1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Lehengên Şoreşê (Dosye: 1,2,3)
Lehengên Şoreşê (Dosye: 1,2,3),lehengên,şoreşê,dosye,1,2,3

Lehengên Şoreşê (Dosye: 1,2,3)

Lehengên ku şoreşa Rojava xistine rojeva cîhanê û ji bo gelên cîhanê kiriye model, bi çîrokên xwe yên berxwedanê jî bûne mînak (WÊNE!)

A+ A-

Şehîdê yekemîn ê şoreşê: Kemal Hisên

AGIRÎ ÎBRAHÎM

DIRBÊSIYÊ – Lehengên ku şoreşa Rojava xistine rojeva cîhanê û ji bo gelên cîhanê kiriye model, bi çîrokên xwe yên berxwedanê jî bûne mînak. Xeleka yekemîn a vê zincîrê jî Kemal Hisên ê ji Dirbêsiyê ye.

Bingeha Şoreşa Rojava 35 sal beriya niha bi pêngava azadiyê ya li Kobanê hatiye avêtin û ev 3 salin ji bo gelên cîhanê bûye mode. Vê şoreşa ku bi bedelên gelekî mezin hatiye vê astê, di têkoşîna mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Di demeke pir kurt a wekî 3 salan de, şahidiya berxwedanên gelekî mezin ku mînakên wê kêm têne dîtin, hate kirin. Di vê berxwedanê de keç û xortên leheng ên Rojava bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Serkeftina îradeyê” nîşan dan. Me jî xwest ku van abîdeyên berxwedanê ku lehengiyên gelekî mezin xistin nava jiyanên xwe yên ciwan, hîn zêdetir bidin nasandin û çîrokên wan ên berxwedanê bi xwendevanên xwe ve parve bikin.

Şehîdê yekemîn

Şehîdê yekemîn ê şoreşa Rojava têkoşer Kemal Hisên ê ji bajarê Dirbêsiyê ye. Têkoşer Kemal Hisên di gulana 1993’yan de li bajarê Dirbêsiyê ji dayîk dibe. Di nava malbateke welatparêz de ku ji 4 keç û 6 xortan pêk tê mezin dibe. Malbata Kemal ji ber ku bi welatparêzî û girêdana xwe ya bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve dihatin naskirin, ew rastî gelek zextên ji aliyê rêjîma Baas a Sûriyê ve dihatin.

Kemal Hisên bi aramî û girêdana xwe ya bi dayîka xwe û hevalên xwe yên zaroktiyê yên li bajarê Dirbêsiyê ve dihat naskirin. Piştî ku mezin dibe jî her dem amade ye ku ji bo hevalên xwe jiyana xwe jî feda bike.

Kemal xwendina xwe ya seretayî li dibistana Ebî Zir EL-Xefarî ya Bajarê Dirbêsiyê bi dawî dike. Lê ji ber ku gelek ji pîşeya necariyê hez dike ew dest ji xwendina xwe berdide û dest bi karê necariyê dike.

Berî ku Şoreşa Rojava dest pê bike Kemal bi armanca kar û debara jiyanê bi hin hevalên xwe re, berê xwe dide, paytexta Sûriyê Şamê û li wir xwe di karê xwe de pêş dixe.

Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê dike jî, Kemal Hisên ku bi rihê xwe yê şoreşger dihat naskirin, bi hevalên xwe re vedgere Rojavayê Kurdistanê û di Tevgera Ciwanên Şoreşger de cihê xwe digre, her wiha beşdarî hemû xwepêşandanên ku banga azadiya Gelê Kurd dikirin dibe.

Kemal paşê jî bi girûpeke hevalên xwe re di komîteyên parastinê de cihê xwe digre. Girûpên parastinê û her wiha çalakiyên ku li bajêr dihatin kirin birêxistin dike. Bi şev jî Kemal bi hevalên xwe yên girûpên parastinê re ji bo parastina aramiya bajêr û lêkolînkirina rewşê li nava kolanên bajar digere.

