1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurdên Êzidî: Der barê çûyîna Ewropayê de lîstikeke qirêj hat lîstin
Kurdên Êzidî: Der barê çûyîna Ewropayê de lîstikeke qirêj hat lîstin,kurdên,êzidî,der,barê,çûyîna,ewropayê,de,lîstikeke,qirêj,hat,lîstin

Kurdên Êzidî: Der barê çûyîna Ewropayê de lîstikeke qirêj hat lîstin

Êzidiyên li kampên Şaredariyê yên li Êlih, Mêrdîn û Amedê dijiyan, piştî ku li Deriyê Sînor ê Edîrneyê destûr nehat dayîn derbasî Bûlgarîstanê bibin, li kampên xwe yên berê vegeriyan

A+ A-

ÊLIH - FERHAT ARSLAN / ANF

Êzidiyên li kampên Şaredariyê yên li Êlih, Mêrdîn û Amedê dijiyan, piştî ku li Deriyê Sînor ê Edîrneyê destûr nehat dayîn derbasî Bûlgarîstanê bibin, li kampên xwe yên berê vegeriyan. Lê belê derket holê ku Êzidiyên naxwazin biçin kampên AFAD'ê li gefa dersînorkirinê rast hatine. Êzidî dixwazin li kampên berê lê diman vegerin. Êzidiyan sedema hewldana xwe ya ji bo çûyîna Ewropayê vegotin û gotin, "Di nava vê de lîstikeke qirêj heye. Di destpêkê de em hatin hişyarkirin, lê belê heta ku bi çavê xwe nedît ne xwest bawer bikin."

Êzidî li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û anîn ziman ku Şaredariyên Bakurê Kurdistanê ev saleke bi alîkariya berhev diin re xwedî li wan derketine.

HECÎ XWEDÊDA: Ji bo çûyîna Ewropayê em ji kampê derketin û çûn Edîrneyê. Lê belê leşkeran nehiştin em biçin Bûlgarîstanê. Beriya em ji vê derê biçin, rayedarên HDP'ê û Şaredariyê yên li Êlihê, ji me re gelek caran gotin ku çûyîna Ewropayê gelekî zehmet e. Lê dîsa jî me xwest em şenseke xwe biceribînin. Eger em ji sînorê Bûlgarîstanê derbas bibûna, dibe ku em li zehmetiyên mezintir rast bihatina. Beşek ji xizmên me hînê li Edîrneyê disekinin ji bo ji sînor derbas bibin. Me gelek caran gotin ku em naxwazin biçin kampa dewletê. Lê belê wer xuyaye yên çûna sînorê Bûlgarîstanê dixwazin bibin kampa AFAD'ê. Tê gotin ku yên vê pêşniyarê qebûl nakin jî wê ji Başûrê Kurdistanê re bên şandin.

Rayedarên Tevgera Kurd û parlamenter ketin dewrê û em li kampên me yên berê yên Şaredariyê vegerandin. Ji xwe dema Şengal azad û ewle bû, em ê vegerin. Bila kes nefikire ku Êzidî dane dû evîna çûyîna Ewropayê. Di herikîna dîrokê de em gelek caran li xiyanetê rast hatin. Tevahiya cîhanê dît ku em ji însafa DAIŞ'ê re hiştin. Eger li wir rêveberiyeke xweser hebe, ji xwe ev gel wê ji ber xwe ve vegere Şengalê. Li vê derê Şaredariya Êlihê û HDP ev saleke, tevî hemû bêderfetiyan jî li me dinêrin û em ti pirsgirêkan najîn. Li pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurd em xwe mehçûp dibînin. Ji bo vegera li xaka xwe Tevgera AzadiYê ya Kurd gelekî hesas tevdigere. Lê belê, ji bo vegera niha ya li Şengalê hehstên me şikestine.

PÎR KENAN: Nêzî saleke li ÊliHê partiya Kurdan û Şaredariya Êlihê ji me re malovanî kirin, hembêza xwe vekirin, qîmet dan me, lewma mala wan ava be. Lê belê bi salan weke mêvan mayîna li kampan, vê pirsgirêkê çareser nake. Ji ber ku ev saleke em hemû ji hilberînê qut bûne, veguherîne mirovên bi tenê dixwe, radizê. Em ber bi sînorê Bûlgarîstanê ve hatin şandin, lê belê me dît ku di nava vê de lîstikeke qirêj heye. Hem li hemberî me hem jî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd lîstikeke qirêj hat lîstin. Em xwe li pêşberî Şaredariya Êlihê mehçûp dibînin. Ji sînorê Bûlgarîstanê em hatin vegerandin. Lê belê ya wê piraniya me li kampên AFAD'ê bicih bikin an jî dersînor bikin. Tevî ku em hatin hişyarkririn jî em ji biryara xwe venegeriyan. Ev ne rast bû, me partiya Kurdan jî gelekî tengav ki. Em niha li benda azadbûna Şengalê ne, ji bilî vegera li xaka xwe şensekî me nîne.

Yekane daxwaza me ew e ku cîhan piştgiriyê bide Tevgera Azadiyê ya Kurd. Ji ber ku ji roja destpêkê û vir ve yên di komkujiya li Şengalê de xwedî li me derket Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Bila kes nefikire ku em dixwazin ji vir birevin Ewroapyê. Lê belê heta Şengal xweser nebe, kanton ava nebe, bila kes ne li benda vegera me be. Em ne alîgire ku Şengal di binê kontrola hin kesan de be. Binêrin dema çeteyên DAIŞ'ê zarokên me, jin û extiyarên me serjêkirin, yên diviyabû em biparasta, beriya gel reviyan. Çima kesek vê rastiyê nabîne? Bila Şengal bibe kanton, em parastina xwe bi xwe bikin, hingî DAIŞ be, hêzeke din be, em ê mînet nekin. Ji bo parastina xaka xwe em ê mînetî kesî neke. Niha rabin bêjin 'hûn êdî ewle ne' em ê dîsa neçin! Ji ber ku piştî 10 salan ne DAIŞ hinekî din êrîş bike, garantî heye ku vana dîsa nerevin? Heta Şengal xweser nebe, bila kes ne li bendê me em vegerin! Eger em çûbûn ser sînor, ne kêfaa bû. Jiyana li kampan ne jiyane."