1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Le Figaro: Talabanî li gor klînîkî mir
Le Figaro: Talabanî li gor klînîkî mir,le,figaro,talabanî,li,gor,klînîkî,mir

Le Figaro: Talabanî li gor klînîkî mir

A+ A-

Rojnameya fransî Le Figaro, li gor nûçeya xwe ku disipêre çavkaniyên siyasî yên kurd, Serokkomarê Îraqê û Serokê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî li nexweşxaneya Berlînê ku lê dihat dermankirin, li gor klînîkî, miriye.

Talabanî ji ber di mêjî de bi xwînê der bû ev 15 roj bûn ku li Berlînê dihat dermankirin. Le Figaro dide zanîn ku doktoran diyar kiriye ku Talabanî ji ber derbûna xwînê ya mêjî pir ziyanê dîtiye û got: ”Niha Alman bi tenê hewl didin ku wî li jiyanê bigirin.”

Çavkaniyên kurd ku ev agahî dane rojnameya fransî dane zanîn ku Talabanî li gor klînîkê, miriye.

Çavkanî: ANF Werger: Amîda Kurd