1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurdên Şebek jî hêviya xwe ji Bexdayê birîn
Kurdên Şebek jî hêviya xwe ji Bexdayê birîn,kurdên,şebek,jî,hêviya,xwe,ji,bexdayê,birîn

Kurdên Şebek jî hêviya xwe ji Bexdayê birîn

A+ A-

Bexda - Piştî ku qeymeqamê Celewlayê ji bo bicihanîna ewlekariyê PKK vexwend herêmê, niha jî Şebekên ku li bakurê Musilê dijîn û dîyalekteke cihê ya kurdî bi kar tînin di mijara ewlekariya xwe de hêviya xwe ji hikûmeta navendî ya Iraqê birîn.

Heyeta Şêwra Şebekan roja îniyê ji Hikûmeta Herêmê bi awayekî fermî daxwaz kirin ku li herêma wan hêzeke taybet bê pêkanîn. Heyet bi armanca pêşîlêgirtina êrîşên li Mûsilê pêk hatin û ji bo danîna xeta sînorên di navbera gundên Şebekan û Mûsilê de, kozikên kontrolê û navenda ewlekariyê daxwaz kirin.

Serokê Heyeta Şêwra Şebekan Selîm Cuma Xidir Şebekî, di daxwiyaniya ku dayî ajansa Sumeriya de wiha got; ‘’Wekî heyetê bi sedema parastina herêma Şebekan me pêkanîna hêzeke taybet a girêdayî Herêma Kurdistanê xwest.”

Piştî êrîşên dawî yek ji rayedarên polîsên Mûsilê di daxwiyaniyekê de diyar kir ku roja înê di 10ê Tebaxê de piştî ku ji hêla komandoyekî xwekuj wesayitek hate teqandin gelek kes mirin.

Ev teqîn li perestgeha Şebekan Husreyniyê ye ya li rojhilata Mûsilê pêk hat. Rayedarê ku ji teqînê El Qaîde berpirsyar nîşan dayî, diyar kir ku wan daxwaz kiriye ji bo ku Şebekan biparêzin artêşa Îraqê were qadê.

Yekîtiya Demokratîk a Şebekan jî diyar kir ku ‘’jenosîda’’ di 11ê Çileya 2011an de li dijî Şebekan hatî destpêkirin hê berdewam dike.

Yekîtiya Şebekan, diyar kir ku; ‘’Ji van êrîşan armanc ew e ku beriya jimêryariyê parêzgeha Nînovayê ji hêla etnîkî ve were paqijkirin,’’ û piştî ku li Nînovayê komek Şebekî hatin kuştin daxwaz kir ku ew bêne parastin.

Yekîtiya ku dibêje ti hêza hikûmeta navendî nîne ku bikaribe Nînovayê biparêze, daxwaz dike ku qada wan ji hêlê hêzên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan ve were parastin.

Di 10ê Tebaxa 2009an de li dijî kurdên Şebek ku li bajarê Mûsilê dijiyan bi du qemyonên tije narincok (bombe) êrîş hatibû kirin û bi hindikahî 28 kes miribûn û 155 kes jî birîndar bûbûn. Di êrîşa li dijî gundê Xezneyê de, ku 3 hezar û 500 Şebek lê dijiyan 35 mal kavil bûbûn.

Bi awayekî berbelav bûyî, li eyaleta Nînovayê 50 gundên Şebekan hene. Tê texmînkirin ku li herêmê şêniya Şebekan nêzî 30 hezarî ye.

Rewşên dawî nîşan didin ku li herêmên nêzî Herêma Kurdistanê, meyla ji navendê dûrketinê heye. Artêşa Îraqê jî ev çend roj in li bajarê Celewleyê û başûrê wê operasyoneke berfireh pêk tîne.

Bajarê Celewle li gel ku bajarê kurdan e jî lê hê jî ne di nav Herêma Kurdistana Federal de ye. Qeymeqamê Celewlayê gulana bihurî bangî PKKê kiribû ku wan biparêzin. Şaredar Enwer Hisên jî gotibû; ‘’Hêzên pêşmergeyan ên li nêzîkî van deran nikare hemwelatiyên kurd biparêze.” Ev bajarokê ku di nav sînorên eyaleta Diyalayê de ye bi taybetî bi êrîşên komên dîndarên radîkal re rû bi rû dibe.

Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPGê Nûredîn Sofî daxwaza Şaredarê Celawlayê ji PKKê daxwaz kiribû wan biparêzin, bersivand û got ku ew amade ne ku kurdan li her derê biparêzin.

ANF NEWS AGENCY