Kurdistanê navê xwe da pejirandin!
RIHA 02.10.2013 08:40:59 Dadgeha Huqûq a Esliye ya Hîlwan, ji biryara têkildarî navê "Kurdistan" a "Hem zarok û hem jî civakê rencîde dike, lewma bila navê wê 'Helîn' be" vegeriya. Di Dadgeha herêmî de biryara ji aliyê dadgeha bilind ve hat xerakirin, ji nû ve hat destgirtin û navê "Kurdistan" hat qebûlkirin.
Li navçeya Riha ya Hîlwanê welatiyên bi navê Yunus û Elîf Toprak, navê zaroka xwe ya di 30'ê Tebaxa sala 2012'an de hat dinyayê kirin "Kurdistan" lê belê Midûriyeta Nufûsê ya Hîlwanê piştî nav qeyd kir ligel Dozgerê Komarê yê Hîlwanê der barê dayik û bav de gilî kir. Dozgeriyê jî ji bo betalkirina nav li Dadgeha Huqûq Esliye ya Hîlwanê doz vekir û dadgehê jî biryara "Hem zarok û hem jî civakê rencîde dike, lewma bila navê wê 'Helîn' be" da. Parêzerên malbatê dosya birin dadgeha bilind. Dadgeha bilind jî bi sedema mafê dayik û bavan e navê zarokên xwe ew li wan bikin biryara dadgeha herêmî xera kir.
Dosyaya ku careke din hat dadgeha herêmî di 19'ê Îlonê de ji nû ve destpê kir. Dadgeha Hîlwanê ya destpêkê biryareke skandal dabû vê carê şaşiya xwe rast kir û dadgeha bilind mafdar dît û navê "Kurdistan" qebûl kir.