Lekolin.org´ê derbarê Rûdaw TV de belgeyek weşand
Ji Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê derbarê Rûdaw TV de belgeya bi dizî
Derbarê Rûdaw TV yê de ku demek berê ji Başûrê Kurdistanê dest bi weşana xwe kir, di destê me de belgeyeke bi dizî heye. Di vê belgeya bi dizî de diyar dibe ku li pişt Rûdaw TV ´yê dewleta tirk heye. Em wê belgeyê diweşînin.
Di belgeya Wezarata Karê Derve ya Komara Tirkiyeyê de ku mora ”belgeya bi dizî” li ser e tê diyarkirin ku Rûdaw TV, di çarçoveya konsepta nû û tevgera psîkolojîk de, ji aliyê dewleta tirk ve li dijî PKK hatiye avakirin.
”LI HERÊMA BAKUR” BI RÊYA RÛDAW TV´YÊ LI DIJÎ PKK´Ê TEVGERA PSÎKOLOJÎK
Di belgeya navborî ya Wezareta Karê Derve ya Tirk de ku ji balyozxaneya Hewlêrê re şandiye, herêma başûr mîna ”herêma bakur” tê binav kirin û tê diyarkirin ku, li herêmê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên heremî de, bi hevkariyê ”hêzên heremî”, li dijî PKK´ê û di çarçoveya tevgera psîkolojîk de televizyonek bi navê Rûdaw´ê, ji bo weşanê tê amadekirin. Navenda weşana vê TV´yê dê Hewlêr´e. Di vê belgeyê de armancên avakirina Rûdaw TV´yê wiha tê ravekirin: ”...rêxistina cudaxwaz û hemû pêgirtiyên wê bi rêya televizyonê dê bêne teşhîrkirin û reşkirin. Li dijî rêxistina cudaxwaz dê raya giştî bê avakirin. Ev ji bo polîtîkaya me ya herêmê xwedî grîngiyeke stratejîk e. Balyozxaneya me ya Erbîlê ji bo van xebatan hatiye erkdarkirin.”
POLÎTÎKAYA WEŞANÊ YA RÛDAWÊ JI MÎT´Ê Û LÊÇÛNÊN WÊ JÎ JI BUTCEYA VEŞARÎ
Di heman belgeyê de tê aşkerekirin ku weşanên Rûdawê yên ji bakur û rojavayê Kurdistanê yên li dijî PKK û PYD´ê, ji aliyê beşa Serokatiya Tevgera Psîkolojîk a MÎT´ê ve dê bêne diyarkirin û bi awayekî sererast dê ji balyozxaneya tirk ya li Hewlêrê re bê şandin. Her wiha tê diyarkirin ku dê lêçûnên Rûdaw TV´yê, ji aliyê butçeya veşarî ya Wezareta Maliyê û Serokwezaretê ve bê kirin.
Rûdaw TV, ji roja ku dest bi weşana xwe kiriye û heya niha, bi pêşkeftina şoreşa Rojava re, bi nûçe û bernameyên li dijî PYD û YPG´ê ve dest bi pêkanîna erka xwe ya şerê taybet a ku danê, kiribû. Di pêvajoya borî de, di nav peryodên diyar de kesên ji PKK´ê revîne, anîn ser ekranên TV´yê. Li gel hemû hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî ya PKKê jî, Televizyona Rûdaw´ê, li ser talîmatên ku ji MÎT´ê girtine, ji bo parçekirina yekîtiy anavbera kurdan, hemû derfetên xwe seferber kir.
XEBATKARÊN RÛDAW TV´YÊ JI CEMAETA GULEN Û KESÊN JI PKK´Ê REVIYANE TÊN HILBIJARTIN
Di belgeya ku ketiye destê malpera Lekolin.org´ê de tê dîtin ku talîmat hatiye dayîn da kesên dê di Televizyona Rûdawê de ku di bin baneyê Serokatiya Tevgera Psîkolojîk a MÎT´ê de dest bi weşana xwe kiriye, kar bikin, divê bi pesendkirina MÎT´Ê, ji devşormeyên li dibistanên Gulen ên li Başûrê Kurdistanê û kesên ji PKK´ê reviyane bêne hilbijartin û bi taybet jî divê ji kesên ji PKK´ê reviyane xebatkar bêne hilbijartin.: ”...hilbijartina xebatkaran ji kesên ji kadroyên PKK´ê yên çiyê û qadên legal reviyane, di tevgera psîkolojîk a li dijî rêxistina cudaxwaz de dê destkeftiyên grîng bidine bidestxistin.”
Di beşa dawî ya belgeyê de jî, polîtîkaya weşanê ya Rûdaw TV´yê bi deh talîmatan tê rêzkirin û tê diyarkirin ku ´balyozxaneya li Hewlêrê berpirsê pêkanîna van xalan e.´
Di beşa dawî ya vê belgeya bi dizî ya Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê de, polîtîkaya weşanê ya Rûdaw TV´yê wiha tê rêzkirin:
1) Kesên ku xwe nêzî rêxistina cudaxwaz nakin û li dij in, divê derxine pêş. 2) Divê bernameyên propogandaya... dijber a li dijî PKK´ê û pêgirtiyên wê PYD-YPG bêne amadekirin. Li Sûriyê, kesayetên kurd ên li dijî PKK´ê (S. Bedrettin, A. Beşar) divê derxine pêş û mîna rêberên kurdan bêne pêşkêşkirin. Divê bernameyên ku dê ketina peşmergeyan a herêmên ku kurdên sûrî lê ne meşrû nîşan bide bêne amadekirin. 5) Pêgirtiyên rêxistina cudxwaz PYD-YPG, divê bêne teşhîrkirin, li dijî wan bêbawerî bê avakirin, gotina ku ew nûneriya kurdên Sûriyê nakin divê derxine pêş û bêne bêrûmetkirin. Bi KDP û hukûmeta Bakurê Îraqê re ..... di çarçoveya biryara ku hatiye girtin de, deriyên sînor bêne girtin û ji bo pirsgirêkên jiyanî ku dê ji ber vê yekî rû bidin jî PYD mîna hedef bê nîşandan, di vê çarçoveyê de cî bidine hevpeyvîn û nûçeyan. Nûçeyên dezînformatîf ên mîna di navbera PKK û rejîma Sûriyê de hevkarî heye, divê bêne weşandin. Nûçeyên ku PKK li dijî partiyên kurd ên Sûriyê zordestiyê dike, wan digire bêne amadekirin û nerazîbûna kurdan a li dijî PKK´ê bê pêşxistin. Tu carî divê nûçeyên ku dê bêne wateya propogandaya PKK´ê û pêgirtiyên wê PYD-YPG´ê, divê neyêne amadekirin. Divê giranî bidine propogandayên ku Tirkiye welatek dost û biraye da bandora vê yekê li ser kurdên Sûriyê zêdetir bike.
Navenda Nûçeyan a Lekolin Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info
Wergera ji tirkî: amidakurd.net
Wêneyê belgeya navborî li jêr e!