1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurdî di dibistanan de dibe fermî
Kurdî di dibistanan de dibe fermî,kurdî,di,dibistanan,de,dibe,fermî

Kurdî di dibistanan de dibe fermî

Kurdî di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de dibe fermî

A+ A-

Qamişlo - Tevgera Ziman û Perwerdehiyê (TZP) ya Rojava, diyar kir ku ew armanc dikin li seranserê Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî di dibistanan de bi awayekî fermî wekî waneyek bingehîn bidin û banga serferberiya perwerdehiya bi kurdî kir. TZP’ê got; “Bi vê boneyê erêkirina Desteya Bilind ya Kurdên Rojava herwiha tevlîbûn, alîkarî û piştgiriya her malbatekê pir girîng e.”

TZP Rojava, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurdistan hatiye parçekirin û di bin nîrê koledariyê de tê perçiqandin, bi vê ve girêdayî ziman, çand û dîroka gelê kurd hatiye bişaftin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi despêkirina têkoşîna rizgariya netewî re rewşa gelê kurd hatiye guhertin û di vê rê de gelek bedelên mezin hatine dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dibin navê xweseriya demokratîk de pêş dikeve û ber bi serkeftinê ve diçe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoya şoreşê tê jiyandin û hate bibîrxistin ku gelê li Rojava dibin Desteya Bilind a Kurd de bûye yek, her wiha di her warî de rêxistinên xwe ava dike û gav bi gav xweseriya demokratîk ava dike. Hate diyarkirin ku di rewşekî wiha de xwedî derketina li nirxên xwe, erka her kesê/î ye.

LI HER DERÊ PERWERDEYA KURDÎ Û AMADEKIRINA MAMOSTEYAN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêkanîna van tiştan zanabûnek kûr û perwerdeyek bingihîn pêwîste û hate diyarkirin ku Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ji niha ve dest bi xebat û amadekariya perwerdehiya bi zimanê Kurdî kiriye. Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: "Saziya ziman li tevayî bajarên ji bin destê rejîmê hatîn rizgarkirin û bajarên din ên welatiyên me lê dijîn dest bi xebatên perwerdehiya bi kurdî kiriye. Li her bajarekî bi dehan û sedan mamoste û ciwanên me ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî tên perwerdekirin û ji bo mamosteyî tên pêşxistin.”

'EM Ê ZIMANÊ KURDÎ BIKIN ZIMANÊ PERWERDEYÊ'

Di daxuyaniyê de der barê armancê de wiha hat gotin; “Armanca me ew e kû li seranserê Rojava di dibistanan de zimanê Kurdî bi awayek fermî wekî waneyek bingihîn û sereke bidîn destpêkirin. Bi vê boneyê erêkirina Desteya Bilind ya Kurdên Rojava herwiha tevlîbûn, alîkarî û piştgiriya her malbatekê pir girîng e. Erk û berpirsyariya vê perwerdeya bi zimanê Kurdî dikeve ser milê hemû rewşenbîr, hûnermend û kesayetên pêşverû."

Di dawiya daxuyaniyê de banga, "Werin em bi hev re seferberiya perwerdeya bi zimanê Kurdî bidîn destpêkirin, pêşengiya wê bikîn û serkeftiiknê mîsoger bikîn" li hemû kesî/ê hate kirin.

ANF NEWS AGENCY