1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Kurê min tune jiyan û şahî jî tune"
"Kurê min tune jiyan û şahî jî tune",kurê,min,tune,jiyan,û,şahî,jî,tune

"Kurê min tune jiyan û şahî jî tune"

'Di vê cejnê de kurê min tune jiyan û şahî jî tune'

A+ A-

JİHAT AKÇA/CENGİZ OGLAGI Malbatên 34 welatiyên ku di 28'ê Kannûna 2011'an de zarokên xwe di komkujiya balafirên şer ên tirk de winda kirin, Cejna Remezanê li ser goran û bi şînê derbas kirin. Malbatên Roboskiyê ku şakir danîn ser gorên zarokên xwe diyar kirin ku li vir ne tenê 34 mirov, hemû gundiyên Roboskiyê hatin kuştin. Malbatan diyar kirin ku di vê cejnê ku beyî zarokên xwe pîroz dikin cejn ji bo wan bê wate û şîn e. Malbatan, anîn ziman ku dê heta dawî ji bo edaletê bi hikûmet û dewletê re têbikoşin.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de 4 balafirên şer li Gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê bombe barandin û 34 welatiyên sivîl ku piraniya wan zarok û ciwan bûn qetil kirin. Welatiyên ku 8 mehin ji bo kujer bên darizandin û bûyer ronî bibe têkoşînê didin, Cejna Remezanê bêyî zarokên xwe di nava şînê û li ser gorên zarokên xwe derbas kirin. Welatiyên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirin, diyar kirin ku ew dê heta dawî têkoşîna edaletê bimeşînin û hesap bipirsin. Dayikên zarokên ku hatin qetilkirin cilên reş li xwe girin û roja xwe li ser goristanê derbas kirin. Malbatan çûn gorên zarokên xwe ziyaret kirin û şekir û qurnefil danîn ser gorên zarokên xwe. Dayikên ku çûn li ser gorên zarokên xwe dua xwendin zimêr lorandin û erş û ezman qelişandin.

Ne 34 kes Roboskî hate qetilkirin

Dayika Salîh Urek Medine Urek, ku li ser gorê Cejna Remezanê pêşwazî kir, diyar kir ku wê her tim ji bo kurê xwe xwarina taybet çêdikir, lê vê cejnê bêyî kurê xwe derbas kir û wiha got: "Di vê cejnê de min ji bo wî xwarina taybet çênekir. 8 mehin em nizanin em çi dixwin û vedixwin. Tiştek bi qirka me de naçe. Kurê min di cejnê de diçû Şirnexê. Ji xwe re cil dikirîn. Niha dayikên tirk keyfê dikin û cejna xwe pîroz dikin, lê em di nava şîn û êşê de cejna xwe pîroz dikin. 8 mehin hêj kujer nehatin darizandin û ronî nebûn. Kes halê me nabîne. Em dayikên dil bibîr dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe û kujer bên darizandin. Li vir ne 34 mirov hemû Roboskî hate qetilkirin. Em dixwazin rayedarên dewletê destê xwe dînin ser wijdanê xwe û êdî li gorî edaletê nêzî mijarê bibin."

'Êdî ji bo me cejn bê wate ye'

Dayika Serhat Encu Halîme Encu jî bertek nîşanî helwesta hikûmeta AKP'ê da û wihagot: "Ger ku vê pirsgirêkê çareser nakin û aştiyê nînin, hevîdarim ku dawiya wan jî wekî Sedam bibe. Çi heqê wan li me heye vê îşkence û hovîtiyê li me dikin. Ji bo me êdî cejn tune. Êdî bes e. Dema zarokên wan hatin kuştin nebêjin "Bila welat sax be" Bila ev şer û kuştin bi dawî bibe. Em aştiyê û edaletê dixwazin. Ger Erdogan bixwaze dikare şer û kuştinê rawestîne. Lê naxwaze. Êdî şahî û xweşî ji mere tune. Êdî em her tim bi girî û şînê rojên xwe derbas dikin.

'Em dê heta dawî têkoşîna edaletê bimeşînin'

Mamê Ozcan Uysal Cabar Uysal jî anî ziman ku biraziyê wî Ozcan di her cejnê de bi coş û heyecanek mezin cejn pîroz dikir û wiha got: "Beriya komkujî pêk bê li vir bi coş û xweşiyek mezin cejn dihat pîroz kirin. Lê vê carê cejn di nava girî xemgînî hêsirên çavan de hate pîrozkirin. Tu tama cejnê li me nema. Me vê cejnê li ser goristanê bi şînê derbas kir. Em aştî û edaletê dixwazin. Em dixwazin dayikên din jî hêziran nebarînin û heman êşê nekişînin. Em dê heta dawî têkoşîna edaletê bidin. Heta ku hikûmet bûyerê ronî bike û kujeran darizîne em ê têkoşînê bidin."

'Em edalet û aştiyê dixwazin'

Xwişka Seyithan Enç Behiye Enç, anî ziman ku birayê wê nîşanî bibû û amadekariya xwe ya zewacê dikir, lê bêyî bigêje miradê xwe hate kuştin. Enç, anî ziman ku piştî birayê wê hate qetilkirin êdî cîhana wan tarî bû û wateya jiyanê ji wan re nemaye. Enç, destnîşan kir ku ew aramî, azadî û edaletê dixwazin"

Mehmet Encu ku di komkujiyê de 2 birayên xwe û kurekî xwe winda kir jî bi dilekî êş û tije hêrs bertekên xwe wiha anî ziman: "Êşa me gelek mezin e. min 2 birayên xwe û kurekî xwe winda kir. Ew coş û heyecana berê nema. Em hêvîdarin ku van kesên komkujî pêk anîn dê derkevin pêşberî edaletê û rastî cezayê heq bên. 8 mehin em bi rehetî û aramî li malên xwe rûnanên. Êşa me giran e. "

(mae)