1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Le Figaro: Yekîtiya Kurdan Enqereyê aciz dike
Le Figaro: Yekîtiya Kurdan Enqereyê aciz dike,le,figaro,yekîtiya,kurdan,enqereyê,aciz,dike

Le Figaro: Yekîtiya Kurdan Enqereyê aciz dike

A+ A-

PARÎS 12.08.2014 08:11:11 Şerê hêzên Kurd ên li eniya hevpar a li dijî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) Tirkiyeyê dixe nava fikaran.

Rojnameya Fransayê Le Figaro di nûçeyeke xwe de ragihand ku desteka hikûmeta Tirkiyeyê û Tayyîp Erdogan a ji bo DAIŞ'ê, helwestek li hemberî Kurdan e. Di şîrove nûçeya bi sernavê "Helwesta xumamî ya Tirkiyeyê der heqê DAIŞ'ê de' hat destnîşankirin yekîtiya Kurdan li Tİrkiyeyê rê li ber fikaran vekiriye.

Le Figaro di şîroveya xwe de cih da van gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû; "Dibe ku DAIŞ weke rêxistinbûyîneke radîkal, terorîze bê dîtin, lê belê di nav de Tirk, Ereb û Kurd hene. Rewşa li wê derê, nexweşiyên beriya niha, hêrsên beriya niha li eniyeke berfireh rê li ber reaksiyoneke berfireh vekirin. Eger Erebên Sunnî yên li Iraqê li derve nehatibûna hiştin, hêrsek bi vî rengî ewçend berhev nedibû" û destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve ji bo DAIŞ'ê weke rêxistineke terorîst bi nav neke, di nava hewldanê berfireh de ye.

Ev daxuyaniya (Davûtoglû) ya li NTV ku li gorî hin nivîskaran hewldana rewakirina cîhadperestan e, ya rast tengaviya Enqereyê nîşan dide. Her çend bi awayekî fermî bê înkarkirin jî êdî ne 'sir' e ku cîhadperestên DAIŞ'ê jî di nav de ji bo komên mûxalîf ên li Sûriyeyê rêya derbasbûna ji Sûriyeyê tê vekirin û alîkariya çekan tê dayîn. Dagirkirina Mûsilê, trajediya mirovahiyê ya li Çiyayê Şengalê bi serê Êzidiyan de hat û gefa DAIŞ'ê ya li herêmên petrolê yên Kurdistana Iraqê bûn sedem ku Tirkiye û ev rêxistina xwedî kiriye, bê pêşberî hev."

YÊN LI DIJÎ KURDAN ŞER DIKIRIN NE PIRSGIRÊK BÛN

Le Figaro cih da nêrînên nivîskarê rojnameya Radîkalê Fehîm Taştekîn û gotina Taştekîn a "Tirkiye ji bo hilweşandina rejîma Sûriyeyê hemû derdora, bêyî cihêkariyê bixe navbera wan weke birayê xwe dît" destnîşan kir. Le Figaro cih da van nêrînên Taştekîn: "Enqere ji 2012'an û vir ve ji bo pêşî li avabûna herêmeke Kurd a Sûriyeyê ya ser bi PYD'ê bigire, polîtîkaya destekkirina hemû komên li dijî PYD'ê şer dikin, şopand. Kî li dijî PYD'ê şer dikir? Artêşa Sûriyeya Azad, El Nûsra û DAIŞ. Piştî ku pêşî li kontrola Kurdan a li ser herêmê girtin, ev yek ji bo Tirkiyeyê ne pirsirêk bû."

TEVÎ HESABÊN ŞAŞ JÎ HELWESTA DER HEQÊ DAIŞ'Ê DE XUMAMÎ YE

Le Figaro di şîroveya xwe de diyar kir ku tevî 'hesabên şaş' ên Enqereyê jî helwesta wê ya der heqê DAIŞ'ê de ne diayr e. Le Figaro bal kişand ser nerazîbûnên ji Tirkiyeyê li dijî bombebarana DYA ya li hemberî DAIŞ'ê de hat û got, "DYA cîhadîstên li Iraqê bombebaran kir. Ev bombebaran ji aliyê Serokwezîr Erdogan (Êdî Serokkomar e) bi rewşeke sar hat pêşwazîkirin. Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz got, 'Tirkiye bi ti awayî destekê nade operasyona DYA"

YEKÎTIYA KURDAN ENQEREYÊ ACIZ DIKE

Le Figaro da zanîn ku pirsgirêka Hikûmeta Tirk rehîneyên di destê DAIŞ'ê de nîne û di şîroveya xwe de, der barê fikarên ji eniya hevpar a PKK, YPG û Pêşmergeyan de cih da van gotinan: "Eger tengaviya yekane ya Enqereyê ne ew mirovên dîlgirtî bin? Hêzên çekdar ên Kurd ên li Iraq û Sûriyeyê, PKK, YPG (Baskê PKK'ê yê Sûriyeyê) û Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê, ji bo li dijî DAIŞ'ê li heman eniyê şer bikin, bûn yek. Di dîroka Kurdan de ku heta niha bi pevçûnên navxweyî ji hev qut bûn, ev yek rewşeke nû ye... Xurtbûna Kurdên li Sûriye û Iraqê, ku bi şerê xwe yê li hemberî DAIŞ'ê re li qada navnateweyî hat naskirin, Enqereyê hêrs û aciz dike, ku 'Kurdên wê jî (Yên li Tirkiyeyê) dikarin eleqeyê nîşanî vê perspektîfê bidin."

TÊKÇÛNA DAIŞ WÊ DERBA LI ERDOGAN KETIBE

"Têkçûna DAIŞ'ê û di encama vê de paşketina komên Sunnî yên li Iraqê, ji bo Erdogan ê polîtîkaya xwe ya derve sipartiye Biratiya Misilman û 'Parastina Sunniyan' bibe derbeke mezin."