1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Lekue: Divê demildest birêz Ocalan serbest bê berdan
Lekue: Divê demildest birêz Ocalan serbest bê berdan,lekue,divê,demildest,birêz,ocalan,serbest,bê,berdan

Lekue: Divê demildest birêz Ocalan serbest bê berdan

A+ A-

KADRÎ OZKAN/ZUHAL ATLAN

STENBOL (DÎHA) - Berpirsyarê Navneteweyî ya Partiya Çep a Bask'ê Jonan Lekue, diyar kir ku ji bo pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, pêşkeve divê hikûmeta AKP'ê gavên şênber bavêje û wiha got: "Em dibêjin, divê divê birêz Ocalan serbest bê berdan û bi awayekî azad hevdîtin pêk werin." Hîndekarê Zanîngeha Sussexê Dr. Andreî Gomez Suarez, destnîşan kir ku eger hevdîtin û muzakere berfireh bibe dê bandorê li ser çareseriyê bike.

Berpirsyarê Navneteweyî ya Partiya Çep a Bask'ê Jonan Lekue û Hîndekarê Zanîngeha Sussexê Dr. Andreî Gomez Suarez beşdarî konferansa "Tecrubeyên Welatan û Rola Rêberan" ku ji aliyê Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî hat lidarxistin bûn û der barê pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji DÎHA'yê re axivîn.

Rêxistina FARC di salên 1960'î de wekî milê leşkerî yê Partiya Komunîst a Kolombiyayê hat avakirin û hevdîtinên navbera FARC û dewleta Kolombiyayê sê muzakereyên fermî hatin kirin, bê encam ma. Di cotmeha 2012'an de careke din muzakere destpê kir, muzakere hêj didomin û niha gihîştiye asteke girîng. Ji her du aliyan heyeteke ku ji 30 kesan pêk tê, hevdîtinan dikin û rêberên her du aliyan jî beşdarî hevdîtinên li Havanayê dibin. Hîndekarê Zanîngeha Sussexê Dr. Andreî Gomez Suarez destnîşan kir ku ji bo pêvajoya ku ji aliyê Ocalan hatiye destpêkirin pêşkeve, divê hevdîtin li ser esasê demokratîk pêk werin û heyet berfireh bibe û wiha got: "Li şûna modela heyeta ku ji 3 kesan pêk tê û diçin bi kesekî re hevdîtinê pêk tînin, divê kesên di nav rêxistinê yên din jî fikrên xwe bibêjin û modeleke ku hemû kes nêrînên xwe bîne ziman hebe. Divê teqez hevdîtin dirêj û bênavber pêk bên."

'Divê hevdîtin rêk û pêk û demdirêj bin'

Suarez anî ziman ku li Kolombiya û welatên din de bi vî rengî zûtir encam tê girtin û ji bo baweriya aliyan ev girîng e û wiha axivî: "Ji ber ku alî dikarin bi vî rengî li hev bawer bikin. Di mînakên Kolombiya û welatên din de hevdîtin 2-3 rojan zêdetir berdewam dikir. Ji ber vê yekê bi lezgînî tevgeriyan. Eger hevdîtinên bi rêk û pêk û demdirêj bin, dê bandorê li ser pêvajoyê bike"

Suarez bi bîrxist ku serokê hikûmeta Kolombiyayê Juan Manuel Santos Calderon, ji ber qetlîamên ku li hember FARC'ê pêk anîne, lêborîna xwe xwestiye, vê yekê bandor li ser pêvajoya muzakereyan kiriye. Suarez balkişand ser qetlîam û kuştinên ku dewletê li hember kurdan pêk aniye û wiha got: "Qebûlkirina şaşiyên paşerojê pir girîng in. Di mînaka Kolombiyayê de, hikûmetê ji ber şaşiyên berê lêborîn xwest û bi vî rengî hem peyam da FARC'ê û hem jî peyam da gelê Kolombiyayê. Eger hikûmet ji ber tiştên ku demên borî qewimîne lêborînê bixwaze ji bo samîmiyetê ev girîng e. Dibe ku pêkanîna vê ji bo Komara Tirkiyeyê zehmet bê dîtin, lê ji bo niyeta xwe ya temamkirina pêvajoyê nîşan bidin, divê tiştekî wiha bikin."

'Hinek fermandar ji ber komkujiyan hatin darizandin'

Suarez bilêv kir ku li Kolombiyayê hinek fermandar ji ber ku komkujî pêk anîne, hatine darizandin û wiha got: "Hinek fermandar ji ber komkujiyan hatin darizandin, lê dê cezayekî çawa bidin wan, mijara nîqaşê ye. Niha mekanîzmaya edaletê ya pêvajoya derbasbûnê tê nîqaşkirin. Ango ji bo cezakirina kiryarên şîdetê nîqaş tên kirin. Rêbazên alternatîf yê ceza jî tên axaftin. Di pêvajoyên aştiyê yên din de jî hat dîtin, pêwîst nîne, teqez ev kesên şaşî kirine bên darizandin, dikarin alternatîf û çareseriyên cuda jî bifikirin."

'Divê hikûmeta AKP'ê gavên şênber bavêje'

Berpirsyarê Navneteweyî ya Partiya Çep a Bask'ê Jonan Lekue, diyar kir ku ji bo pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, pêşkeve divê hikûmeta AKP'ê gavên şênber bavêje û wiha got: "Di van hevdîtinan de divê bi taybet Rêberê tevgera kurd cih bigire. Em dibêjin, divê divê birêz Ocalan serbest bê berdan û bi awayekî azad hevdîtin pêk werin. Eger hikûmet di pêvajoyê de cih negire, pêvajo yek alî bimeşe jî divê hemû aktor werin gel hev, bi seferberiyê vê pêvajoyê temam bikin."

Lekue da zanîn ku li Tirkiyeyê pêvajoyek hatiye destpêkirin, lê hê jî girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hene û eger Tirkiye di mijara girtiyan de, rêgez û mafên bingehîn yên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bîne dê ev pirsgirêk çareser bibe u wiha got: "Eger tiştên ku pêwist bînin cih, dê pirsgirêk çareser bibe. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê bêtir gav bên avêtin. Eger ev pêvajo temam bibe, divê li girtîgehan û li sirgûniyê kesek nemîne."

(ça)