Têkoşer Kemal li gel karê xwe yê di Tevgera Ciwanên Şoreşger de, ji bo ku fêrî zimanê xwe yên zikmakî bibe jî berê xwe dide Saziya Zimanê Kurdî û dest bi dîtina waneyên zimanê kurdî dike. Her wiha tevlî nava xebatên çand û hunerê jî dibe û cihê xwe di koma zîlan a dîlanê de digre.

Kemal Hisên bi hevalên xwe yên di Tevgera Ciwanên Şoreşger de, beşdarî meşa ciwanan a 7 rojan a ku di bin diruşmeya “Ber bi Netewa Demokratîk ve”hat organîzekirin û ji Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Gundê Berkevirê dest pê kir û heta Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li Bajarê Dêrikê bidawî bû, dibe.

Endamê Komîteya Parastinê Kemal Hisên di 26’ê Adara 2012’an de li Bajarê Dirbêsiyê di encama kemîneke ji aliyê rêjîma Baas ve, dema ku bi erkê xwe yê parastinê radibû jiyana xwe ji dest dide.

Bi vê yekê jî dibe yekemîn têkoşerê ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide.

Bavê Têkoşer Kemal, Ehmed Hisên derbarê kurê xwe de wiah dibêje: “Kemal ji aliyê hemû hevalên xwe ve dihat hezkirin. Her tiştê ku dikir an jî dixwest bike ji min re digot, li min guhdar dikir û bi ya min dikir. Di dema ku beşdarî meşa ciwanan bû ji min re got ku ew dixwaze beşdarî vê meşê bibe da ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike û daxwaza pêkanîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike.”

Dayîka Kemal jî li ser zaroktiya kurê xwe de got ku Kemal zarokekî aram, dilnizim û xwedî exlaq bû û her wiha ji hemû hevalên xwe hez dikir. Dayîka Kemal Hesen wiha dibêje: “Min di xwedîkirina Kemal de qet zehmetî nedît.”

Derbarê şehadeta Kemal Hesen de dayîka wî got ku, ew sibehê ji xew rabû û tevî ku xwe amade kiribû biçe karê xwe jî, lê naçe karê xwe û bi hevalên xwe re diçe û erka xwe ya parastina bajar pêk tîne. Wê şevê Kemal venagera malê û di sebeha roja din de jî ji me re tê gotin ku Kemal şehîd ketiye.

Hevalê Têkoşer Kemal ê ku ew li Saziya Zimanê kurdî naskiriye, derbarê hevalê xwe de wiha dibêje: “Şehîd Kemal ciwanekî pir çalak bû, li gel fêrbûna ya zimanê kurdî, erka xwe yê parstina bajar jî pêk dianî.”

Têkoşer Delîl Cûdî bi şehadeta xwe wateyeke nû da hunerê

BÊRÎVAN BEYAR – ROJ HESEKÊ

HESEKÊ - Têkoşer Delîl Cûdî yekemîn têkoşê YPG’ê ji bajarê Hesekê ku di şoerşa Rojavayê Kurdistanê de ji bo paratina xaka welatê xwe jiyana xwe ji dest da, bi huner û erka xwe li hemberî doza gelê xwe û germbûna dilê xwe cihekê xwe di dilê her kesî de digire. Şehadeta wî wateya hunera rast da nîşankirin û hêza domandina riya têkoşran heta azadiyê ji hezaran da xuyakirin.

Ji zarotaiya xwe bi doza gelê xwe ve girêdayî bû

Têkoşer Sabir Ferhad Bekir (Delîl Cûdî) di sala 1989’an de li bajarê Hesekê ji dayîk bûye û di malbateke ku bi welatparêziya xwe tê naskirin de mezin dibe.

Li ser fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xwedîkirin, bi hezkirina xwe ji jiyanê û welatê xwe re û baweriya bi doza gelê Kurd hatibû girêdan. Bi dilgeşbûn û rûkeniya xwe cihê xwe di dilê her kesî de girt. Bi derdora xwe gelekî girêdayî bû û êşa malbat û cîranan bi xwe re parve dikir. Armanca wî ya sereke her tim ji civakê bû û ji bo dixebitî. Di hemû civatên xwe de dîroka gelê Kurd dida nasîn. Her wiha soza şopandina riya apê xwe ku di nava refên gerîllayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû, da.

Hemû jiyana xwe xist xizmeta hunera kurdî

Têkoşer Delîl Cûdî ji zarokatiya xwe de bi huner û stranên kurdî re mijûl dibû, bi karê hunerî ve gelekî dihat girêdayî bû. Di deh saliya xwe de tevlî nava koma Tolhildan a Çand û Hunera Kurdî dibe. Di nava xebatên komê de cihê xwe bi awayekî çalak digire û fêrî stranbêjî, dîlan, tembûrê û gîtarê dibe. Têkoşer Delîl Cûdî ji bo endamên komê zêde bike xebateke mezin da meşandin. Bi dilnizmî û danûstandina xwe bi derdora xwe re hişt ku gelek kes bi hunerê ve bêne girêdan. Têkoşer Delîl Cûdî ji ber hezkirin û xebata xwe ya hunerî dest ji xwendina xwe berdide û tevahî jiyana xwe dike xizmetî hunera kurdî.

Piştî demekê di nava endamên Koma Tolhildan wekî rêveberekî tê hilbijartin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bi pêşengtî xebatên hunerî dide meşandin. Bi awayekî çalak hemû kar û xebatên hunerî bi rêk û pêk dimeşîne. Her wiha di nûkirina koma Tolhildan de bi roleke sereke radibe. Têkoşer Delîl Cûdî hemû karên xwe bi awayekî rêxistinî dimeşan û tu carî lewazî nas nedikir.

Divê jin bighêje mafê xwe û rola xwe di civakê de bilîze

Têkoşer Delîl Cûdî gelekî bi çenda xwe ve girêdayî bû û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendinbûn û gelekî li ser wî bi bandor bûn. Ji ber vê yekê azadiya jinan di xebatên xwe de wekî bingehe ji bo azadiya civakê didît û her tim digot: “Divê jin xwedî li mafê xwe derkevê û cihê xwe weke zilaman di civakê de bigre.” Bi dayîk û xuşkên xwe di karê malê de alîkar bû, hemû endamên malbatê fêrî hunerê û çanda kurdî dikirin.

Bi temamî beşdarî xebatên şoreşê bû

Weke malbateke welatparêz bi hemû hêz û derfetên xwe beşdarî şoreşê bû, Delîl Cûdî ku ji zarokatiya ji bo aramanca doza gelê xwe lêkolîn dikir.

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû hêza xwe ji bo serkeftinê xiste xizmeta şoreşê, ne tenê di warê çandê lê di hemû karên ku di wê demê de dihate xwestin dikir, girêdayî xwendekarên zanîngeha, ciwanan ji pênsîn bi rola wan di şoreş û xwedî derketina doza gelê xwe, avakirina hemû sazî û navendan û parastina bajarê xwe di warê leşkerî de û birêxistinkirina hemû çalakiyan. Ji bo pêşerojê dixebitî.

Ji ber rewşa malbatê ya aborî ku gelekî dijwar bû, malbatê ew neçar kir ku bi wan re alîkar be ku pêdiviyê malbatê pêk bîne, di wê demê de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û li wir dixebite. Piştî demeke kurt vedigere Rojava, xebata xwe di nava şoreşê de dewam kir. Dayîka têkoşer Delîl Cûdî Heyfa Mûsa got ku kurê wê xwe kir milkê doza gelê xwe û soza şopandina riya apê xwe têkoşer Sabir dabû

Tevlî nava YPG’ê dibe

Têkoşer Delîl Cûdî di wê demê de pêwîstiya bi beşdarbûna nava hêzên YPG’ê dibîne û ji destpêka avakirina hêzên YPG’ê bi vîn û israriya xwe yekemîn Şervan ku beşdarî nava YPG’ê bû. di derbarê vê tevlêbûnê gelek perwerdeyên girêdayî warê leşkerî, siyasî û ramiyarî derbas kirin. li gelek herêman xebat meşand Til Beyder, Til Temir, Amûdê, Serêkaniyê û Hesekê, mijûlbûna wî bi karê leşkerî ew dûrî karê hunerî û pêşxistina koma Tolhildan nexist.

Di 9’ê nîsana 2013’an de derbarê êrîşên rêjîma Baasê li ser benda kontrolê ya hêzên YPG’ê li taxa Nasra ya bajarê Hesekê piştî berxwedaniyeke lehengî , Delîl Cûdî yekemîn şervanê YPG’ê li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest dide.

Cenazeyê têkoşer Delîl Cûdî bi merasîmekî girseyî ji aliyê deh hezar welatiyan ve li goristana Şehîdan a bajarê Amûdê hate spartin. Piştî vekirina goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê, li ser daxwaza dayîka wî Heyfa Mûsa cenazeyê wî anîn goristana şehîd Dijwar.

Her wih Mihemed Cûdî Endamê Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê diyar kir ku şehadeta hevalê wî wateya hunera rast da nîşankirin û hêza domandina riya têkoşeran ta azadiyê ji hezaran da duyakirin û got weke TEV-ÇAND stran û helbest derbarê kesayeta wî de çêkirine diyarî rihê wî bi van stran û helbestan mafê têkoşeran nadin.

Diyarî rihê pekrewan Delîl çerxerêya taxa Nasra “meydana Xeto” bi navê Delîl hate binavkirin.

Têkoşer Salih Elî sembola biratiya gelan e

DICLE EHMED

KOBANÊ - Ji fermandarên tabûra Şems El-Şemal a girêdayî Artêşa Azad a Sûriye Tekoşer Salih Elî bi fedakariya xwe ya ji bo parastina Kobanê xwe wekî sembola biratiya gelan nîşan da. Salih Elî yê ji bajarê Reqqa yê Sûriye ye di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ku sînorê Tiriyeyê derbas kirin û êrîşî herêma Kobanê kirin, jiyana xwe jidest da.

Berxwedana Kobanê piştî nêzî 4 meh û nîv in li hemberî çeteyên êrîşkar dijminê mirovahiyê di asta herî bilind de didome. Li Kobanê şervanên ku ji hemû pêkhate û baweriyan pêk tên di nav de yek ji fermandarên Şems El-Şemal Salih Elî gelek çîrok û efsaneyên berxwedanê nivîsandin.

Di nav Ehfad El-Resûl de cih girt

Tekoşer Salih Elî yê di nava tabûr û şervanên Artêşa Azad de bi navê Ebû Firat dihat nasîn ji bajarê Reqqa ê Sûriye ye û bavê 3 zarokan e.

Salih Elî di destpêka ciwantiya xwe de karê avakirinê wekî necar dixebitî da ku debara jiyana malbata xwe bike. Piştî ku şoreşa Sûriye dest pê kir, gelek tabûr û tugayên bi navê Artêşa Azad a Sûriye hatin avakirin. Ebû Firat wê demê cihê xwe wekî fermandarekî leşkerî di tugayeke Ehfad El-Resûl de girt û Stasyona Trênê ya bajarê Reqqayê hat erkdarkirin. Dema ku di nava çeteyên DAIŞ’ê û tabûrên Ehfad El-Resûl de derket çeteyan stasyon teqandin û li wir gelek şervanên El-Resûl jiyana xwe jidest dan û di nava wan de kurê birayê wî û kurê xuşka wî hebûn.

