Kurtefîlma ‘Baghdad Messî’ di fînala Oscarê de ye
GOKHAN ALTAY
COLEMÊRG (DÎHA) – Kurtefîlma bi navê “Baghdad Messî” ya derhênerê kurd Sahîm Omar Kalifa di nav 10 fîlmên beşa kurtefîlman ya Oscarê ku di nav pêşbirka fîlman de ya herî prestîj e de cihê xwe girt. Derhênerê kurd Kalifa diyar kir wî li Kurdistanê di nav derfetên kêm de ev fîlm çêkir û hilbijartina kurtefîlma wî jî ji bo sînemeya kurd gavek pir girîng e.
Di salên dawîn de sînemaya kurdan di nav cihanê de zêdetir xwe xuya dike. Herî dawî kurtefîlma Baghdad Messî ya derhênerê kurd Sahîm Omar Kalifa di nav 10 fîlmên di beşa kurtefîlman (shortlist) ya Oscara 2015’an de ma fînalê. Di dîroka sînemeya kurdan de cara yekemîn e ku fîlmek derhênerekî kurd ev qas nêzîkê xelata Oscarê dibe.
Di dehan pêşbirkan de 48 xelat wergirt
Di pêşbirkên fîlman ên cîhanê de xelatên Oscarê herî bi prestîj tê dîtin. Her sal bi hezaran fîlm serî li vê pêşbirkê didin û ji van kêm fîlm ji bo fînalê dimînin. 10 kurtefîlm dikevin pêşbirka yekemîn û herî dawîn 5 kurtefîlm ji bo pêşbirka dawî tên hilbijartin. Fîlma Kalîfa, “Baghdad Messî” jî di pêşbirka dawîn de ket nav 10 kurtefîlmên herî baş.
“Baghdad Messî” di sala 2012’an de li bajarên Zaxo û Zumara başûrê Kurdistanê hat kişandin. Fîlm heya niha di dehan pêşbirkên navneteweyî de 48 xelat wergirtin.
Lehengê fîlmê dev jî ‘evîna’ xwe bernade
“Baghdad Messî” çîroka zarokê bi navê Hamûdî yê 11 salî ku di navbera şer û fûtbolê de derbas dibe vedibêje. Hamûdî yê yek jê zarokên gund ku hişê wî li ser futbolê ye. Hamûdî heyranê lîstikvanê Lionel Messî ye û li benda maça lîga şampiyonan a di navbera tîmên Barcelona û Manchester United de were lîstin e. Hamûdî yê ku evîndarê futbolê ye ji vê xewna xwe ya fûtbolê tu carî venagere. Dema maça tîman dest pê dike jî televîzyona wan xirab dibe. Li ser vê Hamûdî bavê xwe ji bo televîzyonê çêke ditengijîne û bavê wî ji bo çêkirina televîzyonê diçe Bagdatê. Piştî demekê bavê wî televîzyonê çêdike û tîne lê ew birîndar vedigere.
Di 15´ê rebandana 2015´an de jî ji 10 kurtefilmên ji bo fînalê hatîn hilbijartin, dê 5 film layiqî xelatê werin destnîşankirin. Di 22’yê sibatê de jî xelatên fîlman li bajarê Hollywoodê werin dayîn.
‘Di nav derfetên kêm de fîlm hat kêşan’
Derhênerê fîlmê Sahîm Omar Kalifa ji DÎHA’yê re bi kurtasî derbarê fîlmê de axivî û diyar kir ku ew ji hilbijartina fîlma wî ya shorlîsata Oscarê gelek kêfxweş bû. Kalifa destnîşan kir ku hilbijartina fîlma wî ji bo pêşeroja sînemaya kurdan jî gavek pir girîng e û wiha got: “Di xewna her derhênerêkî/ê de ev tişt heye.” Kalifa li ser zehmetiyên ku kêşaye jî axivî û wiha got: “Çêkirina fîlman li Kurdistanê zehmetir in. Ji ber ku materyalên teknîkî pir kêm in. Min jî di nav derfetên kêm de ev fîlm çêkir.”
Kalifa dê di 2015’an de jî li Colemêrgê fîlmek bikişîne
Kalifa da zanîn ku di nav kurdan de pir derhênerên hêja û baş hene lê sînemeya kurdan hêj rûneniştiye. Kalifa anî ziman ku sedema rûneniştina sînemeya kurdan bi profesyoneliyê ve girêdayî ye û wiha got: “Di kurdan de çanda sînemeya jî zêde rûneniştiye. Dema em li hêjmara temaşevanên fîlman ên kurd binêrin dê ev tişt zêdetir xuya bike.” Kalifa derbarê projeyên xwe yên pêşerojê jî ev tişt anîn ziman: “Di payîza 2015’an de li Colemêrgê jî ez ê fîlmek bi navê Zagros bikişînim. Dê bi zimanê kurdî be û hemû lîstikvan jî ji bakurê Kurdistanê bibin.”
(gka/wk)