyên greva birçîbûnê ket roja 38'emîn û wiha got: "Armanca çalakiya me ji bo ku em li cem hevalên xwe yên li girtîgehan de ne. Daxwazên girtiyan û xizmên girtiyan daxwazên gelê me ne." Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî xwest ku raya giştî di mijara greva birçîbûnê de bi hestiyar be û wiha got:
"Divê daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin û tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û muazekere dest pê bikin. Girtiyên siyasî bi canê xwe fida bikin tevlî pêvajoyê dibin." Piştî axaftina çalakiya rûnştinê pêk hat.
SÊRT
Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em naxwazin li girtîgehan mirin pêk bên, çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye" hate vekirin. Şaredar, endamên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê TUHAD-DER, MEYA-DER û ÎHD û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Halît Kaçar daxuyanî xwend û diyar kir ku, çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye. Kaçar anî ziman ku, xwedî derketina çalakiyê peywir mirovahiyê ye. Şaredarê Sêrtê Selîma Sadak jî di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser greva çalakiya birçîbûnê.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pê khat.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî heyeta ku di nav de Parlementerê BDP'ê Hasîp Kaplan jî heyî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ziyaret kirin. Piştî ziyaretê Parlementerê BDP'ê Hasîp Kaplan daxuyanî da û diyar kir ku, rewşa girtiyan her diçe nebaş dibe û wiha got: "Heta niha tu komîsyonên meclîsê tu lêkolîn û ziyaret nekirine. Dîsa partiyên din ên siyasî nû bi vê yekê agahiya wan çêbû. Ev yek jî xemgîniyeke." Kaplan anî ziman ku, dê wekîlên CHP'ê hinek cihan ziyaretan pêk bînin û wiha axivî: "Niha li 57 girtîgehan zêdehî 450 girtî di çalakiya gireva birçîbûnê de ne. Beşek ji wan di roja 38'emîn de ne."
ÊLIH
Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê 10 girtiyên dest bi çalakiyê kirin ziyaret kirin. Piştî ziyaretê Akta bi tevlîbûna Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan û rêveberên BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Akat diyar kir ku, di 15'ê cotmehê de Remzî Baytar, Melek Çarpan, Îsmaîl Yuksel, Semîh Bas û Huseyîn Çam jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Akat anî ziman ku çalakî ket roja 38'emîn û wiha got: "Heke em bêdeng bimînin dê pratîka hikûmetê derbikeve holê. Çalakiyên berê çawa bi encam bûn li holê ye. Heke bem bêden bibin ji xwe dê encamên wê diyar bibin. Ji bo ev encam dernekevin holê divê hemû kes bi hestiyar bin." Akat, xwest ku hemû kes tevlî çalakiya Dayîkên Aştiyê ya sibê li ber girtîgehê û tevlî mitînga BDP'ê ya di 27'ê cotmehê de pêk bibin kir. Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazên gel in.
RIHA
Rêxistina BDP'ê ya Rihayê ji bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan dabû destpêkirin û çalakî bi dawî bû.
ANF NEWS AGENCY