Kî di nava qurifînê de ye? - Cemîl Bayik
NAVENDA NÛÇEYAN 30.10.2014 08:18:21 Hikûmeta AKP´ê her dema ku vîna gelê Kurd û hêza wê ya siyasî dibîne êrîşkar dibe. Naxwaze li hemberî xwe Kurdê bi hêz û xwedî îrade bibîne. Ya yekê; naxwaze dest ji kompleksa xwe ya desthilatdariyê berde. Ya duyemîn jî ji ber ku dizane nikare polîtîkayên xwe bi Kurdên rêxistinbûyî û bi hêz bide qebûl kirin, ji bo Kurdê bi hêz qels bike êrîş dike. Operasyonên qirkirina siyasî yên di 14´ê Nîsana 2009´an de jî bi vê mantiqê hatibûn kirin.
Heta wê demê beriya hilbijartinên 29´ê Adara 2009'an cara pêşî 3-4 mehan agirbestek fiîlî hebû. Beriya hilbijartinan artêş û polîs neketibûn nava ti tevgerê. Lê piştî ku tevgera demokratîk a gelê Kurd ji hilbijartinên 29´ê Adarê bi hêz derket û dîtin ku ew ê nikaribin polîtîkayên xwe ya Kurd bidin qebûl kirin, ji bo belavkirin û qels kirina hêza gel 14´ê Nîsanê operasyonên qirkirina siyasî dan destpêkirin.
6-7 meh piştre li ser banga Rêberê Gelê Kurd, Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk dema ji Xaburê derbasî bakurê Kurdistanê bû ji aliyê mîlyonan ve hat pêşwazîkirin, desthilatdariya AKP dîsa veceniqî.
Piştî ku fêm kirin nikarin polîtîkayên xwe yên Kurd bi vî gelê bidin qebûl kirin, operasyonên qirkirina siyasî yên di 14´ê Nîsanê de dabûn destpêkirin hîn jî zêde kirin. Ji ber ku ew civaka Kurd ya bêrêxistin û qels dixwazin. Operasyonên qirkirina siyasî yên ku ev 10-15 roj in zêde bûne jî bi heman mantiqê têne kirin.
Raperîna gelê Kurd a 6-7-8 ê Cotmehê hemû hesabên AKP´ê xera kir. AKP bi şerê taybet û tevgera psîkolojîk dixwaze Kurdan qels bike û bi mafên ferdî çareseriya xwe ya Kurd bide qebûlkirin.
Lê belê piştî ku gelê Kurd li her derê bi serhildanên xwe hikûmeta AKP´ê hejand û hêza xwe ya civakî nîşan da, AKP dît ku nikare daxwazên xwe û çareseriya li gor xwe bi Kurdan bide qebûlkirin. Ev rewş AKP gelek bi hêrs kiriye. Yekser rêveberiya şerê taybet kom kiriye û mijara vîna gelê rabûye serhildanê wê çawa bişkînin û çawa terbiye bikin nîqaş kirine.
Pêkanîna operasyonên qirkirina siyasî jî û daxuyaniyên tund jî ji ber vê encamê ne. Ya rast rewşa gotina ´qurîfîn (panîk atak)´ ya wezîrên AKP´ê ji bo tevgera azadiyê ya gelê Kurd dibêjin, tam rewşa hikûmeta AKP´ê nîşan dide.
Ji bo vê hikûmetê di nava 7-8 salan de bi agirbesta yek alî fersenda çareseriya siyasî ya demokratîk hat dayîn, lê hikûmeta AKP´ê van salan ji bo dem qezenckirin û xapandinê derbas kir.
Yanî li hemberî gelên li Tirkiyê bêberpirsiyarî tevgeriya. Hikûmeta AKP´ê li şûna ku hesabê helwesta xwe ya van salên ku vala derbas kirin bide, bi gotina ´hem sucdar e û hem jî bi hêz e´ yên derdorê tewanbar dike. Eger pêvajoyek çareseriyê hebe wê demê ji bo çareseriyê divê gav bêne avêtin. Na eger ji bo çareseriyê ti gav nayên avêtin, wê demê li holê pêvajoya çareseriyê nîne. Yan jî wê demê pêvajoyek ku di rastiyê de nîne, lê di gotin û medyayê de heye, li holê ye.
