Kurdên Êzidî ji bo parastinê bang li YPG'ê kir
"Pêşmergeyên PDK'ê dev ji vê derê berdan û bê parastin hiştin. Ev ji bo qetliyama êzidiyan dawetname ye"
ŞENGAL (DÎHA) - Serokê Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) Seîd Hesen Seîd, diyar kir ku bi hezaran êzidî bê parastin mane û got, "Bi hezaran mirovên me bê parastin mane û li ber qetliyamê ne. Me bi dehan gund bi neçarî vala kir. Pêşmergeyên PDK'ê dev ji vê derê berdan û bê parastin hiştin. Ev ji bo qetliyama êzidiyan dawetiyeye. Me beriya niha jî bang kiribû ku HPG û YPG ji bo parastina Şengalê bên vê derê. Lê PYD'ê destûr nedabû vê. Êdî divê li hemberî vê bêdeng nemînin. Em banga xwe dubare dikin. Gelê em li bendê ye ku HPG, ji bo gelê êzidî biparêze bila were vê derê."
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê, li Şengalê êrîş bir ser gundên başûrê Şengalê, Girzerik, Sibaşexidir, Tilbenat,Tilkasab û Koço gundiyan xwe dan çiyayê Şengalê. Çeteyên DAIŞ'e bi nîvşevê bi topên hewanê êrîş li gundan kir û serê sibê jî pêşmergeyên PYD'ê ji qad vala kir. Çete niha ber bi navenda gundan ve diçin. Kurdên êzidî ev bi rojane xwe bi derfetên xwe diparêzin. Lê ji ber ku cebirxaneya wan qediya gund terikandin û bi dehan gundên başûrê Şengalê wala kirin. Demek beriya niha piştî çeteyan cihê Tirkmenan Tilaffer bidestxistibû û êrîş li gundên êzidiyan dikirin, kurdên êzidî bang li HPG û YPG'ê kiribû ku ji bo parastina Şengalê bên heremê. Lê ji ber ku PDK'ê destûr neda, niha bi hezaran êzidî dibin tehdîta qetliyama DAIŞ'ê de ne.
Serokê TEVDA'ê Seîd Hesen Seîd, diyar kir ku bi hezaran êzidî bê parastin mane û got, "Bi hezaran mirovên me bê parastin mane û li ber qetliyamê ne. Me bi dehan gund bi neçarî vala kir. Pêşmergeyên PDK'ê dev ji vê derê berdan û bê parastin hiştin. Ev ji bo qetliyama êzidiyan dawetiyeye. Me beriya niha jî bang kiribû ku HPG û YPG ji bo parastina Şengalê bên vê derê. Lê PYD'ê destûr nedabû vê. Êdî divê li hemberî vê bêdeng nemînin. Em banga xwe dubare dikin. Gelê em li bendê ye ku HPG, ji bo gelê êzidî biparêze bê vê derê. Pêwîste bi lez, HPG û YPG ji bo parastinê were Şengalê."
Piştî pêşmergeyên PDK'ê Şengal bê parastin hiştin, li kurdên êzidî li ber walitiya Silêmaniyê çalakiyek lidarxistin û ev helwest şermezar kirin. Li êzidiyan bang li HPG û YPG'ê kir ku Şengalê biparêzin.
(lg)