′Kuştina Andre Calov encama parastina fikirê radîkar ji aliyê Tirkiyê ye′
Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê da zanîn ku kuştina Balyozê Rûsî encama parastina fikirê radîkal ji aliyê Tirkiyê ve, pêk hat
NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê da zanîn ku kuştina Balyozê Rûsî encama parastina fikirê radîkal ji aliyê Tirkiyê ve, pêk hat.
Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê derbarê kuştina Balyozê Rûsya li Enqerê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Me bi xemgînî agahiya kuştina Balyozê Rûsî li Tirkiye birêz Andre Calov ku bi destê Endamê Hêzên Ewlekariyê li paytexta Tirkiyê Enqere pêk hat, bihîst. Ev kiryara tirsonek di encama fikira olî ya radîkal ku bi salane hikumeta AKP′ê diparêze, pêk hat.
Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê kuştina Balyozê Rûsî li Enqereyê bi tundî şermezar dikin. Ev kiryara terorîst ne li gorî rêgez û nirxên exlaqî ye. Em sersaxiyê ji malbata Balyoz, hikumet û gelê Yekîtiya Rûsya re dixwazin”.
(kc)
ANHA