1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurdên Rojava û Başur: Em ji yekitiyê re neçar in
Kurdên Rojava û Başur: Em ji yekitiyê re neçar in,kurdên,rojava,û,başur,em,ji,yekitiyê,re,neçar,in

Kurdên Rojava û Başur: Em ji yekitiyê re neçar in

A+ A-

ANKARA (DİHA) - Nunerên partiyên siyasî ên kurd ku ji Rojava û Başurê Kurdistanê beşdarî Kongreya HDP'ê bûn, der barê êrîşên DAÎŞ'ê ên li hember Kurdistanê û yekitiya kurdan heman tiştan anîn ziman. Nunerê Hikûmeta Kurdistana Federal Kemal Kerkukî da zanîn ku Konferansa Neteweyî ji her demê nêziktire û Cafer İbrahîm û Hevserokê Meclîsa Gel ya Rojava Abdulselam Ahmed jî heman tiştê parve kirin. Ahmed, der barê DAÎŞ'ê de jî hemû kesî hişyar kir û got: "Ew xwediyê projeyekî ne û heya pêk neyinin jî dê nesekinin"

Di kongreya HDP'ê de ji 3 parçeyan kurd hatin cem hev bê guman di vê hevditinê de jî ji bo kurdan mijara sereke, kongreya neteweyî û yeketiya di navbera kurdan de bû. Heya niha gelek hewldanên HDP'ê û yên siyaseta kurd ya Bakur ji ber ku tê zanîn, helwdana parçeyên din ên kurdan dihat merak kirin. Li ser vê esasê jî heyetên ku Başur û Rojava hatibûn der barê kongreya neteweyî de û kongreya HDP'ê de nêrinên xwe bi DİHA'yê re parve kirin. Cigirê Serokê Parlamena Kurdistana Federal Cafer Îbrahîm, ji bo kongreya HDP'ê nêrînê wekî, "Me li vir dît, germahiya gelê xwe dît. Me israra wan a demokrasiyê, ya ji bo aştiyê dît. Me dît ku îradeya aştiyê xurt bûye. Bi rastî jî me li vir dît ku îradeya çareseriya demokratîk xurt bûye" parve kir. İbrahîm, ji kongreyê re serkeftinê xwest û wiha pêde çû, "Tiştekî pir baş tê kirin, parlamenterên HDP û BDP hevdû digirin. Dîsa di vê xebatên de ji gelên din jî ji tirkan, ermeniyan, suryaniyan parlamenter hene. Ev tiştek pir baş e, serkeftineke ji bo projeya demokratîk. Em zêde kêfxweş in, em piştgiriyek mezin didin van helwdanan. Em hevî dikin ku dê pêvajoya demokratîk bi ser bikeve"

'Li Rojava û Başur yekitiya kurdan heye divê yekitiya neteweyî bê li darxistin'

İbrahim der barê helwdanên kongreya neteweyî jî axivî û got ku ji bo vê yekê gelek gavên girîng heya niha hatine avêtin. İbrahîm wiha domand, "Hin astengên teknîki hebûn ew jî dê bên çareserkirin" İbrahîm der barê dema Kongreya Neteweyî de jî demekî zelal parve nekir û sedema wî jî wiha anî ziman; "Niha li ser Başûr de hinek êrîş hene, pêwistî bi hinek dem heye ji bo amedekariyê. Êrişên li hemberî Başûr hene li hemberî Rojava jî hebûn. Hinek giranî divê em bidin vê meseleyê. Lê li gel hemû tiştê dê ev kongre bê li darxistin kingê dibe bila bibe. Hiç gumanê min nîne ku dê ev kongre bê li darxistin û dê bi ser jî bikeve." İbrahîm derbarê êrişên DAÎŞ'ê de jî wiha got: "Li hemberî van êrîşên yekîti li Başur heye li Rojava jî yekî heye, pêwistî niha bi yekitiya neteweyî heye. Divê ev yekitî jî mezintir, girantir û bi hêztir be. Ev yek jî yek ji erkên kongreya neteweyî ne. Amedekarî ji bo van meseleyan tên kirin. Bi ya min gelê kurd gelek tengasî kişandiye û xwe ji bo hemû tiştê amede kiriye. Ji bo van gavên dîrokî amede ye. Hêza wî jî heye. Îrade û tecrubeyan wî heye. Hêza gel jî heye ya rêxistinî jî heye. Ev serdem, serdema serkeftina kurdan û Kurdistanê ye." İbrahîm ji bo têkoşîna kurdên Tirkiyeyê jî wan ve yekan parve kir: "Kurdên Tirkiyeyê jî pengavên gelekî mezin avêtine, hêza wan xwe ferz dike li ser qada demokrasiyê ya Tirkiyeyê. Dinya jî îro wan nas dike, êdî nema ew kurdên berê tenê li ser çiyê bûn. İro li her kûçe û kolanan deng û rengê kurdan heye, hêza kurdan heye."

