1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurdî-Derê Cejna Ziman Pîroz Kir
Kurdî-Derê Cejna Ziman Pîroz Kir,kurdî,derê,cejna,ziman,pîroz,kir

Kurdî-Derê Cejna Ziman Pîroz Kir

Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonek pêk anî

A+ A-

Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonek pêk anî. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu diyar kir ku ger ew bixazin bersivekê baş bidin dagirkeran, pêwîste bi kurd biaxivin, bi kurd binivîsînin û bi kurd bixînin.

Navenda KURDÎ-DER'ê, bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li salona resepsiyona navenda Cand û Ciwanan a Cegerxîn resepsiyonek pêk anî. Parlementerê BDP'ê yê Bidlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Şarekarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Baroya Amedê M.Emîn Aktar, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu û reveberên wê, Rêveberên BDP'ê, xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û ji Herêma Federal a Kurdistanê gelek zimanzan, mamostayê kurdî û dayikên aştiyê amade bûn. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu li ser giringi û wateya zimanê kurd axaftinek kir û got: "Zimanê mirov nasname û netewa zimanê mirovane. Pêwîste fonksiyona ziman bê famkirin. Kesên dagirker wextê dixwazin miletekê tune bikin. Di serîde dest diavêjên zimanê wî û zimanê wî qedexe dikin. Ji bo vê xwedî derketina zimanê kurdî giringe. Ger em bixazin bersivekê baş bidin dagirkeran pêwîste me bi kurd biaxivin, bi kurd binivîsînin û bi kurd bixînin."

Zorooglu anî ziman ku di saya tekoşîna azadiya kurd a 33 salan de zimanê kurdî gihiştiye asteke herî bilind û wiha got: "Zimanê kurd xwedî dîrokeke giring. Ne gengaze zimanê kurdî were ji bîr kirin. Ji bo wê pêwîtse di makezagûna nû de cih ji zimanê kurdî re were dayîn."

'Ziman mifta netewîtiyê ye'

Piştî Zorooglu, parlementerê BDP'ê yê Bidlîsê Husametîn Zenderlîoglu jî axivî û da zanîn ku ziman mifta netewîtiyê ye, şeref û rûmeta gelane û wiha got: "Loma jî kesên êrîşkar di destpêkêde êrîşî ziman dikin: "Gelek zor û zehmetî li ser zimanê kurdî hatiye meşandin. Di her qadîde ji bo zimanê kurd were ji bîr kirin hikûmet her tiştî dike. Lê îro ger em bi ziman ê xwe di axivîn, ev ya di saya tekoşîn gelê me û dayîkên me de. Hetanî dayîkên me hebin dê zimanê me jî hebe. Ji bo wê em dixazin zimanê kurdî di cihanê de bibe zimaneke neteweyî."

Ji bo xwediderketina ziman plaket dan

Piştî axaftinan sîneviyona ku li ser giringiya perwerdehiya zimanê kurd hat pêşan dan plaketên ku ji aliyê TZP-KURD'î ve hatibûn amade kirin dan xwediyê wan. KURDÎ-DER'ê ji ber li xwediderketin û parastina zimanê kurdî plaket dan Rojnameya Azadiya Welat Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Parlementerê BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtanê, ji bo hezkirin û parastina kurdî ya her dem Memduh Çelik, ji bo hişmendiya parastina kurdî Serdal Karataş û Ahmet Ek xelat wergirtin.

(zk/mae)