1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurkçu: Ev êrîşa hêzên gladyoyê ye
Kurkçu: Ev êrîşa hêzên gladyoyê ye,kurkçu,ev,êrîşa,hêzên,gladyoyê,ye

Kurkçu: Ev êrîşa hêzên gladyoyê ye

Kurkçu: Ev ne êrîşa gel, êrîşa hêzên gladyoyê ye

A+ A-

Parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku êrîşên ku li herêma Derya Reş pê re rû bi rû hatin, ne êrîşa gel, êrîşa hêzên gladyo û şerê taybet bû. Kurkçu got ku ger ku xebat li herêmê bimeşe dê encamên erênî bên girtin û got: “Em behsa herêmeke ku di dema HADEP’ê de rêjeya dengên hatin girtin dikin.” Kurkçu diyar kirk u dê der barê mijarê de li Navenda Giştî daxuyaniyekê bidin û ev pirs ji aliyên ku ‘hesasiyetê’ dipirsin kir; Hestiyariyên der barê şehîdên Kurdistanê de dê kî bifikire?

Parlmaneterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu derbarê êrîşa li Derya Reş li dijî şandeya wan a HDK’ê pêk hat de bersiv da pirsên nûçegihanê ANF’ê Alî Bariş Kurt.

EV ÊRÎŞKAR KESÊN KU ALIYÊ BAJAR NÎŞAN BIDIN NÎNIN

Kurkçu da zanîn ku kesê êrîşkar yên li Sînop û Samsunê ne tercumanê gelê van bajarane û got: “Bi giştî ji xwe ne ji van bajaran bûn. Ji gund û navçeyên cuda anîbûn. Ji derveyê bajar hatibûn. Ev kes hev û din nas nakin. Bi provakasyon û rêxistibûna li ser malpera Facebook wiha kirine.”

Kurkçu got ku dê civîn li baxçeyê çayê pêk bianiyan lê bi mala mamosteyan guherîne û midûriyeta polîsan jî sûcdar kir: “ Dizanibûn em li baxçeyê çayê civînê çêdikin. Biryara mala mamosteyan dawî derket. Ligel vê ger civîn li baxçeyê çayê çêbibûya felaketa pêk bihata ez texmîn jî nakim. Ji ber ku avahiyek ne parastî bû. Ez vê ji bo vê dibêjim; cih guhertina me, planeke ku gelek baş hatibû amadekirin, asteng bû. Midûriyeta Polîsan a Sînopê ku bi ewlehiya parlamenteran peywirdar bû, ji ber bê tedbîra wan ev bûyer qewimîn.”

POLÎSAN AGAHÎ DA ÊRÎŞAKARAN

Kurkçu bal kilşand ser rola polîsan a di vê êrîşê de û got: “Dema em ji bajar derdiketin, em li gorî plana Midûriyetê û riyên cuda de derdiketin. Ligel ku kesî nezanibûm em di kîjan alî de diçin, dîsa wesayîtên me hatin kevirkirin. Riya hîn bibûn. Ev jî nîşan dide ku polîsan agahî dane wan. Jixwe roja em li mala mamosteyan rehîn man, polîs bi êrîşkaran re gelek samîmî bûn. Êrîşkaran wesayîtên me texrîb dikir wan jî tu tiştek nedikir.”

MIDÛRIYETA PLANA HERB A TAYBET PÊK TÎNE

Kurkçu da zanîn ku presîbên esas yên HDK’ê aşitî, demokrastî û azadî ye û got ku ew ji bo ku gelê Derya Reş van prensîban fêm bikin û ji daxwazên gelê kurd re biyanî nemînin ev ger pêk anîne. Kurkçu got: “Ev zirarê dide kê? Gelo kesên din van dibêjin û em rola wan didizin? Na. 3 partiyên meclisê li cihên cuda sekinîne. Dijminê kurdan e. Midûriyeta vir di nava plana şerê taybet de ye. Siyaseta aloziyê dimeşîne û dikevin navbera me û gel.

Kurkçu da zanîn ku gelek kesan xwestiya li Sînopê bi wan re bê cem hev û wiha got: “Me daxwaza wan qebûl nekir. Me nexwest li vir gengeşî û alozî derkeve. An jî pir hêsan bû; dê helwestên li hemberî hev derketiba pêş. Kontrol dê ji destê her kesî derketiba. Lê me ev nexwest. Bi wesîleya gera me tabloyek wisa derket pêş. Gelê vir hewldaneke wan ya neqebûlkirinê tune. Ez ji vir fêm dikim ku ji hemû fikr û ramanan re vekirî ne; Gel di nava vê şîdet û êrîşê de tune bû. Me reaksiyoneke neyînî ji gel nedît. Li Sînopê Walî, Midûriyeta Polîsan û Şaredar rê da ber van pirsgirêkan. Ev êrîş ji navenda gloday û harpa taybet derketine.

LÊ HESTIYARIYÊN KURDISTANÊ?

Kurkçu gotina ‘Gelê Behra Reş ji aşatiyê re ne amade ye’ rast nabîne û got: “Em encamek wisa dernexistiye. Ev ne rast e. Derya Reş di dema HADEP’ê de bi rêjeyeke bilind deng dane HADEP’ê. Her wiha her tim dibêjin bila BDP bibe partiya Tirkiyeyê. Dema parlamenterên BDP’ê li Derya Reş digerin dibêjin çima rehet digierin. Ger hesasiyeta leşkerên jiyana xwe ji dest didin hebe, ev li her derê heye. Gelo hestiyariya şehîdên Kurdistanê dê kî bifikire? Dê kî van hesasiyetên Kurdistanê qebûl bike.”