1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KURDÎ-DER'a Wanê ji bo kurdî seferber bû
KURDÎ-DER'a Wanê ji bo kurdî seferber bû,kurdî,der,a,wanê,ji,bo,kurdî,seferber,bû

KURDÎ-DER'a Wanê ji bo kurdî seferber bû

A+ A-

KURDî-DER, ji bo pêşxistin û lêkolîna ziman xebatên xwe berdewam dike. Şaxa KURDî-DER'ê ya Wanê li gel erdheja Wanê xebatên xwe berdewam dike. Niha nêzî 200 welatî li avahiya Kurdî Derê fêrî kurdî dibin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê Îsmaîl Aşkan, diyar kir ku kud ji bo zimanê xwe fêr bibin seferber bûne û xwest ciwanên kurd malên xwe bikin navenda perwerdehiya ziman.

Şaxa Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ya Wanê ji bo zimanê kurdî pêş bixe û perwerdehiya zimanê kurdî bide her kesî xebatên xwe berdewam dike. Niha Nêzî 200 welatî li KURDÎ-DER'ê perwerdehyê dibînin. KURDÎ-DER ku ji 3 mehan carekê serdemek nû ya perwerdehiyê dide destpêkirin, di 5 pêngavan de perwerdehiyê dide. Şagirtê bi navê Kamuran Erdogan diyar kir ku ji sala 2010'an û heta niha diçe KURDÎ-DER'ê û wiha got: "Ji bo min perwerdehiya zimanê kurdî gelek girîng e. Me xwest em li zanîngehê jî fêrî kurdî bibin. Li zanîngehan zimanê îngîlîzî û firansî û tirkî tê dîtin. Lê zimanê kurdî tune. Em bi zimanê me jî perwerdehî bê ditin."

'Ez piştî hatim KURDÎ-DER'ê ez baş fêrî kurdî bûm'

Erdogan, anî ziman ku ewil baş bi kurdî nizanîbû, lê piştî hat kursa kurdî êdî tam bi kurdî dizane û wiha berdewam kir: "Berê min kirarîbû Azadiya Welat bixwenda. Lê niha ez baş dixwînim. Ji bo kurdî pêş bikeve divê em xwe tenê bi KURDÎ-DER'ê bi sînor nekin. Divê em li her qada jiyanê fêrî kurdî bibin.

'Em di nava tirkî û kurdî de asê mane'

Şagirta KURDÎ-DER'ê Berivan Sevinç, jî anî ziman ku ew berê bi kurdî dizane, lê di aliyê nivîsandin û xwendinê de pirsgirêkan dijî. Sevinç, ani ziman ku ji bo fêrî nivîsandin û xwendinê bibe hat KURDÎ-DER'ê û xwest her kes li xwendin û nivîsandina kurdî xwedî derkeve.

'Bila ciwanên kurd malên xwe bikin navenda perwerdehiyê'

Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê Îsmaîl Aşkan, diyar kir ku kud ji bo zimanê xwe fêr bibin seferber bûne û xwest ciwanên kurd malên xwe bikin navenda perwerdehiya ziman. Aşkan, anî ziman ku komeleya wan rastî serlêdanek mezin tê û her kes dixwaze fêrî kurdî bibe. Aşkan, anî ziman ku ew dixwazin hemû dersan bi kurdî bidin û ji bo vê yekê di nava xebat û lêhûrbûnekê dene û wiha got: "Em niha amadekariya vê yekê dikin û li gorî wê mamosteyan perwerde û amade dikin. Niha 200 kesan ji bo kursê serî li me daye. Divê ciwanên kurd hemû qada jiyanê û malên xwe bikin navenda perwerdehiyê. "

(mae)