Kurê endamekî HDPê di teqîna Hewlêrê deşehîd bû
HEWLÊR/ROJNEWS Otomobîleke bombebarkirî li taxa Enkawe ya Hewlêrê xwe di nava navenda polîsên Enkawe û avahiya konsolxaneya Amerîka, li pêşiya kaferteryaya Nîlî teqand û di encamê de dû welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Herdû welatî ji bajarokê Dêrika Çiyayê Mazî yê bakurê kurdistanê ne. Yek ji wan kurê serokê navçeya Dêrika Mêrdînê Saadetîn Şan e. Welatiyê din jî bi navê Bulend Onen e.
Duh saet 17.45an otomobîleke bombebarkirî li taxa Enkawe, xwe di nava navenda polîsên Enkawe û avahiya konsolxaneya Amerîka, li pêşiya kaferteryaya Nîlî teqand. Li gor daxuyaniya asayîşa Hewlêrê di encamê de 2 kes şehîd bûn û 8 welatî jî birîndar bûne.
Wezareta derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku di teqîna duh a li Hewlêrê de 2 welatiyên ji Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û dest bi tesbît kirina nasnameya wan kirine. Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku 5 welatî jî birîndar bûne û berpisên konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê li nexweşxaneyê serdana wan kirine.
Li gorî agahiyên dawî yên ketine destê RojNewsê herdû welatî ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî bajarê Mêrdînê ne. Hat zanîn welatiyê bi navê Saadetîn Şan ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye, kurê serokê navçeya Dêrika Mêrdînê yê HDPê yê berê ye. Welatiyê din jî bin avê Bulend Onen e.
Malbatên herdû welatiyan li nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê cenazeyê kurên xwe wergirtin û di van kêliyan de ber bi bakûrê Kurdistanê ve dibin.
(rn/mo)