Bulent Arinç dibêje, "em ne mehkûmî pêvajoya çareseriyê ne." Di rastiyê de ev nêzîkatî tê wateya mikûrhatinê ku ji bo wan pêvajoya çareseriyê tine ye. Eger di mijareke mîna pirsgirêka Kurd de têgihiştina wan a çareseriyê hebûye û pêvajoyake çareseriyê hebûya gotinên bi vî rengî ji devê Bulent Arinç dernediketin. Ji xwe ji ber ku pêvajoya çareseriyê tineye bingehê şer û pevçûnan ji holê ranabe. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd hewl didin AKP'ê têxin nava pêvajoyeke çareseriyê. Lê belê AKP bi israr nakeve nava pêvajoyê û gavên ji bo çareseriyê pêwistin navêje. Dema rewş wisa ye jî dijminatiya Şoreşa Rojava dike, bi DAIŞ'ê re hewl dide Kobanê têk bibe, li her derê dijminatiya Tevgera Azadiya Kurd dike.
Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd ji ber berpirsiyariya xwe ya ji bo gelên Tirkiyeyê tevî hemû tehrîkên AKP'ê jî bi salan pêvajoyê bêçalakîtiyê pêk anîn û bi israr hewl dan ku hikûmeta AKP'ê bixin nava pêvajoya çareseriyê. Lê belê mîna di helwesta wezîrên AKP'î ya di demên dawî de nîşan didin de jî xuya dike gavên ji bo pêvajoyê pêwîst ne hatine avêtin û zimanekî li gor ruh û girîngiya pêvajoyê ne hatiye bikar anîn.
Bila Bulent Arinç meraq neke! Ti peyman a Tevgera Azadiya Kurd û AKP'ê tine ye. Wan ti gaveke bi tenê ya ku Tevgera Azadiya Kurd girê bide ne avêtine. Tevgera Azadiya Kurd ne muxtacê minet û tiştekî din ê AKP'ê ye. Me hewl da em AKP'ê têxin pêvajoya çareseriyê lê belê ne ketinê û dibêjin em nakevinê. Di vê rewşê de bêgûman di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de destê Tevgera Azadiya Kurd ne girêdayî ne. Derfetên wê yên din jî hene. Derfetên wê her roja derbas dibe zêdetir dibin. Gelê Kurd ji xwe li dij polîtîkayên neçareseriyê yên dewleta tirk helwesta xwe bi tundî nîşan daye. Gelê Kurd wê vê îradeyê mîna hêzeke têkoşînê nîşan bide. Eger bi salan e tevî derfetên hate afirandin jî gavan ne avêje wê demê mafê Tevgera Azadiyê heye ku bi rêbazên cuda çareseriyê pêk bîne.
Dibêjin leşker û gerîla mîna hev nayên dîtin. Ma ev jî gotin e? Dibe ku tu gerîla cuda bibîne; lê gelê Kurd gerîlayê ku ewladê wê ne mîna fedaiyên azadiyê û pîrozweriya xwe dibîne û vê yekê rojane diqîre. Di rewşa ku gel wisa bibîne de nabe ku nûnerên gel cuda bibînin. Ji ber vê yekê jî di vî alî de zext danîna ser siyasetmedarên Kurd bêexlaqiya siyasî ye. Li aliyê din tu hevdîtin û diyalogê pêk tîne. Şerekî 30 salî heye, zextkirina tê wisa bibîne, an tu nabîne tê wateya jinedîtî ve hatina pirsgirêkê. Ev gel gerîla mîna hêza parastina rewa, artêş û polîs jî heta çareserî pêk neyê wê mîna hêza dagirker bibîne. Eger hûn dixwazin vê rewşê biguherin hûnê pirsgirêka Kurd çareser bikin. Eger hûn pirsgirêka Kurd çareser bikin wê nêrîna gel a li leşker û polîs were guhertin. Ji bilî vê bi zextên bêexlaqî û demagojiyê hûn nagihijin cihekî. Dema ku demagojiyeke bi vî rengî were kirin wê ji we were pirsîn: "Çima hûn diyalogê dideynin, ji bo çi hûn qala çareserkirina pirsgirêkê dikin."
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka