Legleg êdî bi tu derê ve nafirin!
Li parzemîna Ewropayê nûçegihanên payîz û biharê refên leglegan bûn. Lê ji ber zêdebûna germahiya li parzemînê, gelek ji refên leglegan dereng ber bi başûr ve difirin.
Li Elmanyayê di mijdara îsal pileya germahiyê pileyek li jorê normaltiyê ye. Pile 5 e. Piştî ku di hin rojên mijdarê de, li hin deverên welêt, pileya germahiyê gihişt 20’ê, li gel mirovan, ajal jî matmayî bûn. Gelek refên çûkên penaber ên vî welatî jî ji ber vê yekê payîzê bar nekirin û dixwazin di dawiya payîzê de bar bikin.
Beriya çend salan legleg di mehên rezber û mijdarê de ji Bakûrê Ewropayê bar dikirin û diçûn Spanya, Portekîz û welatên Bakûrê Efrîkayê. Lê ji ber guhertinên di avhewayê de, salnameya çûkan jî tevlî hev bû.
Ji ber germahiya li bakûrê Elmanyayê, bi taybet li eyaleta Brandenburgê, bi deh hezaran legleg salnameya xwe ya barkirinê guhertin û hema bêje 2 mehan dan paş.
Her çendî mayîna leglegan ji bo cotkaran tê wateya dagirkirina zeviyan, bi hezaran turîst berê xwe didin herêmê û dixwazin wêneyên refên leglegan bikişînin.
Cotkarê kal Hans Wagner ji ajansa IPS re axivî û diyar kir ku beriya 30 salan hema bêje çend sedek legleg dihat Linûmê, lê di van salên dawiyê de nêzî 50 hezar legleg tên. Ev legleg tovên zivistanê yên cotkaran jî dixwin. Di biharê de jî êrişê zîlikên ku nû dibişkivin dikin. Ji xwe deng û pêjna we bi xwe jî…
Cotkaran jî li hemberî êrişên leglegan ên li ser zeviyên wan, alarm danîne. Alarmên ku cotkaran li nava zeviyên xwe danîne, deng derdixin û leglegan ditirsînin.
Xelkê bajaroka Linumê ne tenê gazincan ji leglegan dike, ji turîstên leglegan jî dike. Di meha rezberê de nêzî 30 hezar turîst hatin Linumê û wêneyên leglegan kişandin.
Bi ya ornîtologê elman Henrik Watze Linum û derdorê wê ji bo leglegan cihê herî guncaw e. Leglegên bakûr berê xwe didin vir û ligel vana şêniya leglegan digihe 80 hezarê.
Li derdorê Limumê ji ber hebûna jimareke zêde ya robaran û koçberiyê, legleg herî zêde malovaniya eko sîstemê hildibijêrin.
Lê çotkarê li Linûmê Heinz Wacker bersivek hêsan dide vê yekê û dibêje; “Leglegek rojane 300 gram dexil dixwe. Ev jî tê wê wateyê ku 80 hezar legleg di rojekê de 24 ton dexil dixwin. Di demsala biharê de jî dema nû tên zîlikên me dixwin. Bawer im mirov nikare vê yekê weke rewşa ekolojiyê bi nav bike.”
ANF NEWS AGENCY