1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KURDÎ-DER'ê kongreya xwe diyarî 'berxwedana Kobanê' kir
KURDÎ-DER'ê kongreya xwe diyarî 'berxwedana Kobanê' kir,kurdî,der,ê,kongreya,xwe,diyarî,berxwedana,kobanê,kir

KURDÎ-DER'ê kongreya xwe diyarî 'berxwedana Kobanê' kir

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê ji bo rêveberiya nû kongreya xwe pêk anî. Kongreya Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê diyarî "berxwedana Kobanê" hate kirin.

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîra Şirnexê ji bo rêveberiya nû 4'emîn kongreya xwe pêk anî. Kongreya Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê li taxa Cûdî salona Mala Şînê bi tevlîbûna rêveberên rêxistinên saziyên sivîl û gelek welatiyan pêk hat. Di salona kongreyê de bi pankartên "Ziman beden e, xwedî li bedena xwe derkevin" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Ji rêveberiya KURDÎ-DER'ê Muhittin Duymak di kongreyê de axivî. Duymak anî ziman ku wan kongre diyarî "berxwedana Kobanê" kiriye. Duymak diyar kir ku bi êrîşên qirkirina siyasî xwestin pêşî li perwerdehiya kurdî bigrin û wiha got: "Lê belê weke KURDÎ-DER em tu caran di paşde gav navêjin." Di kongreyê de Hevserokê DBP'ê ya Cizîrê Ali Gun li ser girîngiya ziman rawestiyaa û wiha axivî: "Em ê heya dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin."

Piştî axaftinan di hilbijartinan de 16 kes weke rêveber hatin hilbijartin. Ji nava 5 rêvebrên esil hevserokên şaxê werin hilbijartin.

(oî/wk)