1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kuçeyên Amedê rabûn serhildanê
Kuçeyên Amedê rabûn serhildanê,kuçeyên,amedê,rabûn,serhildanê

Kuçeyên Amedê rabûn serhildanê

A+ A-

Piştî polîsan gelek rê û parkên bajarê Amedê girtin, gel li tax û kuçeyên bajêr dest bi xwepêşandanan kir. Li kuçeyan agir hatin dadan, rê bi agir û qutiyên gilêşê hatin girtin.

Li navçeya Baglar, Sur û Kayapinar a Amedê tax û kuçeyên bajêr bûn cihê serhildanê.

Piştî ku polîsan rê nedan ku gel li Parkdaristanê têkeve gireva birçîbûnê, gel ket taxan û ciwanan dest bi serhildanan kir. Çalakiyên ciwanan bi siwareyên zirxîn, siwareyên avê û gaza îsotê tên armanckirin û polîs hewl didin ku li taxan ciwanan belav bikin. Lê ciwan ji kuçeyekê derbasî ya din dibin û dîsa vedigerin cihê xwe.

Çalakiyên li Amedê dê hetas sibe êvarî bênavber bidomin.