Kûpa Cîhanê ya Alternatîf dewam dike
STOCKHOLM 03.06.2014 07:05:40 Kûpa Cîhanê ya Alternatîf a bi beşdariya tîmên gelên dewleta wan nîne, ku di 1'ê Hezîranê de li bajarê Swêd Ostersundê destpê kir, di roja yekemîn de her du tîmên xwedî îddîa Kurdistan û Arameans Suryoye hatin pêşberî hev û maç bi encama 2-1 bi serketina Arameans Suryoye bi dawî bû.
Di beşa yekemîn a maçê de tîma Kurdistan bi gola Shakour encama 1-0 derket pêş, lê di beşa duyemîn de nekarî vê skora xwe biparêze. Tîma Arameans Suryoye di deqeya 78'an de bi goa Musa Karli wekhevî bi dest xist. Di deqeya 84'an de jî bi gola Bertino Nacar derket pêş û bû xwedî 3 pûanan.
Di roja duyemîn a tûrnûvayê de jî tîma Arameans Suryoye bi golên Marco Aydin di deqeya 38'an û Mûsa Karli ya di beşa duyemîn de li hemberî tîma Tamil Ealem bi 2-0 bi ser ket û lîderiya koma xwe garantî kir.
Maçeke din a roja destpêkê ya tûrnûvayê di navbera tîmên Karabag û Ellan Vannin de pêk hat û ev maç jî bi encama 3-2 bi serketina Ellan Vannin bi dawî bû. Maça navbea Abhazya û Oksitanya jî 1-1 bi encama wekheviyê qediya.
Tîma Bakurê Îtalyayê Pandaniya, yekane tîma Afrîkayê Darfur United bi encama 20-0 têk bir. Tevahiya lîstikvanên Darfur United ên ji herêma şerê navxweyî hatin amator in û di mercên zehmet de karî beşdarî tûrnûvayê bibin.
Di maçên duh de tîma Abhazya 2-1 Sapmi, Osetya Başûr jî bi 19-0 Darfur United têk birin.
Sibê jî wê tîmên Tamil Eelam û Kurdistan, Osetya Başûr û Padaniya, Oksitanya û Sapmi, Karabag û County of Nice werin pêşberî hev. Di navbera 5 û 7'ê Hezîranê de wê maçên çaryek û nîv fînalê û di 8'ê Hezîranê de jî maça fînalê bê lîstin.