Çawa ket nava refên Şems El-Şemal

Ebû Firat wê demê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve wekî sûcdar dihat xwestin û ew neçar ma ku bajarê Reqqa berde û malbata xwe veguheze bajarê Minbicê. Salih li Minbicê tevlî Tabûra El-Farûq bû û li Minbic, Heleb û Cerablusê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê gelek caran şer kir. Wî dixwest tola kurê birayê xwe û kurê xuşka xwe hilîne û şerê xwe dewam kir. Piştî ku bajarê Minbicê ket destê DAIŞ’ê û Tabûra El-Farûq jê vekişiya û berê xwe Tiriye, Ebû Firat israr kir ku li dijî çeteyan şer bike. Vê yekê hişt ku tevlî Tabûa Şems El-Şemal bibe.

Hevalê Ebû Firat ê bi nave Îbrahîm Hesen ku ew herdu di Tabûra El-Farûq û Şems El-Şemal bi hev re bûn wiha anî ziman: “Dema ku El-Farûq li Minbicê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dorpêçkirin, hemû şervanên tabûrê ber bi Pira Qereqozaqê vekişiyan, lê Şehîd Ebû Firat li mala xwe ma û wî dizanî ku çete wî dixwazin. Di nava bajarê Minbicê de 5 mehan ma û care li cihekî bû da ku çete cihê wî nas nekin. Her dawî bi riya Çemê Firat ji Minbicê ber bi gundê Serûx ê li başûrê bajarê Kobanê ve derket. Li wê derê Tabûra Şems El-Şemal hebû. Ji beriya nêzî salekê ve tevlî wê bû. Ez û wî tenê carekê li nuqteyekê me hev dît.”

Ebû Firat gelek caran di çalakiyên bi bandor ên li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girt û gelek caran li gundên Xerûs û Boxazê yên başûrê herêma Kobanê birîndar bubû. Wî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şerê xwe dewam kir û di 29’ê 11’ê 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê ji xaka Tirkiyeyê ve êrîşî Kobanê kirin bi qehremanî jiyana xwe jidest da.

Çawa bû fermandar?

Ji fermandarên leşkerî yên Tabûra Şems El-Şemal Ebdo El-Cebel ku di nava şervanan de bi navê ‘Ebdo Doçka’ tê naskirin wiha li ser jiyana Ebû Firat axivî: “Wî li gel gelek tabûrên şoreşgerî wekî Ehfad El-Resûl, El-Farûq û Şems El-Şemal a girêdayî tugayên Fecr El-Huriyê şerê çeteyan kir. Piştî ku ji aliyê çeteyan ve hat xwestin bi me re beşdarî gelek çalakiyên li dijî baregehên DAIŞ’ê yên li derdora Kobanê bû. Di şer de gelek caran birîndar bû. Ji ber vê jî fermandarê giştî yê Şems El-Şemal wî wekî fermandarê tabûreke El-Şemal li herêma Kobanê erkdar kir. Ebû Firat heta dilopa xwîna xwe ya dawî parastina herêmê kir heta ku şehîd ket û ji bo hemû şervanan bû mînak.”

Bi şehadetê bû sembola biratiya gelan

Hevalê wî Îbrahîm derbarê roja ku Ebû Firat têde jiyana xwe jidest daye de axivî û got: “Di 29’ê 11’ê 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi tirimpêleke zirxî ji xaka Tirkiyeyê ve sînor derbas kirin û di deriyê Murşitpinarê re ketin herêma Kobanê. Çeteyan tirimpêl bi deriyê ve teqandin û me jî yekser cihê xwe girt. Ebû Firat wê rojê berê xwe da komên axê (yên ji bo xweparastinê) da ku li hemberî çeteyan bisekine. Bi xwe re hin şervan bir da li derdora embarên genim (Devera ku çete lê bicih bubûn) bizîvire. Wê rojê pevçûnên gelekî dijwar di nava şervanên Yekîneyên Parastina Gel û çeteyan de rû dida. Şervanên YPG’ê ji aliyekî û koma Ebû Firat ji aliyekî ve çete dorpêç kirin. Wî bi rihê manewî yê herî bilind du saetan li ser hev heta bihna xwe ya dawî liber xwe da û nesekinî. Wê rojê saet nêzî 07.00’an jiyana xwe jidest da. Bi şehadeta Salih morale şervanan gelek bilind bû û wî wekî şehîd ê sembola biratiya gelan binav kirin.

