Kuçîkên qişlayê sewal mirar kirin
Kuçîkên qişlayê ketin axurên sewalan û sewal mirar kirin
Li Colemêrgê kuçikên leşkeran ku ketin axurên sewalan 10 bizin mirar kirin. Malbat Aşkan, diyar kir ku kuçik ayîdî qişlaya leşkerî ne û xwestin ku hem zirara wan bê dîtin û tedbîr bên girtin.
Li taxa Yenî ya Colemêrgê şevê din kuçikên ayîd leşkeran ketin axura sewalan ê Alî Aşkan. Kuçikên ku derî vekirin û ketin hundir 10 bizin mirar kirin. Di êrîşa kuçikan de 3 bizin jî birîndar bûn û 7 bizin hêj winda ne.
Alî Aşkan di sala 1994'an de ji gundê Dêrê koçberî taxa Yenî ya Colemêrgê bû û derbara xwe bi sewalkariyê dike. Kurê Alî Aşkan Huseyîn û hevsera wî Fehîme Aşkan bi dengê kuçikan hişyar bûn û piştî dîtin kuçik ji axurê derketin çûn axurê. Malbata Aşkan, îdîa kir ku kuçikên Qişleya Fatîhê yên li nava taxan digerin bizinên wan telef kirin.
'Kuçik ayîdî leşkeriyê ne'
Huseyîn Aşkan, diyar kir ku hemû kes dizane kuçik ayîdî leşkeriyê ne û wiha got: "Jixwe çend salin ev kuçik di nava qişleya leşkeriyê de tên xwedîkirin. 2 roj berê jî li pişt gir 2 sewalên din kuştin. Ez li vir bang li rayedaran dikim. An bila çareyekê bikin an jî em dê ya pêvîst bikin. Niha em mexdur in. Zirara me dê kê bibîne. 10 bizin telef bûn, 3 bizin birîndar bûn û 7 bizin jî winda bûn. Bila rayedarên dewletê zirara me bibînin. Ez îro çûm leşkeriyê. Min rewş ji wan re got. Ji min re gotin 'Kuçîk ên me nîn in.' Min jî ji wan pirsî 'Heke ev kuçik ên wan nebin çima li qada leşkeriyê ne?' pirsî. Min xwest ez bi fermandarê alayê re hevdîtinê bikim. Berê ji min re gotin hefteyek şunda were dayîka wî neşxweş e pişt re jî gotin duşemiyê were û rewşê jê re bêje."
Omer Aşkan jî diyar kir ku birayê wê berê xwe dide 12 kesan û debara xwe bi karê sewalkariyê dike. Aşkan, xwest ku rayedar alîkariyê bidin malbatê.
(bd/mae)