Kerkukî: Kongreya neteweyî ji her demê zedetir nêzik e

Kemal Kerkukî di axftina xwe de diyarkir ku piştî êrişên li hemberî kurdan ya li çar parçeyan yekîtiya kurdan û kongreya neteweyî ji her demê zedetir nêzik e û balkişand sêr pêwistiya kongreya neteweyî. Kerkûkî di axaftina xwe de destnîşankir kû kurd divê yekitiya di navbera xwe de di zutir demê de li da bixin û kongreya neteweyî ji bo vê yekê wekî gavekî girîng nirxand. Kerkukî li gel vê yekê êrişên DAÎŞ'ê yên li hemberî kurdan jî nirxand û angaşt ku wan xendekên di navbera Rojava û Başûr de ji bo astengkirina van êrîşan kolane. Kerkukî da zanîn ku piştî êrişan kurd zedetir nêzê hev bûne. Kerkukî êrişên çeteyan yên li hemberê Kerkukê û Kurdistanê jî nirxand û wiha got: "Êrîş dikin lê li hemberî berxwedana gelê kurd nikarin bi ser bikevin. Gelê kurd bersiva van êrişan dide."

'Modela Rojava modela demokrasiyê ye'

Hevserokê Meclîsa Gel ya Rojava Abdulselam Ahmed jî Kongreya HDP'yê wekî "gavekî dîrokî" nirxand û wiha domand: "Li hemû deveran ku divê gel bi hev re bîjîn û ji xwe ev tarzekî nû ye jî. Dê kurd bikaribin divê pengava dîrokî de bikaribin rolekî dîrokî bilîzin" Ahmed, li ser modela Rojava jî rawestiya û got ku rêbazên yekane ên wekî "yek al, yek netew, yek welat" têkçuye û ji ber vê rêbazê gel bi felakatan re rû bi rû mane. Ahmed hilweşînên li Iraq û Suriyeyê jî bi vê rebaza yekane ve girêda û wiha pede çû: "Em meclisa gelên rojavayê Kurdistanê û gelên heremê me bi hev re projeya xweseriya demokratîk bi pêşxist û ku her kes karibe li ser nasnameya xwe bijî. Îro li qantona Cizirê, kurd, ereb, suryan bi hev re hevbeş rêveberiyek dimeşînin û li gor wî jî herkes li gor nasnameya xwe dijî. Em helw didin ku ev projeya demokratîk û minak li seranserê Suriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn. Ji xwe em ketine wê qonaxê, qonaxa netew dewletiyê û nijadperestiyê ku bikaribin derbas bikin."

'Rojava li ser baweriyê berxwe dide'

Ahmed, da zanîn ku Rojava du sale li hemberê êrişên DAÎŞ'ê berxwedanek mezin dide û wiha got: "Ev taluke tenê neli hemberî me ye li hemberî tevahiyê Rojhilata Navîn e û Tirkiye jî di nav de ye. Îro şikênandinek çêbibe dê DAÎŞ li seranserê Suriyeyê û sînorê Tirkiyeyê jî dê bikeve deste wan." Ahmed da zanîn ku îro li hemû heremê rewşekî nû heye û got ku hêdî hêdî dewleta Şam û Îslamê tê avakirin û gotinên wekî, "DAÎŞ ewqas bi hêz nîne jî" wekî "xwe xapandinê" bi navkir. Ahmed da zanîn ku rewşa li Rojhilata Navîn her ku diçe zelal dibe û li hemberî vê yekî qimeta modela Rojava zedetîr tê zanîn. Ahmed ragihand ku talukeya DAÎŞ'ê ji bo hemû kesî mezin e û wiha pede çû: "Di nav erebên sunnî de bingeha wan heye. DAÎŞ ji Raka, Girê Spî û Til Ebyadê dest pêdike heyanî Felluce diçe, îro Musul jî kete destê wan. Hezekî leşkerî xwe li hemberê wan negirt. Ji şerekî navxweyî di navbera şia û sunî de dê li heremê bi salan dewam bike." Ahmed, li cihekî ku fermandarî nikarin xwe li hemberê DAÎŞ'ê bigrin, serkeftina Rojava ya li hemberê DAÎŞ'ê wiha nirxand; "Rojava li ser esasê baweriyek mezin têkoşîn dide ji aliyek ve jî şerekî man û nemanê dide. Di vî şerê de têkçuna me tunebûna me ye. İro li Rojava herkesi li gor derfetên xwe piştgirî dide YPG û YPG jî hezek profesyonel e."

'Em ji yekitiyê re neçar in'

Ahmed, derbasbûna DAÎŞ'ê ya Musilê ji bo hin hêzên kurd şiband "mina miriyên ku serê wan li kevirê selimê bikeve" nirxand û got ku ketina Musulê bi gelek derdoran re xişyariyek mezin pêk aniye. Ahmed, da zanîn ku kongreya neteweyî ji bo yekitiya stratejik pêwîste û wiha pêde çû: "İro kijan êniya kurd bişkê dê bandorek neyî ya mezin li ser êniya din bike. Ji xwe ev hêzên erişker ên wekî DAÎŞ'ê cudatiyê naxwe nav bera kurdan de. Li hemû kurdan bi heman çavê dinhêre. DAÎŞ ji xwe xwediyê projeyeke û heya bi ser nekeve jî dê neseke. Berxwedana Rojava ji bo vê yekê berxwedana ji bo hemû herema Rojhilata Navîn e." Ahmed dîsa dest nîşankir ku divê kongreya neteweyî bê li darxistin û hêzên kurd jî nakokiyên di navbera xwe de divê êdî li aliyek bihêlin.

(ekip/kk/ça)