Ji bo tekoşînê temen tune ye

Fermandarê Leşkerî yê Tabûra Şems El-Şemal û hevalê Ebû Firat ê bi navê Ebû Leyla got ku di nava tebûra wan de Kurd, Ereb û Tirkmen hene û wiha domand: “Ebû Firat tevî ku temenê wî 40 sal bû, lê xwedî kesayeteke balkêş û xurt bû. Di hemû wateyan de ew tekoşer bû. Wekî ciwanan tev digeriya. Li gel min wekî bira û heval û şervan bû. Ne gengaz e ku ez karibim Şehîd Ebû Firat bi gotinan wesf bikim!.”

Li gorî Ebû Leyla, Salih Elî tevî ku ji bajarê Reqaa ye, lê di nava refên tabûra wan de li Kobanê bi riyekî fedabûyîn şer dikir heta ku gihişt şehadetê. Wî ji bo xaka Kobanê canê xwe da. Ebû Leyla dibêje ku Ebû Firat hertim jêre wiha digot: “Eger kes li Kobanê nemîne ku parastina wê bike, ez ê heta nefesa xwe ya dawî tekoşînê bikim û dest jê bernadim. Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim.”

Di heman mijarê de Ebdo El-Cebel (Ebdo Doçka) wiha anî ziman: “Şehîd Ebû Firat tevî ku çil salî bû, lê li eniyên şer ji bo tevahiya şervanên ciwan dibû mînak. Dema ku çalakî li hemberî çeteyan dihatin lidarxistin, ew li pêşiya şervanan dimeşiya. Wî morale şervanan bi kesayeta xwe ya xurt û fedayane bilind dikir. Ew êş û kêfên şervanan hertim parve dikir û dema ku didît şervanek diponije dişû gel wî û ew ji wê rewşê derdixist û moralî wî bilind dikir.

‘Min wekî YPG û YPJ’yî nedîtine’

Ebû Leyla diyar kir ku Salih Elî gelekî ji şevanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina jin hez dikir û pir bi wan bandor bubû û hertim wiha digot: “Ji destpêka şoreşê ve ez beşdarî gelek şer û tabûran bûme, lê min wekî şervanên YPG û YPJ’ê xurt nedîtin. Min di şoreşê de şervanên jin wekî YPJ ku beşdarî şerê herî dijwar dibin nedîtin. YPG û YPJ’ê nixên mirovahiyê dizanin, şehîdên xwe bibîr tînin. Li gel wan hezkirin, rêzdarî, vîna xurt, exlaq heye. Ne di şerê li hemberî rêjîmê û ne yê li hemberî DAIŞ’ê de min wekî wan nedîtin.

Hemû fermandarên Şems El-Şemal destnîşan kirin ku Ebû Firat kesekî ji aliyê hemû şervanan ve hezkirî bû, henûn, xurt bû. Ken ruyê wî bernedida. Ji bo parastina hevalên xwe hertim di riya fedabûyînê re amade bû. Dema diçûn çalakiyan liidar bixin, wî parastina şervanan wekî erk ji xwe digrt dest. Hertim li pêşiya wan dimeşiya da ku tiştekî bi kesî ji wan neyê. Mirovekî dilnizm bû û tu cudahî nedixist navbera şervan û fermandar. Ew li zarokên xwe nedifikirî. Wî hemû şervan wekî zarokên didît. Wî ji bo ku pêşerojeke xweş û azad ji tevahiya zarokên Sûriyeyê re hertim dixibitî û hewldan dikir. Hemû fermandarên El-Şemal doz dan ku riya Ebû Firat û hemû cangoriyên şoreşa Sûriye û berxwedana Kobanê bişopînin.

(he)

ANHA


Bêjeyên Miftehî