Kursa dibistanên havînê ya Şaredariya Baglarê vebû
AMED 03.07.2014 09:15:17 Kursa dibistanên havînê ya ku Şaredariya Baglarê her sal ji bo ciwanan lidar dixe, vebû.
Li Kulûba Sporê ya Şaredariya Baglarê, ku di basketbolê de li Bakurê Kurdistanê hevrikê wê nîne û li Tirkiyeyê jî deng veda, mîna her salê îsal jî kursa dibistanên havînê vebû. Di merasîma vekirinê ya li Salona Sporê ya Şaredariya Baglarê de Endamên Meclîsa Şaredariya Baglarê Hevserokên Kulûba Belediye Spor'ê û gelek malbatên ciwanan amade bûn. Hevserokê Baglar Belediye Sporê Sebahattîn Kizilkan li merasîma vekirinê axivî û got, "Weke Şaredariya Baglarê em dixwazin, ciwanên li herêmê bi sporê re mijûl bibin."
Kizilkan da xuyakirin ku daxwaza beşdariya li kursa dibistanên havînê li gorî sala bihurî zêdetir e û anî ziman ku ji bo basketbola jinan 300 kesî serlêdan kirine. Kizilkan got, "Di basketbola mêran de 270 kesî serî lê dan. Ji bo futbolê jî herî kêm 300 serlêdan hatin kirin. Yanî em li vê derê nêzî hezar kesî perwerde dikin. Em dizanin ku ev ciwanên me, wê ji her şêweyên derfetên weke şaredarî em pêşkêş dikin, sûdê werbigirin. Em ji Hevşaredarên xwe yên Baglarê û hemû mamosteyên xwe yên ku derfet dane ciwanan, spasiyên xwe pêşkêş dikin."